Di 2011’an de li gel destpêkirina şoreşê li Rojava li dijî hemû gund, bajarok û bajaran êrîşên çeteyên cuda hebûn. Gelê Rojava ji bo parastina xaka xwe têkoşînên mezin meşandin. Bi sed hezaran ciwanên Rojava ji bo parastina xaka xwe giyanê xwe feda kirin. Yek ji wan jî Delîl Cûdî ye ku yekem şehîdê YPG’ê yê Hesekê ye.
Delîl Cûdî ku di zarokatiya xwe de gelekî ji muzîkê hez dikir û di nava saziyên çand û hunerê yên Hesekê de bû. Bi destpêkirina şoreşê re di nava YXK’ê de cih girt. Dayika Delîl Cûdî Heyfa Mihemed derbarê kurê xwe Delîl Cûdî de ji ANF’ê re axivî ku Delîl Cûdî di 9’ê Nîsana 2013’yan de li Hesekê di şerê li gel çeteyan de tevlî karwanê şehîdan bû.
HÊ DI ZAROKATIYA XWE DE XWEDÎ HELWESTEKÊ BÛ
“Em weke malbat ji sala 1988’an heya niha di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de cih digirin. Şêwejiyan, çand û exlaqê malbatekê çawa be, zarokên wê malbatê jî di çarçoveya heman exlaqê mezin dibin. Delîl tim ji zarokên din cudatir bû. Ew cudabûna xwe li dibistanê, li taxê û di nav hevalên xwe de tim nîşan dida. Şeroke nebû lê belê tu carî neheqî qebûl nedikir. Tevî temenê xwe yê biçûk jî tu carî neheqî qebûl nedikir. Ev karekter û helwêsta wî her ku mezin dibû xwe zêdetir nîşan dida. Di pola 7’an de dev ji dibistanê berda. Tevî hemû israrên me jî êdî neçû dibistanê. Gelekî ji xebatên çand û hunerî hez dikir. Tevî ku hemû israrên me jî Delîl tevlî xebatên çandî dibû. Jixwe hê di zarokatiya xwe de eleqeya wî ji huner û muzîkê re hebû. Gava ji tiştekî hez dikir, heya bi dest nedixist, dev jê bernedida. Armancên wî tim gelekî mezin bûn. Gelek salan di xebatên çandî de cih girt. Di 2011’an de bi destpêkirina şoreşa re YXK hate avakirin. Delîl jî di nava YXK’ê de cihê xwe girt. Ji me re digot ku ew ê tevlî hin xebatan bibe û carnan dereng were malê. Min gelek caran jê re digot ku em ji xebatên re nabin asteng lê belê hewce ye tu xwe biparêzî jî.
KOMA 5 KESÎ YA LI HER DERÎ
Çeteyên Cebhet El Nusrayê êrîşî li Hesekê dikirin. Di navbera YXK’ê û çeteyan de şer hebû. Jixwe wê demê avakirina YPG’ê hêdî hêdî dihat organîzekirin. Wan komeke ji 5 kesan pêk dihat hebû û temenê wan nêzîkî hev bû. Li her derî bû koma wan. Di pêvajoya avakirina YPG’ê de bi coş heyecaneke mezin dixebitî. Palisqeyên ku şervanên YPG û YPJ’ê li xwe dikir jî dianîn malê û me bi hev re bi destên xwe dirûtin.
LI HEMBERÎ ŞERÊ KUR Û EREBAN GELEKÎ LI BER XWE DA
Li qada ku niha bi navê ‘Şehîd Delîl’ tê zanîn hin cih ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin. Li wê qadê li gel hevalên xwe dixebitî. Parastina herêmê dikirin. Rojekê beriya wê li wê qadê hevalekî bi navê Rustem ji çeteyan ve hate birîndarkirin. Hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên Cebhet El Nusra yên wê demê dixwestin li herêmê di navbera Kurd û Ereban de şerekî derxînin. Derketina şereke wiha ji bo pêşeroja şoreşê talûkeyeke mezin bû. Ji ber wê rêxistinê nedixwest ku şerekî wiha rû bide. Tevgerê hewl dida ku li herêmê yekitiya Kurd û Ereban ava bike û hewl dida ku yekîneyeke ku Kurd û Ereb bi hev re herêmê biparêze, ava bike. Ne tenê ji Kurdan re hewl dida ku ji hemû gelên herêmê re bibêje têkoşîna li herêmê ji bo herkesî ye. Lê belê yên ku tim berovajî vê yekê tevdigeriyan hebûn. Hem hin komên girêdayî rejîmê hem jî çeteyên weke Cebhet El Nusra tim hewl didan ku di nava gelên hermê de pevçûnan derxînin.
