Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Serdeştê: Em serî natewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Wê bi yekîtiya gelê Kurd şer têk biçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmanî îro jî ji bo Rojava li qadan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Şirnexê daxuyanî: Bijî berxwedana Rojava!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Berxwedana li Rojava wê bi yekîtiya neteweyî bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamşiloyê jinên Ereb li dijî êrîşên gengaz çek rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were’
Jin

‘Em dixwazin Rêber Apo azad bibe û aştî pêk were’

Jinên ku beşdarî meşa 'Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk' a li Amedê bûn, anîn ziman ku ji bo aştiyê divê dewlet tavilê gavê biavêje û gotin, "Hêviya me ew e ku Rêber Apo û girtiyên li zindanan azad bibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma ‘Ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk jin dimeşin’ doh li Amedê meşeke girseyî lidar xist. Ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran jin li Amedê li hev kom bûn û ji Parka Jiyanê ya Şemse Allak heta bi Mizgefta Mezin meşiyan.

Jinên ku beşdarî meşê bûn, daxwazên xwe yên aştiyê bi ANF’ê re parve kirin.

‘EM TENÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Beyca Abî: Em ji bo aştiyê dimeşin. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê em li vê derê ne û vê dixwazin. Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Ev meş meşa aştiyê ye. Dayikên me ji rêyên dûr hatin. Tenê daxwazeke wan heye, ew jî aştî ye. Bila ev destê aştiyê yê dayikan li hewa nemîne. Em ji vê derê bang li dewletê dikin: Ji bo aştiyê gavê biavêjin. Yekane armanca me aştî ye; heta bigihêjin armanca xwe em ê bimeşin.

‘EV ŞER DIVÊ BI DAWÎ BIBE’

Sadiye Tamûr: Ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were em li qadan e. Yekane hêviya me azadiya Rêber APo û girtiyên li zindanan e. Em dixwazin êdî şer biqede. Jin xwedî li pêvajoya aştiyê derdikevin. Em naxwazin êdî bêne xapandin.

‘DIVÊ DEWLET XWEDÎ LI PÊVAJOYA RÊBER APO DERKEVE’

Fatma Balka: Ji bo zilma li ser gelê me biqede em li vê derê ne. Gelê Kurd divê êdî azad be û mafên wê bêne radestkirin. Me beriya çil salî jî aştî dixwest, îro jî aştiyê dixwazin. Ji bilî aştiyê me tiştekî din nexwest. Heta ku aştî nebe wê dawî li mirina mirovan neyê. Em dixwazin mirin bi dawî bibe.

Gulçîn Karbûk: Ji bo aştî pêk were û dawî li rijandina xwînê bê em têdikoşin. Em naxwazin ku dilê ti dayikê bişewite. Rêber Apo gaveke gelekî bedew û bi rûmet avêt, lê belê Tirkan ti gav neavêtin. Her roj balafirên şer radibin, komkujî dewam dike. Dewleta Tirk divê tavilê xwedî li pêvajoyê derkeve ku Rêber Apo da destpêkirin. Em aştiyê dixwazin, lê belê ew naxwazin.

‘EM ÊDÎ MIRINÊ NAXWAZIN’

Sakîne Altan: Yekane daxwaza me aştî ye. Em naxwazin kes bimire. Kurd, Tirk, Elewî, Ereb, Laz ferq nîne; mirod divê nemire, aştî divê pêk were. Em dixwazin êdî şer bisekine. Bila êdî mafên Kurdan nas bikin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê tavilê bi rengekî erênî bi encam bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gundê ku rîska aşûtê lê heye, dixwazin daran bibirin!
Nûçeya Pişt re Li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin

Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla ji bo bîranîna Fermandar Bêrîtan bi coş…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şehîdê Tişrînê Brûsk Dêrik hate veşartin

Cenazeyê Brûsk Dêrik ê li dijî dagirkeriyê di Berxwedana Tişrînê de şehîd bû, hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrîşa SÎHA’yê ya dewleta Tirk de hate qetilkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?