Endamê Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kameran Osman li ser liv û tevgera artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê agahiyên nû parve kir.
Kameran Osman diyar kir ku piştî salekê ji agirbesta yek alî ya PKK’ê û şûnde artêşa Tirk dest bi çêkirina baregeh û bendên kontrolê kiriye û rê nadin gundî biçin ser zevî û gundên xwe.
Kameran Osman got: “3’yê Adarê leşkerên Tirk li bendeke ya kontrolê li nava zeviyên Şîva Mêzya ya Gundê Keşanê ya ser bi navçeya Batîfa ya girêdayî îdareya sebixwe ya Zaxo çêkiriye. Li vê derê leşker pêşiya gundiyan digire ku neçin nava zeviyên xwe û tevgera welatiyan ya li herêmê sînordar kiriye. Vê yekê jî weke sedem çêkirina rêyeke nû ya di navbera Baregeha Koxê Dupişka û Koxa Melehê girêdana wê ya bi navend û baregeha din ya li navçeya Batîfayê ve.”
Herî dawî Kameran Osman destnîşan kir ku her çende êriş û bomberdûmana artêşa Tirk a li ser Herêma Kurdistanê sekinîbe jî, lê artêşa Tirk bê navber navend û baregehên xwe û serweriya xwe ya leşkerî ya li nava xaka Herêmê û Iraqê xurtir dike.

