Pêncşem, 30 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Girîng e ku 1’ê Gulanê weke roja sosyalîzma demokratîk bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê bîranîn: Em bibin yek, biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên Elewî daxuyaniya ‘Dersimê’: Serhildan nîne, qirkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniya li ser ‘notên hevdîtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatgir a Nobelê Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin
Kurdistan

Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, desthilatdariya ku gavên şênber neavêje û teslîmiyetê ferz dike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinandiye û diyar kir ku ji bo rêvçeûna pêvajoyê rola Rêber Apo û gavên qanûnî şert e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 24 dq.
Parvekirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya 1’ê Gulanê têkoşîna kedê nirxand û têkildarî aqubeta “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” daxuyaniyên girîng da.

Sibe 1’ê Gulanê cejna karker û kedkaran e. Beriya her tiştî bi vê wesîleyê hûn dixwazin çi bibêjin?

1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê ya Karkar û Kedkaran li kedkarên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikim. di serî de şehîdên Taksîmê yên 1’e Gulanê hemû şehîdên şoreşê yên di meha Gulanê de ber bi bêdawîbûnê ve hatin oxikirin bi rêz û hurmet bi bîr tînim û soza dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikim.

Di dîroka mirovahiyê de ked nirxê herî bilind e. Di bingeha şaristaniya mirovahiyê û zanistê de keda mirovan heye. Lewma ked nirxekî pîroz e. Em jî weke tevgera Apoyî tevgereke kedê ne. Pênaseya herî baş a tevgera me bi vî rengî dikare bê kirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser bingeh, avabûn, qonaxên cuda yên têkoşînê û hemû pêvajoyên heta niha yên tevgera me, wê bê dîtin ku yek ji tevgerên herî mezin ên kedê tevgera Apoyî ye.

Keda Rêber Apo ya ji bo avabûn, birêxistinbûna têkoşîna me û têkoşîna wî ne cihê nîqaşê ye. Rêber Apo ne tenê ji tevgera me re her wiha ji cîhana sosyalîst, tevgera kedê re jî tevkariyeke mezin kiriye, Rêbertî kiriye. Bi taybetî ji aliyê eşkerekirina sedemên jihevketina reel sosyalîzmê û di mijara şêweyê pêngaveke nû ya sosyalîst ve ked û hewldanên wî gelekî mezin e. Bi paradîgmaya xwe ya nû û bi perspektîfa sosyalîzma demokratîk a civakîparêz a li dora azdaiya jinê, yek ji xizmetên herî mezin li doza sosyalîzmê û çîna kedkar a cîhanê kiriye. Rêber Apo bi analîzên xwe yên li ser vê mijarê, weke ku akademîsyenekî ji Latîn Emerîkayê di konfranaseke li Stenbolê de anî ziman, bû ronahî ji tevahiya mirovahiyê re. Li hemberî hovîtiya modernîteya kapîtalîst, bû sedem ku baweriya bi şoreşê jinûve pêk were, bê nîqaşkirin. Di heman konferansê de akademîsyenekî din ê biyanî heman tişt gotibû.

Materyalên Rêber Apo yên heta astekê bi zimanên biyanî hatine wergerandin, atmosfereke nîqaşê di asta navneteweyî de ava kiriye. Bi taybetî nêrîna wî ya li komîn û komînalîst gelekî balkêş e ku forma rêxistinbûna bingehîn a ji destpêka mirovahiyê û vir ve ye û bingeha sosyalîzma demokratîk e. Li ser vê bingehê têkoşîna pêşvebirina pêvajoya enternasyonal a nû ya kedkaran û gelan karekî şoreşgerî ye ku cihê kelecanê ye. Ez Cejna 1’ê Gulanê li hemû kedkaran û hevrêyên enternasyonalîst careke din pîroz dikim ku tevlî vî karî bûne û ji hêzên têkoşîna şoreşger re serketinên mezin dixwazim. Bang li her kesî dikim ku di vê dema girîng a dîrokê de beşdarî qadên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin ku tê gelek wateyan.

