Li Şengalê di salvegera 26’an a komploya 9’ê Cotmehê de li ser esasê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek hatibû lidarxistin. 60 kes beşdarî komxebata ku bi sernavê “Li hemberî kirîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan” pêk hatî, bûn. Komxebat bi encamnameyeke berfireh bi dawî bû .
Encamname ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico ve hate xwendin
Encamnameya komxebatê wiha ye:
“Îro dema em navê Rojhilata Navîn tînin ser ziman, tiştên ku têne bîra me şer, pevçûn, nakokî, alozî, qeyrana aborî, qeyrana xwezayê û gelek tiştên din ên bi êş in. Weke ku ev rastî bûye qedera Rojhilata Navîn û ev rewş ji ezelê destpê kiriye û heya ebedê wê berdewam bike. Her kesekî ji me ku niha li vir amade ye, me çavê xwe bi şer, pevçûn û nebûnê li dinyayê vekiriye û jiyana me ya şexsî jî jiyana me ya civakî jî di nav vê çerxê de hûr bûye, parçe bûye. Îro em berê xwe bidin kîjan welatê Rojhilata Navîn şer, xwîn û belengazî heye. Beguman ev qeyraneke kûr a jiyanî û civakî ye ku divê em li ser çavkaniyên vê qeyranê qenc bifikirin, rê û rêbazên çareseriyê bibînin. Yek ji sedemên ku ev komxebat hate lidarxistin jî ev e. Beriya her tiştî lazim e em vê pirsê bikin; gelo li Rojhilata Navîn jiyaneke azad, aram û ewle di dîrokê de qet nebû? Li Rojhilata Navîn ev qeyrana siyasî, civakî û jiyanî ji kengî ve û çima destpê kir? Ev pirs dikare me bigihîne rastiya Rojhilata Navîn.
Weke tê zanîn Rojhilata Navîn di destpêka jiyana civakî ya mirovahiyê de xwedî ciheke taybet e. Îro hemû dîroknas, rewşenbîr û lêkolînerên dinyayê, Rojhilata Navîn weke ‘Dergûşa Mirovahiyê’ binav dikin. Çawa ku zarokek di dergûşê de mezin dibe û peyre dest bi gavên xwe yên jiyanê dike, çand û jiyana mirovahiyê jî di Dergûşa Mezopotamyayê de, di navbera du çemên pîroz ên Dîcle û Firatê de mezin bûye. Ziman, edebiyat, huner, zanist, felsefe, ilmê siyasetê û gelek tiştên din bi destê gelên Rojhilata Navîn hatine pêşxistin. Lê pêwîst e em vê pirsa hişk ji xwe bikin, Rojhilata Navîn ku di dîrokê de çavkaniya jiyanê bû îro çawa weke goristanekî lê hatiye ku herkes dixwaze jê bireve?
Rêber Abdullah Ocalan yek ji wan kesên pêşeng e ku van pirsan ji xwe û ji civaka xwe kiriye, hewl daye qeyrana Rojhilata Navîn fam bike. Rêber Ocalan pêşketina çanda dewlet û desthilatdariyê li hemberî çanda civakî, azadî û demokrasiyê weke çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî, bi taybet jî pirsgirêka azadî û demokrasiyê dibîne û çavkaniya pirsgirêkan wiha dinirxîne: ‘Civakên Rojhilata Navîn di dîrokê de bûne ew beşa mirovahiyê ku herî zêde pirsgirêk û qeyran jiyan kirine. Sedema esasî ya vê rewşê ew e ku ev civak ji 5000 salan zêdetir e di bin zext û dagirkeriya pergala desthilatdariyê de ne.’
Yek ji pirsên komxebata me ya îro jî ev bû, ‘Li Rojhilata Navîn sîstem di qeyraneke çawa de ye?’ Xuya ye ku çavkaniya hemû pirsgirêkên herêmê, pirsgirêka azadî, demokrasî, aborî û siyasetê ev nîdama serdestî û desthilatdariyê ye ku hemû hêza me ya jiyanê hişk dike, zûwa dike. Yanî çavkaniya pirsgêrêkên Rojhilata Navîn dîrokî û bîngehîn in. Lewre pêwîste rê û rêbazên me yên çareseriyê jî li gorî vê rastiyê bin.
Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengal û 9’ê Cotmeha 1998’an dîroka komploya navnetewî ji hevdû ne qute û nabe mirov qut bigre dest jî. Bi kompolya navnetewî dema Serokatî dîl tê girtin, wan hesiband ku êdî her tişt xilas bû. Lê Serok Apo Îmralî kir cihê berxwedanê û qet dest ji parastina miravahiyê ber neda. Projeya Reber Apo ya netewa demokratîk û konfederalîzm û civaka exlaqî û polîtîk rêya çareseriyê li hemû cîhanê vekir. Ji ber ku sîstem wisa li însanan kiriye ku bixwe xwe tune dikin lê ne di ferqa wê yekê de ne. Rêbertî li beranberî vê hişmendiya hov mirovahî parast û xwedî li nirxan derket. Rêber Apo jiyana ku sîstem ferz dike qebûl nekir û qebul nake jî. Paradîgma ku Rêbertî danî pêşiya me, alternatîfa sîstema Kapîtalîst e.
Rastiyeke din ku qeyrana Rojhilata Navîn kûr kiriye jî êrîşên pergala kapîtalîzmê ye ku ev 200 sal in ev pergal rojane êrîşê Rojhilata Navîn dike. Li aliyekî çav berdane hemû dewlemendiyên herêma me, li aliyê din bi siyaseta xwe ya şer, civaka Rojhilata Navîn ji hev parçe dikin û bi hev didin şerkirin. Bi taybet nakokiyên qewmî, olî û mezhebî yên di navbera gel û baweriyên Rojhilata Navîn de pêş xistine, bûye sedem ku gelên cîran bibin dijminê hev. Şerên mezhebî, şerên olî, şerên qewmî yên bi sedan salan, Rojhilata Navîn bê hêz, bê hêvî, bê çare hiştiye. Pêwîst e em zanibin ku bi hezaran salan çanda pêkvejiyanê li herêmê hebû. Gelo çima û çawa ev çanda pêkvejiyanê hate jehrîkirin? Eger em baş bala xwe bidin, em ê bibînin ku destwerdanên ji derve û berjewendiyên desthilatdaran rê li ber vê vekiriye.
Îro Rojhilata Navîn bi pirsgirêkên qebîle, qewm, ol û mezheban ve fetisiye. Bi taybet şikandina îradeya azad a jinên Rojhilata Navîn pirsgirêka herî esasî ye. Dîsa ev axa ku di dîrokê de weke bihuşt hatiye binavkirin, îro bûye çol û çolistan. Di ser van hemûyan de pirsgirêka azadî û demokrasiyê heye ku gelên herêmê ji bo vê têkoşîneke mezin dimeşînin û berdêlên giran didin. Êdî pergala 5000 salan a dewlet û desthilatdariyê jî pergala netew-dewlet ku bi destên ji derve li me tê ferzkirin jî hildiweşin. Ti hêza wan a çareseriyê nîne ku qeyrana heyî derbas bikin.
Ji ber vê me îro di vê komxebatê de ne bi tenê çavkaniya pirsgirêkan nîqaş kir, her wiha em li rêya çareseriyê jî geriyan. Îro mêvanên Ereb, Tirkmen, Şebek, Şîa û Êzidiyên ku li vê derê amade ne, rêya çareseriyê ji me re nîşan dide. Ev jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan û pêşxistina çanda pêkvejiyanê ye. Rêber Abdullah Ocalan ku pêkvejiyana gelan weke ‘netewa demokratîk’ binavkir rêya çareseriyê jî nîşanî me daye. Sebeba ku Rêber Ocalan ev 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin jî ev e. Wî çavkaniya pirsgirêkên Rojhilata Navîn destnîşan kir û her wiha rêya azadî û demokrasiyê nîşanî hemû gelên bindest da. Çawa ku Rêber Ocalan 50 sal in bênavber ji bo azadiya gelan têkoşînê dike, berpirsyariya me ya exlaqî û wijdanî ye ku em jî ji bo azadiya wî ya fizîkî têkoşîna xwe bilind bikin. Li ser vê esasê em vê komxebatê diyariyê Rêber Ocalan dikin ku wî heqîqeta Rojhilata Navîn raxistiye ber çavan.
Em hêvî û bawer dikin ku wê ev komxebata me çanda pêkvejiyana gelan di serî de li Şengalê û li hemû Deşta Nînowayê xurtir bike. Em weke Êzidî, Ereb, Tirkmen, Şîa, Şebek û Mesihiyên Deşta Nînowayê dikarin bi hev re rêyeke nû ya jiyanê ji bo hemû gelên herêmê ava bikin. Eger em karibin fikrê netewa demokratîk, çanda pêkvejiyana gel û baweriyan pêş bixin, emê karibin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Îraqê jî bibin hêvî.”
Komxebat bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Şengalê” bi dawî bû.