Şirîne Çîçek a ku gelek caran bi ser gundê wan de hate girtin, ew bi xwe û gundî ji aliyê leşkeran ve rû bi rûyê êşkenceyan man. Şirîne Çîçek got, “Em tişta bi xêr dixwazin; ew jî aştî ye.”
Ji ber êrîşên şerê taybet ên salên 90’î, gelek caran bi ser gundê malbata Çîçek de hate girtin û rû bi rûyê êşkenceyê man. Malbata Çîçek îro li Stenbolê jiyana xwe didomîne. Şirîne Çîçek a ku hevjînê wê girtî ye, got, ew dixwazin ku eger aştî çêbibe ev yek bi awayek bi rûmet be û ji dervey vê qebûl nakin.
‘GUNDÊ ME HATE ŞEWITANDIN, XWESTIN KEÇA MIN BIŞEWITÎNİN’
Şirîne Çîçek têkildarî tiştên jiyan kirine, ji ANF’ê re axivî.
Çîçek diyar kir ku gelek caran leşkeran bi ser gundê wan de girt û her tiştê wan talan kirin û got, “Herî dawî dema hatin gotin, ‘Du roj wextê we heye yan gund vala bikin yan jî em ê bi kel û pelên we re her tiştê bişewitînin’. Gotin, ‘Eger hûn naxwazin gund vala bikin, bibin cerdevan’. Weke gundî me qebûl nekir. Neçarî me gund vale kir û me koçî Edeneyê kir. Piştî du salan em wan wir, me koçî Stenbolê kir.
Dema ku leşkeran bi ser gund de girt, pirsa hevjînê min Hamdîn Çîçek dikirin. Digotin, ‘Me îxbar girtiye, hatiye malê’. Me jî digot, ‘Ne li mal e, çûye Erebistanê bixebite’. Wan jî digot, ‘Na, derketiye serê çiyê, em ji we bawer nakin’. Digotin, ‘Duh bi şev li mal bû, we ev xwarin dixwar’.
Çanteyekî ku hevjînê min ji Erebistanê anîbû, hebû. Gotin, ‘vekin wê’. Me jî got, em şîfreya wê nizanin. Çante avêtin derve, şikandin û vekirin. Têde wêneyên me hebûn.
Leşkerekî carekê çeqmeqa xwe pêxist, di qirika keça min re girt û got, ‘Ji me re cihê wî bêjê, yan em ê keça te bişewitînin’. Cîranek me hat keça min ji destê wan stand û bi van gotinan qêr da wan: Hûn ê zindî zindî zarok bişewitînin? Ma îmana we tune ye? Ma zarokên we tune ne? Hûn çima vê zilmê dikin?”
Şirîne Çîçek diyar kir ku piştre ji ber zextên zêde yên leşkeran, hevjînê wê dema bi komekê re hewl dida sînorê Sûriyeyê derbas bike hate girtin û destnîşan kir ku hevjînê wê 36 sal ceza wergirt û niha 23 sal in girtî ye.
Şirîne Çîçek anî ziman ku ji ber bi Tirkî nedizanî, serdanên li girtîgehê veguherî êşkenceyê û pir zehmetî dikişand û got, kesên nas timî bi xwe re dibir û bi alîkariya wan bi hevjînê xwe re hevdîtin dikir.
Şirîne Çîçek têkildarî pêvajoya nû ya destpê kirî jî, ev tişt bilêv kir:
“Di serî de Rêbertî, divê girtî, kesên li sirgûnê azad bibin. Ji bo vê divê gav bên avêtin. Em dixwazin zarokên xwe hembêz bikin.
‘EM JI TÊKOŞÎNA XWE POŞMAN NÎNIN’
Bi salane hevjînê min li girtîgehê ye, gelek caran ev pirs jê hate kirin. Wî jî her carê got, ew ji têkoşîna xwe poşman nîne. Weke jinekê ez jî bi salan têdikoşim. Rojên pir zehmet min jiyan kir, ez dijîm lê ji têkoşîna xwe poşman nînim. Me bikujin jî, em ne poşman in. Me têkoşîna rewa meşand, em dimeşînin, ne mijara gotinê ye ku em ji vê poşman bibin. Destpêkê em ji Rêberê xwe re dua dikin, piştre ji hevalên wî û hevrêyên wî re dua dikin. Divê ev xwîn rawaste, ev şer bi dawî bibe. Em dixwazin êşên dayikan bi dawî bibin.”