Zêdeyî mehek e hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Piştî ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, cara duyemîn e ku demeke dirêj agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Gelo pêwendiya vê rewşê bi rêveçûna pêvajoyê re heye?

Bêguman heye. Normal nîne. Meha Nîsanê hem ji aliyê hikumetê hem jî ji aliyê rayedarên AKP’ê ve weke meha ku qanûnên çareseriyê bêne derxistin hatibû diyarkirin û her kes bi kelecan li bendê bû. Di vê mehê de nebûna hevdîtinên bi Rêber Apo re ne normal e, her wiha ji aliyê paşeroja pêvajoyê ve jî işareteke metirsîdar e. Herî dawî 27’ê Adarê heyeteke dewletê û heyeta DEM Partiyê bi hev re bi Rêber Apo re hevdîtineke berfireh kirin û vê yekê jî bendewariyên mezin bi xwe re anî. Lê belê bi qasî ku tê fêhmkirin, mijarên di vê hevdîtinê de ketin rojevê û hatin nîqaşkirin encameke welê bi xwe re anî ku desthilatdarî û dewlet vê pêvajoyê bicemidîne, rawestîne.

Yanî mirov dikare bibêje pêvajo hatiye cemidandin, rawestandin?

Belê, di halê hazir de pêvajo hatiye cemidandin, hatiye rawestandin. Ya ku em dibînin ev e. Bi eşkere tê dîtin ku piştî vê nîqaşê, her wiha bi bandora bûyerên herêmî-konjonkturî û hin pêvajoyên navxweyî, hêzên ku biryarê didin ev yek guncaw dîtine, gavavêtin rawestandine yan jî taloq kirine. Li gel rapora fermî ku di encama karê bi mehan ê komîsyona meclîsê de hate amadekirin, nemeşandina pêvajoyê wekî din nikare bê îzahkirin.

Hûn dibêjin ku desthilatdariyê pêvajo rawestandiye, lê ji nava AKP’ê hin rayedar û bi taybetî jî medya alîgirê wê dibêjin ku tevgera we gav neavêtiye, di mijara pêşvebirina pêvajoyê de divê destpêkê tevgera we gavê biavêje. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?

Rastî li holê ye. Di nava vê rastiyê de gotina hin rayedarên AKP’ê û derdorên çapemeniyê ku îdîa dikin ‘me gav neavêtiye’ ji bilî gotinên manewrayeke siyasî ya nerast, nayê ti wateyê. Ji ber ku weke Tevgera me di vê astê de wezîfeyên xwe bi cih anîn. Eşkere ye ku her tiştên ku ji bo desthilatdarî gavê biavêje bêne kirin, me bêkêmasî kir. Ev yek jî li pêş raya giştî hatin kirin. Bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ya rêxistinekê ku 42 sal in dewam dike û fesixkirina xwe biryareke ji rêzê nîne. Biryara herî stratejîk e. Ev biryar û gavên piştî wê hatin avêtin li pêş çvan e. Di rewşeke bi vî rengî de kes nikare bibêje ku me gav neavêtiye.

Bi destûra we ez dixwazim beşek ji îdîayên ku rayedarên dewletê, nûnerên desthiladariyê û medya alîgirê wan bilêv dikin, yek bi yek bipirsim û em sohbetê bi vî rengî bikin. Di vê çarçoveyê de mijara ku dixwazim destpêkê bipirsim ew e ku dibêjin rêxistin li gorî teqwîmê tevnagere. Di vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Tespîta, ‘Rêxistin li gorî teqwîmê tevnegeriya’ qet rast nîne. Ji ber ku ji bo me rewşeke teqwîmê tine bû. Ya ku teqwîm diyar kir Rêbertî û aliyê dewletê bû.

Hûn dikarin vê hinekî rave bikin?

Beriya her tiştî destpêkirina stratejiya aştî û civaka demokatîk gaveke dîrokî ye ku bi banga 27’ê Sbiata 2025’an a Rêber Apo destpê kir. Ji bo me bû destpêka veguherîneke bingehîn. Û weke tevger em tevlî vê bûn. Ji xwe piştî rojekê di 1’ê Adarê de me agirbest ragihand.

