Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan bi vî rengî ye:
“Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi salane bê navber berdewam dike her ku diçe mezin dibe. Ya ku xeta wê ya berxwedanê diyar dike, di serî de Rêbertiya me û şehîdên me yên qehreman in. Bi saya şehîdên me, ked û berdêlên ku wan dane û bi berxwedana wan ya destanwarî têkoşîna me ya azadiyê, di vê astê de gerdûnî dibe û ji hemû cîhanê re dibe hêvî û çavkaniya berxwedanê. Tekoşîna me ya bi rûmet û jiyana azad, di hemû dîroka mirovahiyê de cihekê mezin girtiye. Nirxên ku hatine avakirin, hişmendiya azadiyê ku ava bûye û hemû berdêlên ku hatine dayîn di encama têkoşînekê mezin de hatine bidestxistin. Rastiya Rêbertiya ku bi ser dixe, veguheriye rastiya serketina jinan û ciwanan. Bê guman tu têkoşîn bi hêsanî ne hatiye bidestxistin. Di vê wateyê de têkoşîna me di giştî cîhanê de deng vedaye. Wekî ku Rêberitya me dide nîşandan ‘li ser van xakan, berxwedanî vediguhere çandê’. Di şexsê Rêbertiyê de rastiya gerîlayê ku li ber xwe dide, jin, ciwan û gelê ku li ber xwe dide derketiye holê.
Têkoşîna me ya nîv esir di her wateyê de ji Tevgera Ciwanên Apoyî re mîras û nirxekê mezin hiştiye. Wekî Tegera Ciwanên Apoyî careke din em dubare dikin ku li hemberî her şehîdek, soza xwe, girêdanbûyîna xwe, biryardariya xwe, em ê pê xurtir bibin. Mîrasa têkoşîna me ya 52 salan a şehîdan, wê bibe hêza esasî ya ku meşa me diyar dike.
Li ser vê esasê di 25’ê Tebaxa 2025’an de li qada ku lê tedawî didît, yek ji pêşengên tevgera me ya ciwanan, hevrêyê me Çiya Rizgar ku gihişte şehadetê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û li beramberî bîranîna wî em bejna xwe ditewînin. Di serî de malabata me ya hêja ya hevrêyê me yê Şehîd, Çiya Rizgar re, hemû gelên Kurdistanê û ciwanan re sersaxiyê dixwazin.
Ji kêliya ku tevlî tevgera Apoyî bû heta kêliya ku gihîşt şehadetê, hevrêyê me Şehîd Çiya Rizgar bi tekoşînekê bê emsal û bi tevlîbûnekê xurt, israra xwe ya di jiyana azad û bi kesayeta xwe ya têkoşer, bû hevrêyekî jiyana azad. Hevrêyê me me Şehîd Çiya Rizgar ji Bakurê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê û hemû qadên ku lê xebat meşand, bû mînakek ya milîtantiya Apoyî. Bi rêhevaltî, ked û hewildanên xwe û sekna xwe ya fedayî, ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re pêşengtiyekê xurt kir.
EW ZAROKÊ ÇIYAYÊN SERHILDÊR, FERMANDARÊ BERXWEDANA NISÊBÎNÊ
Hevrêyê me Çiya Rizgar, di sala 1992’an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê di nava malbatekê nirxên xwe yên Kurdistanî diparast û girêdayî nirxên xwe yên welatparêziyê bû, ji dayik dibe. Li dijî her cûre polîtîkayên dijmin ên qirkirin, bişaftin, koçberkirin, şewitandina gundan, dibe yek ji milyonan ewladên Kurdistanê ku mecbûr tê hiştin ji xaka xwe koç bibe. Qutbûyîna ji xaka xwe di wî de kîn û hêrsekê mezin ava dike û tu carî ji xwe re bûyîna yekê din qebûl nekiriye. Bi nasname, hebûn û fikra xwe ya cewherî karî bijî û hîn di zarokatiyê de taybetmendiyên Kurdistanî di wî de serhildêriyekê ava dike. Dema hîn ciwan bû polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê dihate meşadin ferq dike û dikeve nava lêgerîna çawa bijî. Pergal û rastiya malbata heyî di wî de nakokiyekê mezin ava dike, lêgerîna wê ya xwe gihandina heqîqetê dihêle veguhere lêgerîna xwebûnê. Bi taybetî di salên ku zanîngeh di xwend de, dema ku dest bi xebatên ciwanan dikir, lêgerîna wî ya azadiyê kûrtir dibe û dest bi xwegihandina wateya hezkirina jiyana ku jê re digot ‘tu wê teham vê jiyanê bigrî’ dike. Lewra wate di wî de rewşek wisa ya cewherî pêk tîne ku ev wate vediguhere eşqa têkoşînê ku qet êdî dest jê bernade. Xwe gihandina cewherê, xwe gihandina heqîqetê bû û ev meznahiya zanebûna ku di wî de, veguherîbû tolhildanekê mezin. Her tolhildanek jî bibû navê vegera li cewherê. Tolhildana xwe ya yekemîn li hemberî pergala ku ew ji xaka wî qut kiriye, bi tevlîbûna xwe ya nava refên azadiyê digre. Qada Heftanînê ku destpêkê berê xwe dide wir, li wê derê xwe digihîne sirra hevrêtiyê. Ya ku wî gihandî vê sirê, dema ku wekî mirovekî xweşik dest bi vê rêyê dike, wekî şoreşgerekî xweşik, wekî deynekî li çiyayan, navê ÇIYA digre. Ev yekemîn navê lêgerîna xwebûyînê bû.
