Yekşem, 13 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Encamnameya komxebata Şengalê: Fikrê Rêber Ocalan wê li tevahiya Iraqê bê belavkirin
Kurdistan

Encamnameya komxebata Şengalê: Fikrê Rêber Ocalan wê li tevahiya Iraqê bê belavkirin

Di komxebata jinên Êzidî û Ereb de biryar hate dayin ku înîsiyatîfeke hevbeş bê avakirin û ji bo belavkirina fikrên Rêber Ocalan li tevahiya Mûsil û Iraqê kar bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komxebata Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê ya bi rasthatina salvegera 25’an a komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi encamnameyeke ji 5 xalên sereke pêk tê, bi dawî bû. 

Komxebat bi dirûşmeya, ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin’, bi beşdariya 160 jinên Êzidî, Ereb û ji gelek parêzgehên Iraqê hate lidarxistin. Di komxebatê de hem axaftin hatin kirin, hem peyama bi dîmen ya parêzera berê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan Newroz Ûysal û hem jî nirxandina Ocalan bi şêwazê dîmen hatin nîşandan.

Piştî nîqaşan encamnameya komxebatê hate weşandin. Encamname bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Endama Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî û Endama Meclîsa Jinên Ereb Fatîme Mistefa ve hate xwendin. Di encamnameyê de 5 xalên sereke hate eşkerekirin ku ji wana biryara avakirina însiyatîfeke hevbeş ji bo pêşxistina çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate wergirtin û hate gotin, ew ê xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin û fikrê Rêber Ocalan li tevahî Iraqê û Mûsilê belav bikin. 

Berfirehiya Encamnameyê wiha ye:

“Me weke TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb yê Şengalê, bi dirûşemeya, ‘BI JIN, JIYAN, AZADÎ EM Ê AZADIYA RÊBER APO YA FÎZÎKÎ MÎSOGER BIKIN’ komxebatek lidar xist. Ev komxebat bi pêşengiya TAJÊ, meclîsa jinên Ereb ya Şengalê hat lidar xistin. Her wiha çalakvan, aktîvîst û rojnamevanên jin ên ser asta Iraqê yên ji parêzgehên Mîsan, El-Nasiriyê, El-Semawe û Besra beşdarê komxebatê bûn. Ev Komxebat bi armanca hilweşandina pergala girtîgeha Îmraliyê û Azadiya Rêber Apo a fîzîkî hate li darxist.        

Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo a di 15’ê Sibata 1999’an de hat lidarxistin 25 salên xwe temam kir. Em vê komployê bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikin. Em hevrêyên ku li dijî komployê bûne xeleka ji agir û gotin ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ û şehîdên 74 fermanan bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin. 

Di şexsê Rêber Apo de tekoşîna gelên bindest û projeya azadiya jin ya di sedsala 21. de hate hedef girtin. Em bi navê jinên Êzidî-Ereb ên Şengalê ji xaka pîroz a ku ji tevahî berxwedana gelan re şahidî kirî silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe ji Rêberê gelan û mîmarê paradîgmaya Netewa Demokratîk Rêber Apo re dişînin.

ME DI KOMXEBATÊ DE BERXWEDANA RÊBER APO NÎQAŞ KIR

Me di komxebatê de bi berfirehî armanca Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo pêk hatî nîqaş kir û berxwedaniya dîrokî ya Rêber Apo a li dijî hêzên komploger nirxand. Me projeya azadiya jin ya ku Rêber Apo ji bona wê dibêje; ‘projeya min ya azadiya jin nîvco ma ye’ nîqaş kir û rola dikeve ser milê me nirxand. Ji bona em erk û berpirsyariya xwe bînin cih di asta pêşengiyê de rola dikeve ser milê me bileyîzin me carekî din biryardariya xwe anî ziman.

‘RÊYA RÊBER APO RÊYA ÇARESERIYÊ YE’

Paradîgma Neteweya Demokratîk ji bo hemû pirsgirêkên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê tên jiyan kirin rêya çareseriyê ye. Ji bo yekîtî, xwişk û biratiya gelan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad weke jinên Êzidî-Ereb em ê bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ ji vê paradîgmayê re pêşengiyê bikin. Bi şêwêzê Rêber Apo li dijî pergala kapîtalîst şerê azadiyê dayîn û li pergala mêr xistin wê di sala 26’emîn a komplo de bibe armanca me ya bingehîn a têkoşîna li dijî hêzên komploger.