Di destpêka meha Gulanê de bi Kongreya PKK’ê ya 12’emîn re me biryar dan ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin û PKK’ê fesix bikin. Di vir de me li şûna Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê ku di destpêka tevgera me de hate qebûlkirin, Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk qebûl kir. Me ev yek li gorî qanûnên xwe bi rengekî fermî li pêş raya giştî kir. Ev yek guherîneke gelekî bingehîn e. Ji bo tevgerekê wergirtina biryarên welê bingehîn û kûr tiştekî hêsan nîne.

Piştre di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê hevrê Besê Hozat de merasîma şewitandina çekan hate kirin û ev jî çalakiyeke ji rêzê nebû. Peyameke girîng bû. Sekneke welê bû ku asta me ya biryardariyê nîşan da.

Di 25’ê Îlonê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê me ragihand ku hêzên xwe ji Bakur, ji deverên cuda yên krîtîk vekişandiye û pratîkên bi heman rengî hate kirin.

Weke tevger me ev hemû kir. Li ser vê bingehê şer sekinî. Çalakî hatin rawestandin. Li dijî Tirkiyeyê hemû kar hatin rawestandin.

Beriya niha we got, ji bo desthiladarî gavê biavêje karên ku diviyabû bihatina kirin we bêkêmasî kirin. Li hemberî van gelo dewlet an jî desthilatdariyê tiştek nekir?

Li hemberî gavên ku me avêtin desthilatdariyê jî hinek tişt kir. Vaye ji 1’ê Tîrmeha 2025’an û vir ve li gorî agirbestê tevgeriya. Yanî di 1’ê Tîrmehê de hêzên dewleta Tirk di pratîkê de bersiv da biryara hêzên me ya rawestandina şer. Wekî din li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê têkildarî mijarê komîsyonek ava bû û vê komîsyonê dest bi kar kir. Bi destûra îdarî heyet çûn Îmraliyê. Ji bilî van gaveke şênber nehate avêtin, pêşketinek çênebû. Bi taybetî hewl didin ku belge-daneyên fermî nedin. Ev tiştên ku hatin kirin û min qala wan kir, hemû bi biryara rêveberiya îdarî hatin kirin. Fermiyeta xwe, belgeya xwe nîne.

Lewma mirov dikare bibêje ku li “Li Îmraliyê tecrîd dewam dike?

Tecrîd dewam dike, ji aliyê qanûnî ve heye. Rayedarek dikare rabe bibêje ‘Çûyîna filan heyetê bêkêr e; bila êdî neçe’ û bi vî rengî dikare bisekinîne. Yanî ev kar bi gotina rayedarekî ve girêdayî ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî baweriyê nade kesî. Sîstemek, qanûnek nîne. Sazî li gorî biryarên xwe yên îdarî hin karan dikin. Ev hemû jî bi giranî ji raya giştî re vekirî nîne. Yekane karê ku fermî hate kirin karê Komîsyona li Meclîsê ye û rapora wan e. Bêguman ji heman komîsyonê heyetek çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir.

Encameke pratîkî ya wê jî derneket holê…

Belê. Ne tiştên ku di wê raporê de hatin gotin bi cih hatin anîn ne jî karekî qanûnî hate kirin. Di halê hazir de ew jî rawestandin e. Halbûkî me her tişt li gorî qanûnên xwe û bi fermî kir, bi rengekî ku veger jê nebe ji raya giştî re eşkere kir. Bi kurtasî dewlet û desthilatdariyê ji aliyê qanûnî ve ti kar nekiriye. Rewşeke qanûnî ya bibe cihê baweriyê nîne.