DI KÊLIYÊN HEVDÎTINAN DE ÊRÎŞ KIRIN
Ji bo têkbirina wan lîstikên qirêj hevdîtîn dihatin kirin. Delîl jî di nava koma hevdîtinan de bû. Di dema van hevdîtinan de hin ji van çeteyan rê girtibûn û hinan jî xwe li cihên cuda veşartîbûn û dixwestin nakokî rû bidin. Di dema ku hevdîtinan de pêşiya erebeyekê girtin û gulebaran kirin ku Delîl jî di wê erebeyê de bû û bi vî awayî şerî dest pê kir. Di wî şerî de kurê min Delîl şehîd bû û kurê min ê mezin jî rehîn hate girtin. Min nedizanî ku Delîl şehîd bûye. Kurê min ê mezin bi rêya telefonê li min geriya û got ku ew hatiye rehîngirtin û ji bo ku were berdan hewce ye şer bisekine. Şerî gelekî berdewam kir. Ji ber ku Delîl şehîd bûbû û hevalên wî jî nedixwestin, bisekinin. Hevalan israr dikirin ku şerî bidin sekinandin lê belê şervan qanih nedibûn. Piştî ku şer sekinî kurê min ê mezin hate berdan. Dema ku ew anîn malê, ez pê hesiyam ku kurê min Delîl şehîd bûye.
BÛ SEMBOLA XWIŞK-BIRATIYA GELAN
Di merasîma Delîl de konekî gelekî mezin hate vedan. Hemû pêkhateyên Hesekê ji bo merasîma Delîl hatin vexwendin. Gotin ku bi şehûdbûna Delîl wê li herêmê xwişk-biratiya gelan were îlankirin. Pişt re navê Delîl tim li gel xwişk-biratiya gelan hate bibîranîn. Bi şehadeta Delîl re li herêmê di navbera gelan de yekîtiyeke xurt ava bû û xwişk-biratiya gelan pêş ket. Piştî wî şerî êdî di navbera Kurd û Ereban de şer derneket. Bû şerê yekem û dawî. Piştre ciwanên Ereb jî tevlî têkoşînê bûn, cihê xwe di nava şoreşê de girtin û niha jî bi dehan şehîdên wan hene. Hê jî ji qada ku bi navê Şehîd Delîl hatiye îlankirin, weke xwişk-biratiya gelan tê binavkirin. Delîl Cûdî îro li wê herêmê weke şehîdê xwişk-biratiya gelan tê zanîn.
EV XAKA ME PÎROZ E
Hevalan dixwest ku Delîl di xebatên çandî de bimîne, lê belê wî israr kir ku di nava hêzên leşkerî de bixebite. Min ji Delîl re pirsî ku ew ji xebatên çandî hez dike û çima dev jê berdaye, got ku ez tim ji xebatên çandî hez dikim, lê belê niha di warê leşkerî de pêdivî heye û helbet wê dubare vegere xebatên xwe yên çandî. Delîl di rojbûna Rêbertî de stran strîbûn û li tembûrê xistîbû. Em her sal di 4’ê Nîsanê de rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin û di 9’ê Nîsanê de jî em Delîlî bi bîr tînin. Em vê coş û moralê ji Rêber Apo distînin. Em hêza xwe ji Rêbertî distînin. Bi saya Rêbertî em hîn bûn ku bi bedêln mezion xaka xwe biparêzin. Ev xaka me pîroz e. Erê canê me pê diêşe, lê belê kedên Rêbertî ên ji bo me gelek in û pîroz in. Rêbertî dibêje; ‘Ji bo parastinan xak û azadiya xwe hewce ye hûn ked û bedêlan bidin.’ Ked çi ye? Ked zarokên ku me ji bo têkoşîna xwe spartine xakê ne. Gerîlayên li çiyayên azad e. Ma ew jî ne zarokên me ne? Ma ew ne zarokên vî gelî ne?
EM Ê LAYIQÎ ŞEHÎD Û RÊBERTÎ BIN
Beriya vê şoreşê, me ji xwîn û canê xwe artêşek ava kir. Ev şoreş û têkoşîn hema wisa di nava çend salan de ava nebû. Bi kedeke pir mezin û pîroz ava bû. Rêbertî ji bo ku em xwe rizgar bikin, rê nîşanî me da. Ev têkoşîn û ked ne tenê ji bo gelekî bû. Ji bo hemû gelên bindest ji bo mirovahiyê hate meşandin. Rêbertî got ku ew ji bo her gelên bindest vê têkoşînê dimeşîne. Hêvî dikim ku em ê jî di çarçoveya fikr û felsefeya Rêbertî de bijîn û têkoşîna xwe berdewam bikin. 4 şehîdên malbata me hene. Em ê tim xwedî li keda şehîdên xwe derkevin. Rêber Apo tim hêz û bawerî da jinan. Em ê jî heta hetayê layiqî baweriya Rêber Apo bin û li ser xeta şehîdên xwe bin. Em xwedî mîrateyeke mezin û pîroz in.’’