Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Serhat Çakmak ku yek ji wan kesan bû ku tevlî civîna Komîsyona li Meclîsê bû, têkildarî pêvajoyê axivî.
Serhat Çakmak anî ziman ku pêvajo bi îradeyeke siyasî û bi navê rêxistinê jî bi muxatabiya Rêber Apo destpê kir û got, “Her çend xwe bispêre îradeya herdu aliyan jî eşkere ye ku ev hevsengî ne tenê ev herdu aktor in. Hin avaniyên li nava dewletê yên li ber pêvajoyê radibin û aktorên navneteweyî jî di nava vê hevsengiyê de bi bandor in. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku pêvajo timî zindî bê hiştin û pêşvebirin. Naxwe dînamîkên hem li hundir hem jî li derve wê firsendê bibînin ku pêvajoyê sabote bikin.”
Çakmak destnîşan kir ku mijara statu û çarçoveya hiqûqî diyarker e û ragihand ku divê rewşa aktorên ku muzakereyê dimeşînin bê zelalkirin. Çakmak got, “Hûn nikarin muxatabê ku weke alî dibînin ji aliyê hiqûqî ve li ku bi cih dikin. Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be, ev nabe. Eger hûn ewqasî berpirsyariyên mezin didin wî, wê demê hûn neçar in wan mercan ava bikin ku li gorî berpirsyariya wî bin.”
Serhat Çakmak diyar kir ku danûstandinên beriya niha hatin kirin bandoreke erênî li pêvajoyê kir û ragihand ku divê zemîna hiqûqî bê zelalkirin. Çakmak got, bi taybetî hevdîtina ku Komîsyona Meclîsê bi Rêber Apo re kir asta psîkolojîk li pey xwe hişt, bandoreke erênî li pêvajoyê kir û got, “Li gorî xwezay amuzakereyê, divê mercên wî yên muzakereyê bêne afirandin. Bi xwe dipirse: ‘Hûn tê bi min re hevdîtinê dikin, hûn li gorî kîjan qanûnê bi min re hevdîtinê dikin?’ Divê ev yek zelal bibe. Ev zelalî wê bike ku qanûneke çarçoveyê ji bo pêvajoyê bê amadekirin; wê pozîsyon û berpirsyariya her kesî diyar bike, di çarçoveya vê berpirsyariyê de wê gavên pêwîst bêne avêtin.”
Çakmak işaret bi aliyê hiqûqa navneteweyî kir û got, “Di çarçoveya mafê hêviyê de mecbûriyeteke hiqûqî ye ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bêne anîn.”