Eger mirov qala teqwîmê bike, teqwîm ev e: Daxuyaniya Rêber Apo ya ku di salvegera 27’ê Sibatê de kir girîng e. Di vê daxuyaniyê de got, “Qonaxa duyemîn a pêvajoyê destpê kiriye.” Qonaxa duyemîn qonaxa qanûnên pêwîst ên ji bo pêşvebirina pêvajoyê ye. Piştî vê jî hin rayedarên AKP û desthilatdariyê bal kişandin ser dema piştî Cejna Remezanê. Piştre jî qala meha Nîsanê kirin û gotin, wê pêşnûmeya gavên qanûnî yên bêne avêtin bikeve rojeva meclîsê. Eger qala teqwîmê bê kirin, teqwîm ev bû. Ji aliyê me ve teqwîmeke cuda ya ku hatiye gotin nebû. Di vê mijarê de desthilatdariyê gaveke şênber neavêt ku bibe cihê baweriyê û nîşan bide ku ne bi taktîkî lê bi cidî nêzî pêvajoyê dibe. Mînak, yek du îstîsna ne di nav de raporek ku ji aliyê her kesî ve hatibû qebûlkirin bû. Hin xusûsên ku di raporê de hatin destnîşankirin bêyî pêwîstiya bi qanûnên nû dikarîbûn bi cih bihatina anîn.

Hûn dikarin mînakan bidin?

Mînak mirov dikare qala bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn bikin. Ev yekser dikarîbûn bicih bihatina anîn. Li ser vê bingehê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Can Atalay û gelek siyasetmedarên din ên Kurdistanî û Tirkiyeyî dikarîbûn azad bibûna. Vê yekê wê tevkarî li pêşîvekirina li pêvajoyê bikira.

Di raporê de her wiha qala bidawîkirina pêkanîna qeyûm a qonax bi qonax dihate kirin. Di vê mijarê de jî gaveke pratîkî nehate avêtin. Di serî de Mêrdîn li beşek ji deverên qeyûm lê hate danîn, di dozên ku qeyûm weke hincet hate nîşandan, beraat çêbû. Li gel wê jî li heman şaredariyan polîtîkayên qeyûm dewam dikin.

Ji ber daxuyaniya çapemeniyê bi sedan akademîsyenên ku daxwaza aştiyê kirin ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin. Madem pêvajoyeke nû ya aştiyê pêk tê, me ne diviyabû ew li karê xwe bihatina vegerandin. Di vê mijarê de jî tiştek nehate kirin.

Bi kurtasî ti gaveke pratîkî-qanûnî ya erênî nîne. Divê ev yek bê dîtin. Nêzîkatiya ku her tiştî ji aliyekî hêvî dike, gelo çiqasî adîl e!

Gotineke din a ku ji aliyê derdorên nêzî desthilatdariyê ve tê bilêvkirin bi vî rengî ye, ‘Piştî ku hemû çek hatin danîn û dest ji çeperan hate berdan, em ê gavên qanûnî biavêjin’. Li ser vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Ev helwest bi gotina herî sivik ferzkirina teslîmiyetê ye, xitimandina kar e. Her mirovekî ku bi qadê zane û bi rengekî rasteqîn difikire, baş zane ku li qada pratîkê ev yek pêkan nîne. Rojhilata Navîn dikele. Li her deverê drone digerin, fuze digerin. Hemû hêz, her wiha hêzên navneteweyî yên li qadê jî di nav de li ser vê zemînê her kes di pozîsyona belavbûnê, întîşarê de ne. Di rewşa heyî de garantiya hêzên me çekên me û sîstema me ya ewlekariyê ye. Heta ku garantiyeke qanûnî nebe, danîna çekan li ser vê zemînê dûrî aqil e.

Hûn qala garantî û ewlehiyeke çawa dikin?

Hêzên me çend kes an jî çend sed kes nîne. Em qala bi hezaran kesî dikin. Binihêrin 30 hevalên me çekên xwe şewitandin û diyar kirin ku ew ji bo vegerê amade ne. Ew karîbûn biçin cihek? Na. Lewma ji bo ewlekariyê neçar man ku careke din li qada me vegerin. Di rewşeke bi vî rengî de daxwaza danîna hemû çekan û valakirina çeperan hemûyan û gotina ‘piştî pêkhatina vê yekê wê biryarên qanûnî bê dayin’ tê wê wateyê ku henekê xwe bi aqlê mirovan û rastiya li qadê dike. Ji ber vê jî şertdanîna vê yekê tê wateya israra li ser nebûnê. Gotineke polîtîk e ku ji bo helwesta xwe veşêre. Esasa wê jî israra li ser nepêkanîbûnê ye.

