Yekşem, 12 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêgeha têkoşîna me diyar kir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî tevlî danişînê nebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Çira FM’ê Mirad Mîrza di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê’
Rojava

‘Em piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê’

Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Êrîşên nemerdane wê ti carî nikarebe vîna me bişkîne. Em ê bi ramanên Rêber Apo têkoşînê geş bikin û piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker, ji êvara roja 23’ê Cotmehê ve êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Heta niha gelek navendên xizmetguzariyê yên wekî îstasyona gazê, ceryan, embarên dexl û danî, navendeke tenduristiyê ya Qamişloyê û navendên Asayîşê hatine bombebarankirin. Her wiha îstasyona ceryanê ya li Kobanê, bîrên petrolê yên li Tirbespiyê, firneyên Kobanê û Amûdê bi balfirên bêmirov bombebaran kirin.

 

‘HÊRSA ME ROJ BI ROJ MEZINTIR DIBE’

Şêniyên Kantona Cizîrê bertek nîşanî êrîşan dan. Welatiya bi navê Fadya Silêman û dayika Şehîd Basil a ji bajarê Qamişlo, da zanîn ku ew li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker serî natewînin û ew ê piştevaniya hêzên xwe yên parastinê bikin. Fadiya Silêman, wiha got: “Em van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên xwe bi tundî şermezar dikin. Bila dewleta dagirker baş bizane ku em ji van êrîşan natirsin û roj bi roj kîna me li hember dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Em wek gelê sivîl banga xwe digihînin tevahiya dinyayê da ku li hember van neheqiyan bisekinin.”

‘LI SER FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’

Salih Omer jî diyar kir ku dijminê hov yê gelê Kurd bi hemû rêbazên xwe yên qirêj êrîşê me dike û got: “Bi vî awayî dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne û xaka me dagir bike. Ev nêzî 3 rojan e dewleta Tirk a dagirker bêyî navber êrîşî herêma me dike. Dijmin çi dike bila bike, em wek gelê Kurd ji bo vîna welatê xwe dikarin bê av û nan bijîn. Jiyana me bi dirûşma yan serkeftin yan mirin hatiye nivîsîn û em ê heta xala dawî ji bo jiyana xwe têbikoşin. Em ti carî ji xeta fikrê Rêber Apo û şehîdên xwe dernakevin. Di heman demê de em ê êrîşî kesekî nekin lê heger hinekan êrîşî me kir em neçar in xwe biparêzin. Ev jî dîsa li gor fikir û ramana Rêber Apo ye. Her dawî dixazim bibêjim berxwedan ji bo me jiyan e û em ê ji rêya berxwedanê gavekê jî  paşde neavêjin.”

Welatiya bi navê Ayda Xelîl jî bi tundî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha axivî: “Divê gelê me yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yek carê de bi hev re û bi yek dengî li hember van êrîşên hovane serî hilde û piştgiriyê bide hêzên me yên parastinê. Dewleta Tirk a Dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî qadên xizmetguzariyê û qadên jiyana welatiyan. Gelê me gelek şehîd dane, xaka welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Loma wisa ne hêsan e ku em welatê xwe ji dijminekî xwînxwar re bihêlin. Em ê roj bi roj çalakiyên xwe berfirehtir bikin û serî hildin. Herî dawî ez banga xwe digihînim tevahiya rêxistinên mafên mirovan da ku bi erka xwe rabin û rê li ber van êrîşên dewleta Tirk bigirin.”

 

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Ebdulmecîd Atiyê jî êrîşên ku ji 23’ê Cotmehê ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bêyî navber tên kirin, şermezar kirin û got: “Em van êrîşan şermezar dikin, em dizanin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ew e ku zarok û welatiyan qetil bike. Her wiha dixwaze ewlehiyê ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xirab bike û gel neçarî koçberiyê bike. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û van êrîşan bi îradeya xwe têk bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan: Daxwaza me azadiya Rêbertiyê ye
Nûçeya Pişt re ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Pêkanîna ‘fuze’ û ‘ÎHA’ ya DYE’yê li ser Îranê. 7 şîrketên Tirk li lîsteyê de hene

Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê bi hinceta ku piştgiriyê dide bernameya Balafirên Bêmirov û fuzeya balîstîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Serêkaniyê di êrîşa leşkerên Tirk de pênc kes birîndar bûn

Pênc ciwanên Sûriyeyî dema ku hewl dan ji gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî derbasî Tirkiyeyê bibin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Malbatên Til Temirê: Zarokên me serbest berdin! 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê cenazeyê kesekî ku li zeviyên zeytûnan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Senatoya Fransî: Pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Sûriyeyê li pêşiya aramiyê astengî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?