Min cezayê muebetê girt, berê xwe da zindanê. Ji bo min rojeva dadgehê ya darizandinê bidawî bû. Ez ji wê şûn de têkildarî dosyeyê nebûm. Parêzer bi xwe şandibû temyîzê. Neşanda jî ez ê agahdar nebûma û ez ê bi pey neketama. Piştî ku Yargitayê ceza pejirand, parêzer dosya neşande Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê. Lê daxwaza min bi xwe jî ya ji bo vê yekê nebû.
Mijareke ku bandor li nêrîna me ya tehliyeyê dikir jî hiqûq bû. Têkîliya me û hiqûqê bû. Li aliyekî em xwediyê koka civaka xwezayî bûn. Civaka me hînî dewletê û hiqûqê nebibû. Di sedsala 20’an de jî em bi giranî bi pîvanên eşîretî, qebîletî dijîn. Pirsgirêkên me çibûna jî, me zû bi zû nedibir dewletê. Me serî li hiqûq û dadgehên dewletê nedixist. Li aliyê din, hiqûqa ku li welatê me serdest bû, hiqûqa derbeyê bû. Têkiliya me û hiqûqa vî welatî bi derbeyê jî ne sînordar bû. Sê çaryekên sedsalê bû ku hiqûqa vî welatî em înkar dikirin. Piştî împaratoriyê li vî welatî hiqûqa pozîtîf li ser navê nûjeniyê, li ser înkara me, li ser nebûna me û nebûna mafên me, saz bibû. Lewma di binhişa me û hişmendiya me de, hiqûq, dadgeh ne cihên çareseriyê bûn. Di hişê me de tişteke wekî ‘hiqûq wê mafên me jî biparêze, em dikarin bi rêya hiqûqê têkoşîna mafan bidin’ çênebibû.
Diviya bû me hêvî ji hiqûqa pergalê nekira. Jixwe pergala darazê li dijî me saz bibû. Me yê giliyê kê bikira?
Bêguman tespîta ji bo daraza pergalê rast bû. Hebûna me û mafên me yên ku vê hiqûqê tine dihesiband, weke sûc pênase dikir, me yê çawa bi vê hiqûq biparasta? Bi rastî jî rewş wiha bû. Lê tiştên em tênedigihiştin jî hebûn. Yek ji wan jî, di veguherandina civakê de girîngiya têkoşîna hiqûqî bû. Guherandin û veguherandina pergala darazê û hiqûqê, li kêleka hemû rêbazên têkoşînê yên din, bi têkoşîna hiqûqê mumkun e. Em baş tênedigihiştin ku têkoşîna hiqûqî, parçeyeke ji têkoşîna civakî ya demokratîk e. Ji ber vê tênegihiştinê û wate nedayînê, bi salan me wate û girîngî neda hewlên xwe bi xwe yên hiqûqî. Me ev hewil, weke têkoşîn û çalakiyeke cidî nedît.
Ev nêzîkatî bû sedem ku gelek seranserî û kêmasî derkevin holê. Me weke hiqûqa dewletê, hiqûqa navneteweyî jî bi têrkerî nexist rojeva xwe. Hal ew e ku hemû pîvan û zagonên navneteweyî bi ked û têkoşîna mirovahiyê hatine bidestxistin. Û divê werin parastin. An na wê serdest bi hêsanî bixwazin tine bihesibînin. Ji ber ser nesekinandina me, gelek ji me, ji bo şaştiyên hiqûqî yên biçûk, cezayên giran girtin. Cezayên me, piranî neçûn DMME’yê. Hin kesan 18 salên xwe tije nekiribûn, lê ev nehate hesibandin. Hinekan li ser delîleke sexte ku bi hêsanî dikarîbû were pûç kirin, ceza girt.