Em vê yekê yekser bibêjin: Di vê mijarê de em li ber kesî nagerin. Di her hal û rewşê de em bê alternatîf nînin. Ew bi xwe zanin. Lê belê wê nebaşiyê li Tirkiyeyê bikin. Rêber Apo ev pêvajo bi kedeke mezin da destpêkirin û ji bo serketina wê jî hewldaneke mezin dike. Em jî di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û gelê me ye. Lewma eger li qada dewletê gavên cidî bêne avêtin, di vê mijarê de biryara me zelal û şênber e ku em ê van gavan bê bersiv nehêlin.

Belê hûn dibêjin, heta dawiyê li pişt Rêber Apo ne, lê belê di medya alîgirê desthiladariyê de tê îdîakirin ku tevgera we li gorî bangên Rêber Apo tevnagere, amadekariyên leşkerî dike, karên rêxistinî dewam dike. Li ser vê propagandayê hûn dixwazin çi bibêjin?

Ev gotin, dûrî ji rastiyê ye. Ji xwe hîn di destpêka vê pêvajoyê de beşek li nava dewletê jî di nav de hin derdoran hesabê wê yekê dikirin ku tevgera wê di vê pêvajoyê de derbê bixwe, beşekê jî digot wê guh nedin bangên Rêber Apo, lewma tevger wê parçe bibe û bandora li ser girseya xwe ji dest bide, ber bi jêr ve biçe. Her wiha dibe ku beşek ji rayedar ji bo van bendewariyan di nava sekneke bi vî rengî de bûn: ‘Bila bang bê kirin; ji xwe wê bi ser nekeve, tevger wê li gorî wê nêzîk neve û bi vî rengî ev tevger wê lawaz bibe’.  Lê belê di vê mijarê de tevgera me di vê qonaxa girîng a dîroka têkoşîna me de bi rêveberî, fermandarî, şervan, sempatîzan û gelê xwe yê welatparêz bi rengekî yek wicûd li dora Rêbertî civiya. Tevgera me bi vî rengî li ser bingeha stratejiya Rêbertî xwe jinûve bi cih kir û ev yek ne tenê di gotinê de di asta hişmendiyê de pêk anî, berê xwe da pêvajoya nû û bi vî rengî gelek derdor matmayî hişt. Ev yek serketineke mezin a tevgera me ye; encameke girîng e ku rastiya Rêbertî ya Serok Apo û kûrahiya wî radixe pêş çavan. Ji ber vê jî gotinên bi vî rengî rast nîne.

Di nava me de yekparebûnek heye. Em li vê derê nîqaşa wê yekê nakin ku hinek çekê dîne û biçe mala xwe. Em li vê baldar bin. Hin rayedarên dewletê pirsgirêkê di wê çarçoveyê de dinirxînin, bi vî rengî çekdanînê ferz dikin. Ev rêbaz rast nîne. Ev yek nîşaneya aqlê ewlekarîperest e. Pirsgirêk ne tenê çekdanîna hêzên me ye. Eger em ji damezrandina Komarê ve binirxînin, em nîqaşa wê yekê dikin ku şerê 103 salan ê navbera dewletê û gelê Kurd bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin. Rayedarên dewletê ji vê re ‘aştiya navxweyî’ gotin. Qala xurtkirina eniya navxweyî kirin. Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî ji bo vê bang kir. Rêber Apo jî ev bang li erdê nehişt û bersiva erênî da. Û bi wê banga dîrokî re ev yek bi veguherîneke stratejîk tacîdar kir. Li ser bingeha bidawîkirina şerê navbera gelê Kurd û dewleta Tirk, stratejiyeke nû ya ji bo pêşvebirina xwişk-biratî û tifaqa Kurd-Tirkan diyar kir. Eger dewlet li gorî vê yekê gavê biavêje, em ê bibin hêzeke komara demokratîk ne dijberê dewletê.

