Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir
Kurdistan

PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

PJAK'ê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û diyar kir ku karker bi ked û îradeya xwe ya xurt di heman demê de hîmê civakeke demokratîk jî datînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Roja yekem a meha Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê, roja çespandina têkoşînê û gihîştina lûtkeya wê ye. Rojeke ku berxwedana mirovî li hemberî pergalên ku kar wek amûreke çewisandinê bi kar tînin û mirovan dikin koleyên modern, tîne bîra mirov. Di hemwextê pêşwazîkirina vê rojê de ku bi dehan salin desthilatdariya zordar a Komara Îslamî ya Îranê û zilma wê, tevî şerê berdewam ê bi Îsraîl û Amerîkayê re, jiyan û debara karkeran xistiye ber nediyartiyê.

Karker, hêza rastîn a afirîner a jiyana civakî û aborî ne. Ew ne tenê çerxên hilberînê dixin tevgerê, lê bi destên xwe yên bi xebat û vîna xwe ya bi hêz, bingehên rastîn ên civakeke azad û demokratîk ava dikin. Lê di pergalên yekperest û dewlet-navend de, heman ew hêza afirîner û kedkar, bûye amûrek ji bo komkirina milk û desthilatê di destê komeke diyar de.

Sîstema kapîtalîst a ku îro li hemû cîhanê serdeste, sîstemeke pir hişk û bêrehme ku mirovan diçewisîne. Ev sîstem her ku diçe neheqiyê zêdetir dike û bi plan tevdigere. Îro ev sîstem mejiye çêkirî (AI) ne ji bo feydeya mirovan, lê ji bo ku hîn zêdetir mirovan ji kar derxîne, bêkar bihêle û wan hîn feqîrtir bike bi kar tîne. Ev rewşa nebaş ya bêkarî û hejariya bi vî rengî di dîrokê de tu carî wekî niha nehatiye dîtin. Di vê pergalê de karker ji agahî û jêhatîbûnê bêpar tên hiştin û ji çerxa xwezayî ya jiyanê tên dûrxistin. Bêguman cîhaneke bi vî rengî dê hîn metirsîdartir bibe.

Roja Karkeran, roja yekîtiya hemû kedkarane, yekîtiya karkeran, jinên karker, ciwanan û hemû çînên bindeste. Ev roj, ne cejna koletiyê û ‘karkerbûnê’ ye, cejna berxwedan û têkoşîna ji bo rizgariya ji her cure zordarî, çewisandin û cudakariyê ye. Divê neyê hiştin ku diyardeya ‘kar’ wekî amûrekê ji bo çînayetîkirin û neyeksankirina tirsnak a civakê were bikaranîn. Di cîhana îro de, çewisandina hêza kedê li gel wêrankirina xwezayê hevseng dimeşe. Karker tenê dema ku xwe ji zincîrên koletiya modern rizgar bikin, wê demê dikarin bibin parêzvanên rastîn ên jîngehê. Azadiya karker, azadiya xwezayê ye jî.

Em bi taybetî dengê jinên karker bilind dikin, ew kesên ku di bin siya cudakariya zayendî de du qat tên çewisandin û beşa herî bindest a civaka karkeranin. Ti civakeke ku tê de jinên karker bi vî rengî rastî sivkayetî û çewisandinê tên, nikare îdîaya dadperwerî û azadiyê bike.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her roj karker ji aliyê desthilata hikûmetê ve rûbirûyê hejarî, bêkarî, binpêkirinên mafan û talankirina destheqê dibin. Bi hezaran kombûn û nerazîbûnên karkeran yên di salên dawî de, hem nîşaneya kûrahiya karesata debara jiyanê ye, hem jî şahidê vîna têkoşer a kedkaran ya ji bo bidestxistina mafên wane.

Îro, siya şerê wêranker yê ligel Îsraîl û Amerîkayê barekî girane li ser milê karkeran. Ji keda karkeran bo bi milyaran dolar li şûna nan û jiyanê, bi mûşek, dron û wesayîtên serbazî tê dayîn û bi milyonan karker bêkar mane.

Vî şerî hejarî, enflasyon û bêkariyê li ser milên kedkaran girantir kiriye. Debara milyonan malbatên karkeran ber bi têkçûnê ve dibe. Ji ber vê çendê karker naxwazin bibin qurbaniyên nakokiyên hêzan. Ew azadiyê dixwazin, ne ku şer û birçîtiyê. Yanî tenê rêyek heye ew jî pêşxistina têkoşînek bi rûmet a sivîl a karker û çînên din ên civakê ye.

Roja cîhanî ya karkeran roja nûkirina peymana li gel vê têkoşînê ye. Têkoşînek ku tenê bi rêxistinkirina berfireh, piştgiriyek rasteqîn a hemû çînên hatine çewisandin, berdewamiya berxwedaniya sivîl û demokratîk digihe encamê.

Karker ne bitenê ne. Jin, ciwan û hemû kesên ku rûbirûyê zilm, cûdakarî û çewisandinê bûne pêwîste di eniyek yekgirtîde bisekinin. Da ku civakek avakin ku têde ‘kar’ amraza rizgariyê be, neku koletî. Civakek ku têde mirov û xweza herdu ji çengên wêrankariyê rizgar bibe.

PJAK roja cîhanî ya karkeran li tevayî karker û kedkarên Kurdistan û Îranê, cîhanê, Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dike. Bêguman em tev bihevre bi yekitî û piştgiriya bi hevre dikarin têkoşîna rewa, demokratîk û azadîxwaz bigihînin lûtkeyê.

Em bang li tevahî gelê Kurd, bi taybetî karker, kedkaran, jin, ciwanan, rewşenbîr û çalakvanan dikin ku di Roja Cîhanî ya Karkeran de bi pêşxistina têkoşîna xwe ya bêrawestan, çalakiyan li ser bingeha ‘Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgrêka Kurd’ bigihînin lûtkeyê. Amadebûna hemû karker û tebeqeyên civakê di qadan de, yekane rêya pêkanîna azadî û demokrasiyê ye. Bila azadiya çîna karker bi azadiya tevahiya civakê re mîsoger bibe.

Her wiha roja 1’ê Gulanê hemwexte ligel salvegera şehadeta şehîdên Komîteya Ragihandinê ya PJAK’ê. Em van şehîdan bibîrtînin û soz didin ku têkoşîna wan a ku ji bo parastina tevahiya civakê û beriya her kesî jî ji bo çînên kedkar û hejarên civakê bû, bigihînin armancê. Ruhê wan şad û bîranîna wan bi xêr be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê RSF: Azadiya çapemeniyê daketiye asta herî nizm a 25 salên dawî
Nûçeya Pişt re Rageşiya li ser xeta Washington û Berlînê mezin dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroz li tunelên berxwedanê hate pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li tunelên berxwedanê Newroz pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

Li navçeya Sûr a Amedê, 4 ciwanên ku êvara 13'ê Tebaxê hatin binçavkirin, dema ku…

Ji aliyê Stêrk TV

KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

KJAR'ê bernameya çalakiyan eşkere kir ku wê bi wesîleya salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' lidar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Giliyê birîna daran a li Gabar û Bestayê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê generalekî payebilind ji wezîfeyê hate dûrxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?