Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara roja 23’ê Cotmehê ve êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Heta niha gelek navendên xizmetguzariyê yên wekî îstasyona gazê, ceryan, embarên dexl û danî, navendeke tenduristiyê ya Qamişloyê û navendên Asayîşê hatine bombebarankirin. Her wiha îstasyona ceryanê ya li Kobanê, bîrên petrolê yên li Tirbespiyê, firneyên Kobanê û Amûdê bi balfirên bêmirov bombebaran kirin.
‘HÊRSA ME ROJ BI ROJ MEZINTIR DIBE’
Şêniyên Kantona Cizîrê bertek nîşanî êrîşan dan. Welatiya bi navê Fadya Silêman û dayika Şehîd Basil a ji bajarê Qamişlo, da zanîn ku ew li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker serî natewînin û ew ê piştevaniya hêzên xwe yên parastinê bikin. Fadiya Silêman, wiha got: “Em van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên xwe bi tundî şermezar dikin. Bila dewleta dagirker baş bizane ku em ji van êrîşan natirsin û roj bi roj kîna me li hember dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Em wek gelê sivîl banga xwe digihînin tevahiya dinyayê da ku li hember van neheqiyan bisekinin.”
‘LI SER FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’
Salih Omer jî diyar kir ku dijminê hov yê gelê Kurd bi hemû rêbazên xwe yên qirêj êrîşê me dike û got: “Bi vî awayî dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne û xaka me dagir bike. Ev nêzî 3 rojan e dewleta Tirk a dagirker bêyî navber êrîşî herêma me dike. Dijmin çi dike bila bike, em wek gelê Kurd ji bo vîna welatê xwe dikarin bê av û nan bijîn. Jiyana me bi dirûşma yan serkeftin yan mirin hatiye nivîsîn û em ê heta xala dawî ji bo jiyana xwe têbikoşin. Em ti carî ji xeta fikrê Rêber Apo û şehîdên xwe dernakevin. Di heman demê de em ê êrîşî kesekî nekin lê heger hinekan êrîşî me kir em neçar in xwe biparêzin. Ev jî dîsa li gor fikir û ramana Rêber Apo ye. Her dawî dixazim bibêjim berxwedan ji bo me jiyan e û em ê ji rêya berxwedanê gavekê jî paşde neavêjin.”
Welatiya bi navê Ayda Xelîl jî bi tundî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha axivî: “Divê gelê me yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yek carê de bi hev re û bi yek dengî li hember van êrîşên hovane serî hilde û piştgiriyê bide hêzên me yên parastinê. Dewleta Tirk a Dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî qadên xizmetguzariyê û qadên jiyana welatiyan. Gelê me gelek şehîd dane, xaka welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Loma wisa ne hêsan e ku em welatê xwe ji dijminekî xwînxwar re bihêlin. Em ê roj bi roj çalakiyên xwe berfirehtir bikin û serî hildin. Herî dawî ez banga xwe digihînim tevahiya rêxistinên mafên mirovan da ku bi erka xwe rabin û rê li ber van êrîşên dewleta Tirk bigirin.”
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’
Ebdulmecîd Atiyê jî êrîşên ku ji 23’ê Cotmehê ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bêyî navber tên kirin, şermezar kirin û got: “Em van êrîşan şermezar dikin, em dizanin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ew e ku zarok û welatiyan qetil bike. Her wiha dixwaze ewlehiyê ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xirab bike û gel neçarî koçberiyê bike. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û van êrîşan bi îradeya xwe têk bibin.”