Em di stratejiya Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi biryar in. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Lê belê em hêzeke leşkerî ne. Li ser zemînê hêzên cuda hene ku xwedî wê potansiyelê ne ku êrişî me bikin. Ya mijara gotinê ne tenê dewleta Tirk e. Bi taybetî em zanin ku hin hêz ji pêvajoya Rêber Apo aciz in. Ji ber vê jî heta em li ser zemîna leşkerî bimînin, em neçar in ku amadekariyên xwe yên leşkerî û tedbîrên xwe bê kêmasî bi cih bînin. Her wiha pêkanîna hin karên rêxistinî yên cuda jî pêwîstiya ji vê mecbûriyetê ye. Bêguman li gel van karan hemûyan hêzên me ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibîne ku li ser xeta civaka demokratîk a manîfestoya Rêber Apo xwe amade bikin û em bi esasî li ser vê yekê disekinin.

Û ji bo vê jî we biryarên stratejîk wergirtin…

Me biryarên stratejîk wergirt, lê belê em dibînin ku desthilatdariya li hemberî me û derdorên nêzî wê di heman hewayê de nînin. Xwedî heman mejî nînin. Me di têkiliyên Kurd-Tirk de guherîneke paradîgmayî kir. Em dibêjin, edî ne înkar ne jî îsyan; xwişk-biratî û tifaq. Ji bo dewlet jî pirsgirêka Kurd çareser bike divê guherîneke paradîgmayî pêk bîne. Ya ku heta niha hebû mejiyê ‘înkar bike û îmha bike’ bû. Li şûna vê ne tenê bi Kurdên li Bakur re divê bi hemû Kurdan re paradîgmaya ‘avakirina tifaqê’ bi pêş bixîne. Ya ku em niha dibînin û nîne, ev e. Hîn jî nêzîkatiyek li gorî mejiyê ewlekariyê, înkar û îmhayê heye. Bi vê nêzîkatiyê çareserî pêk nayê.

Halbûkî her avaniya ku li berjewendî û paşeroja Tirkiyeyê difikire, divê bibîne ku dema guherînê hatiye. Eger Tirkiye dixwaze li herêmê bibe hêzek ku weke sterkê dibiriqe, ev yek tenê li ser bingeha vebûna demokratîk û tifaqa bi gelê Kurd re dibe. Ji bilî vê yekê dikare bi her cûre xeteriyan re rû bi rû bimîne. Lewma guherîneke bi vî rengî ji bo paşeroja Tirkiyeyê pêwîstî ye. Lê belê ji ber ku ev nîne, em dibînin ku tenê hevsengiyên rojane û rewşeke konjonkturî li ber çavan tê girtin. Bi nêzîkatiya ‘Eger gavê biavêjim ez ê çiqasî bikevim pozîsyonê, neavêjim ez ê çiqasî bikevim pozîsyonê?’ lê dinihêre bê hevsengiyên herêmî ji bo Kurdan e yan jî li dijî Kurdan e. Her wiha li rewşa li hundir dinihêrin. Bi kurtasî helweseteke ku pirsgirêka girîng û dîrokî weke amurekê bi kar tîne, tê dîtin. Hesabê hilbijartinê tê kirin. Bi nêzîkatiya ‘Eger vê gavê biavêjim çiqasî dikarim deng bi dest bixim, nevaêjim çiqasî dikarim deng bi dest bixim?’ pirsgirêkê dinirxîne. Ji ber ku bi vê hesabê nêzîk dibe pêvajo bi pêş ve naçe û gavên ji bo çareseriya pêvajoyê nakevin rojevê. Halbûkî ev pirsgirêk ji bo paşeroja Tirkiyeyê gelekî girîng e, diviyabû nêzîkatiyeke weke amûrê lê nehatibûya kirin. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn stratejîk heye. Ev mijareke stratejîk e û pêwîstî bi lîderên ku stratejîk nêzîk dibe heye.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Neteweyên Yekbûyî: Divê darvekirinên li Îranê bêne rawestandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

DEM Partiyê diyar kir ku di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (277)

Barudoxî komelgey Kurdî le Qazaxistan(1)Witwêj legel Dr. Sîvan Se'îd, pirofêsorî hawkar le zankoy Şanşî Normal…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?