Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêxistinên mafên mirovan banga ‘Mafê Hêviyê’ kirin
Rojane

Rêxistinên mafên mirovan banga ‘Mafê Hêviyê’ kirin

Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê di civîna çapemeniyê de bal kişandin ser binpêkirina "Mafê Hêviyê" û gotin, "Ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê were em bang li Tirkiyeyê dikin ku bi lez û bez biryarên navneteweyî bi cih bîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di civîna xwe ya 15-17’ê Îlonê de mijara “Mafê hêviyê” bigire rojeva xwe.

Rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê yên demek berê agahî bi komîteyê re parve kiribûn, li navenda giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan. Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Enqereyê Mûrat Yilmaz û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevli daxuyaniyê bûn. 

Parêzera OHD’ê Hulya Yildirim biryara DMME’yê ya di sala 2014’an a der heqê Rêber Apo bi bîr xist û got: “Parêzerên birêz Abdullah Ocalan di sala 2003’yan de serlêdan kirin. DMME’yê jî di 18’ê Adara 2014’an de biryara xwe da. Di vê biryarê de, cezayê muebbeta girankirî yê bêyî mafê berdana bişert a birêz Ocalan di çarçoveya mafê hêviyê de nirxand û weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. Bi vê yekê re cara ewil têkildarî mafê hêviyê, ji bo Tirkiyeyê biryara binpêkirinê hate dayin. Lewma biryareke dîrokî ye.”  

Hulya Yildirim bal kişand ser biryarên di heman çarçoveyê de û got: “Di dosyayên Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de jî DMME’yê biryara binpêkirinê da. Lêbelê li gel ku bi ser re deh sal û nîv derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê di vê mijarê de tu sererastkirin di qanûnên xwe de nekiriye. Lewma jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma ku têkildarî Tirkiyeyê pêvajoya venêrînê bide destpêkirin.” 

Hulya Yildirim biryara navberê ya Komîteyê ku di 19’ê Îlona 2024’an de dabû bi bîr xist û wiha domand: “Komîteyê, careke din got divê mekanîzmeyeke ku dem bi dem cezayê muebbeda girankirî jinûve ber çavan derbas dike were avakirin. Di vê mijarê de li Tirkiyeyê tu pêşketin çênebûn lewma Komîteyê fikarên xwe anî ziman û bang kir ku gavên pêwîst tavilê bên cîbicîkirin. Her wiha, têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî agahiyên berfireh ji Tirkiyeyê xwest. Ev biryar bi aşkerayî nîşan dide ku Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bi cih nayîne.” 

Di berdewamê de Hulya Yildirim anî ziman ku bi ser biryara “Ocalan (2)” û yên der heqê Kaytan, Gurban û Boltan de zêdetirî 10 sal derbas bûn lê hêj jî bi hezaran girtî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin û wiha pê de çû: “Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di rapora xwe ya 14’ê Tebaxa 2024’an de ragihand ku hêj niha jî li Tirkiyeyê zêdetirî 4 hezar girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn hene. Ev rejîma cezayê, bi xwe re encamên giran û rûxîner tîne, jiyana mirovan û hêviya girtî û malbatên wan tune dike.” 

Hulya Yildirim bangên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê jî bi bîr xist û got: “Komîteyê xwest ku Tirkiye qanûna înfazê ya Hejmar 5275 û Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê li ber çavan re derbas bike, kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn piştî demekê maqûl bên berdan û cezayên wan bên kêmkirin. Lê Tirkiyeyê di tu planeke xwe ya çalakiyê de gavek neavêt. Ev rewş, nîşan dide ku Tirkiye ji teahûda demokrasî û hiqûqê dûr ketiye.” 

Hulya Yildirim wiha domand: “Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 22’yê Cotmeha 2024’an de li Meclisê got ‘Ji bo hikûmxwarê li Îmraliyê dikare li ser mafê hêviyê were nîqaşkirin.’ Li ser vê yekê, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di 14’ê Gulana 2025’an de ragihand ku dê tu sererastkirinên qanûnî neyên kirin. Ev daxuyanî nîşan dide ku hikûmet naxwaze tu sererastkirinan bike û helwesta wê ya li hemberî biryarên DMME’yê bi aşkerayî raxist berçavan.” 

Hulya Yildirim ev daxwaz rêz kir: “Em ji Komîteya Wezîran daxwaz dikin ku ji bo cîbicîkirina biryarên Ocalan (2), Gurban, Kaytan û Boltan bi awayekî çalak bişopînin. Em dixwazin ku ev dosya bi awayekî rêkûpêk bixin rojevên civînên mafên mirovan. Hewceye tevahiya hukmên di hiqûqa Tirk de berdana bişert qedexe dikin bên rakirin. Em dixwazin dozên koma Gurbanê di çarçoveya prosedura bilezkirî de bimînin. Divê têkildarî hikûmxwarên muebbeda girankirî de ji Tirkiyeyê îstatîstîkên berfireh bên daxwazkirin. Di heman demê de em dixwazin Serokê Komîteyê yan jî Sekreterê Giştî di çarçoveya Rêgezên Demokrasiyê ya Reykjavîkê de ji Tirkiyeyê re danezanê bişînin. Tirkiye, endama Konseya Ewropayê ye, aliyekî PMME’yê û mecbûr e biryarên DMME’yê bicih bîne. Tevî vê jî bi sala ye tu gavek neavêtiye. Bi hezaran kes ji mafê hêviyê bêpar hatine hiştin. Em jî dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe û bang li Tirkiyeyê dikin ku tavilê biryarên navneteweyî cîbicî bike.” 

Metîn Bakkalci jî anî ziman ku Tirkiye biryarên konseyê bicih nayîne û bi vê yekê re sûc dike. Bakkalci, got: “Jixwe DMME’yê li ser vê bingehê biryara binpêkrinê da. Ev ji bo hemû mirovan derbasdar e.” 

Şevîn Kaya a OHD’î jî got ku cîbicîkirina biryara “mafê hêviyê” ji bo pêvajoyê krîtîk e. 

Mûrat Yilmaz jî got ku cezayê muebbeda girankirî li dijî hiqûq û mafên mirovan e, xwest di vê mijarê de di qanûnan de sererastkirin bên kirin. 

Huseyîn Kuçukbalaban jî tiştên li girtîgehan tên jiyîn weke “îdama bi demê re hatiye vehêlandin” nirxand û got: “Di vê pêvajoyê de Ocalan yek ji kesên herî krîtîk e, aktorê aştiya Tirkiyeyê ye. Divê şert û mercên wî bên başkirin.” 

Saziyên agahî bi Konseyê re parve kiribûn ev in: 

 * Komeleya Di Înfakizina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST)

 * ÇHD

 * Baroya Amedê 

 * Baroya Colemêrgê 

 * Baroya Rihayê

 * Baroya Wanê

 * Baroya Şirnexê

 * ÎHD  

* OHD

 * Weqfa Civak û Lêkolînên Hiqûqî 

 * TÎHV

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Serokê CHP’ê
Nûçeya Pişt re Kurtulmuş: Erka komîsyonê ew e ku vê xebatê bigihîne encamê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE wê bi 5 milyar dolarî fuzeyan bifiroşe Elmanyayê

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ji bo sîstema parastina hewayî ya Patriot firotina…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Akdenîzê li dijî desteserkirin û polîtîkayên şer çalakî hat lidarxistin

Li Akdenîzê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin û li hemberî polîtîkayên şer banga piştevaniya kampanyaya ‘’Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozturk: Şikandina tecrîdê ji bo avakirina demokrasiyê girîng e

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, anî ziman ku bandorên hilweşîner ên tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?