Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” derbasî qonaxa duyan bû. Gelê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kirine komên cuda ava kirine. Di nav van koman de komên jinan jî ango yên xweser jî hene. Xwendina parêzmaneyên Rêber Abdullah Ocalan, li 7 kantonan bi avakirina koman dest pê kir. Li hemû bajar û navçeyan tevlîbûneke zêde heye ku heta sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî dixwînin.
Bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Qamişloyê ji bo xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komeke xweser a jinan hatiye avakirin. Ji Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bigire heya Yekîtiya Kedkaran, Yekîtiya Hunermendan ya bajarê Qamişlo û Rêxistina Rojava gelek tevlîbûn heye. Bi giştî hejmara jinên ku tevlî koma xwendinê bûne 10 e. Di heman demê de ev kom hemû hefteyan du caran xwendinên parêznameyan pêk tînin ku rojên xwendinê weke rojên Duşem û Pêncşemê hatine diyarkirin. Jinên ku di komê de parêznameya sêyem a Sosyolojiya Azadiyê hilbijartine, gihiştine beşa 7’emîn û derbasî a 8‘emîn dibin ku ev nêzî du mehan e komê dest bi xwendinê kiriye.
BI ZIMANÊ KURDÎ Û EREBÎ TÊ XWENDIN
Ji ber ku kesên di komê de cih digirin ji neteweyên cûda ne parêzname jî bi zimanên Erebî û Kurdî tê xwendin. Şêwaza xwendinê jî bi awayê gotûbêjiyê derbas dibe. Her ku mijarek tê xwendin li ser wê mijarê nêrîn û pirs derdikevin hole. Hemû jin tevlî dibin ûdaxwaza wan ya herî mezin ew e ku li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin bikin.
‘KLAN TEŞEYA YEKEM A KOMÎNAN E’
Yek ji endama koma xwendinê Şehnaz Mehmûd bal kişand ser mijara klanan a beşa 7’emîn a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ û ev yek anîn ziman: ‘’Klan teşeya yekemîn a komînan e, di jiyanê de komên klanan yên herî destpêkê bûn û ji 20-35 kesan pêk dihatin. Klan di cewhera xwe de şêwazê parvekirin, hevparî, komînalî û hevaltiyê bûn. Ev yek hemû bi pêşengtiya jinan pêk dihatin û di van komên destpêkê de rola herî mezin a jinan bû.
Xwînereke parêznameyan Şêrîvan Osman têkildarî mijara ‘Qebîle û Eşîr’ axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Qebîle bi mezinbûna klanan pêk hat. Ew jî girêdayî bingeha exlaq û rêgezên klanan tev digeriyan. Bi demê re ji çend qebîleyan jî eşîr hatin avakirin û heta roja me ya îroyîn jî didomin.’’
‘ARMANC BELAVKIRINA FIKRÊN RÊBER APO YE’
Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Yasmîn Meşayix jî da zanîn ku armanca wan ji xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ew e ku her kes bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahdar bibe û ev yek anîn ziman: “Armanca me ya sereke ji xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ew e ku em fikrên Rêberê xwe nas bikin û belav bikin. Em niha parêznemeya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ dixwînin. Em weke jin divê em gelekî ji vê parêznamêyê sûdê werbigirin. Piştî Şoreşa Rojava gelek derfetên xwendinê çêbûn. Divê em jî her tim pirtûkên Rêber Apo bixwînin. Rast e dewlata Tirk a faşîst Rêber Apo di bin tecrîdeke giran û çar dîwaran de hiştiye lê belê rê û rêbazên Rêber Apo di destên me de ne. Em ê her tim li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin.”