EM DI SALA 26’AN A KOMPLOYÊ DE BÊJIN ‘ÊDÎ BES E’

Li ser van esasan me di komxebatê de carekî din erk û berpirsayên ku weke jin ji me têne xwestin nîqaş kirin û îda û biryardariya tekoşîna xwe ya li dijî hêzên komploger anî ziman. Di sala 26’an a komploya navnetewî de em ê bêjin êdî bese ji pergala Îmraliyê re dem dema azadiya Rêber Apo a fîzîkî ye. Li gorî vê em dikarin bi çend xalan berpisyariyên xwe yên tekoşîna li hemberî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê  wisa bînin ziman;  

5 XALÊN KU BIRYARA AVAKIRINA ÎNÎSIYATÎFEKE HEVBEŞ HATE WERGIRTIN

1- Em weke jinên Êzidî xwe dêndarê Rêber Apo dibînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji nûve tova hêvî û jiyana azad di me de şîn kir. Em azadiya xwe di azadiya Rêber Apo a fîzîkî de dibînin, em tola 74 fermanan, tola bi hezaran jinên Êzidî yê di fermanan de hatin qetilkirin, dîl ketin, hatin revandin di azadiya Rêber Apo a fîzîkî û Xweseriya Şengalê de dibînin. Ji bona em vê armanc û hêviya xwe pêk bînin em ê tekoşînê bi domdarî bimeşînin.
 
2-Ji bona em dawî li pergala îşkence bînin û dîwarên girtîgeha Îmraliyê hilweşînin û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bikin, ji bona em xweseriya Şengalê mîsoger bikin û paradîgma Neteweya Demokratîk bi jiyanî bikin em ê bi her awayî kar û xebat bidin meşandin. Me wekî tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) û meclîsa jinên Ereb ya Şengalê careke din di komxebatê de pîvana kar, xebat û tekoşîna xwe, parastina hebûn û nasnameya xwe azadiya Rêber Apo kir hîmê wê yê bingehîn. Ji bona wê di sala 26’emîn a komployê de em ê li hemberî her cûre êrîşên, stratejiya şer û dagirkeriyê tekoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.
   
3-Xala herî girîng ya di komxebatê de hate nîqaş kirin jî belavkirina fikir, felsefe û paradîgma Rêber Apo bû. Em weke jinên Êzidî-Ereb ji bo em fikra Rêber Apo li Şengal, deşta Nînovayê û li tevahî Îraqê berbelav bikin me rê û rêbaza wê nîqaş kir. Ji bona parêznameyên Rêber Apo werin xwedin em ê di meclîsan de, li akamdemiyan perwerdeyên li ser fikrên Rêber Apo hîn zêdetir pêşbixînin. Famkirina Rêber Apo di rast xwendina fikrên Rêber Apo re derbas dibe. Bi vê hişmendiyê em ê hemû perwerdeyên xwe li ser xwendina parêzname û dahûrandinên Rêber Apo bidin rûnişkandin.

4-Ji bona em li dijî Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevahî gelan û jinan pêkhatiye tekoşînê mezin bikin, em ê ji bo avakirina komîteyekî jinên Êzidî-Ereb ya bi navê însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî kar û xebat bimeşînin.
    
5-Rêber Apo rêya parastina hebûn, çand, bawerî û nasnameya Êzidayetiyê di vegera li ser xaka pîroz de dibîne, rêya pêşî lê girtina qirkirin, ferman û xeteriyên ku hîna jî li ser civaka me ya Êzidî zindîbûna xwe diparêze di mezinkirina hêza parastinê û xweseriya Şengalê mîsoger bibe de dibîne. Em ê ji bona wê tekoşîna xwe mezin bikin û ji bo miletê vegerê li ser xaka xwe em ê kar û xebatan bidin meşandin.

BANGA JI BO PÊNGAVA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Em careke din bi navê tevgera azadiya jinên Êzidî û Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin, bang li hemû sazî, rêxistinên jinan û yê mafê mirovan dikin beşdarî pêngava ji ‘Rêber Apo re Azadî’ bibin û erkên xwe yê wîjdanî û exlaqî bi cih bînin. Em dibêjin bese êdî ji pergala Îmraliyê re, bese ji bê pêwendiya mutlaq a li dijî Rêber Apo, dem dema Azadiya Rêber Apo ye, dem dema  bi Rêber Apo jiyan kirinê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevseroka DFG’ê ya dîl girtî dest bi greva birçîbûnê kir
Nûçeya Pişt re Parlamenterên Iraqê daxwaza vekişîna hêzên biyanî kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê Mûstafa Mesût Tekîk hat veşartin

Cenazeyê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ku di encama krîza dil de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrikê konsera ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re

Li Dêrikê bi beşdariya bi sedan kesî konserek hate lidarxistin û piştgirî ji Yekîneyên Parastina…

Ji aliyê Stêrk TV

Di şeveke Newrozê de ji dayik bû, li çiyayan bû Newroz

Dayika şehîd Zana Beybûn, Şîlan bal kişand ser jiyana kurê xwe ya di şeva Newrozê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?