Ji 2013’an roja ku wekî şoreşgerekî profesyonel dest bi rêwîtiya xwe ya Tvgera Azadiyê kirî heta bi roja ku şehîd ketiye, karî bibe gerîlayekî zaferê û sembola hevrêtiyê. Ji 2013’an heta 2016’an cihê xwe dinava xebatên Bakur de girtiye û di her qada ku têde xebat meşandiye, di hemû hevrêyên xwe de, di her ciwan û malbata ku danûstandin bi wan re kiriye teqez şopekê di wan de hiştiye û rêzdariyekê muaazam ava dike. Ciwanên Bakurê Kurdistanê perwerde dike, rêxistin dike bi vî rengî zanebûnekê mezin ava dike, Her wiha li beramberî dijmin di berê xwe dayîna ciwanan a nava refên berxwedanê de, dîsa pêl bi pêl berê xwe dayîna refên gêrîla ya ciwanên Kurd de dibe xwedî rolekê bi bandor.
Di sala 2015’an de li qada Garê bêyî ku akademiya Alî Çîçek temam bike, li Bakurê Kurdistanê cihê xwe di nava refên berxwedanê ya rêveberiyên xweser de digre. Rûxmê demek dirêj di perwerdeyê de namîne jî, bi rêgeza ‘eger rast fêm bikî, tu yê rast pêk bînî jî’ her kêliya xwe ya jiyanê hewldanekê mezin raber dike ji bo ku Rêbertiyê fêm bike û pêk bîne. Perwerdeyekê yek rojî, ji bo serketinên mezin bes bû. Lewra Heval Çiya bi pratîka xwe vê îspat dike û ji hemû hevrêyên xwe re di vê wateyê de dibe mînakekê mezin. Li Nisêbînê ji roja ku pêvajoya rêveberiyên xweser destpê dike heta dawiyê, cihê xwe di navê de digre û di pêvajoya ku digot ’em diçin şoreşê bikin, em ê bibin navê serxistin û serketinê’ de, karî bibe qadroyê zaferê. Bû yek ji fermandarên mezin ên Nisêbîna ku bi berdêlên mezin dibe navê berxwedanekê bi heybet û ji dijmin re sendromê dide jiyan kirin. Hevrêyên xwe yên ku nas dikir, dîtî, bi hev re li heman mewziyê şerkirî, bi destê xwe wane emanetî xaka pîroz kirî, bi sozekê mezin ya “berxwedan jiyane” dibe bersiv û heta şehadetê girêdanbûyîna xwe ya ji van hevrêyên xwe re, bi ked û tekoşîna bersivbûyînê ya ji rastiya wan re dijî. Heval Çiya li gel hemû hevrêyên xwe bi yek gotinê tê bibîranîn; sembola hevrêtiya rast, ew “HEVRÊYEK” bû. Bi pênasekirin xwe nîşan dide ku; “hevrêtiyekê wekî me di dîrokê de jî ez texmîn nakim ku pêk hatibe. Bi taybetî hevrêtiya bi jinê re. Ya herî rehet û hêsan ji bo hevdu canê xwe feda kirin e. Ji bo hevrêtiyê ez çi bînim ser ziman jî wê nikaribe pênase bike. Ya esas hevdu hîs kirin, mezin kirin û têkoşîn e. Demên ku wekî fîzîkî ez ji hevrêyên xwe dûr dimam nefesa min qut bû û min hîs kir ku ez bê nefes dimînim’. Hevrê Çiya karî bibe tevahiyek ya hemû şehîdên rêveberiya xweser. Her hevrêyek şehîd ji ber ku parçeyek ya wê tevahiyê ye, van parçeyan giştî di xwe de dayîna jiyan kirin û her rêhevalekê bi vê şêwazê tekoşînê bêmirinî kirin dinava rêhevalên xwe de wekî ÇIYA NISÊBÎN karî nirxên şehîdan hilgire. Bersiva herî mezin da erkê herî pîroz, dema ku jiyan dikir vê rêzdariyê avakir lewra bûye derstanekê berxwedaniyê a Nisêbînê.
Pêvajoya rêveberiyên xweser wekî navên qehremantî û berxwedanên mezin dema ku di dîroka azadiyê de cihê xwe digre hevrê Çiya ku heta kêliya dawî di rêveberiya xweser de tekoşîn dike, dema di xwestin gelê Kurd yê Egîd û Qehreman dîsa ciwanên Kurd di nava enkazan de binax bikin, bi ji nû ve jidayîkbûnê re mirinê, kire jiyan. Di bin enkazan de karî wekî navê xwe bibe ÇIYA û tu carî dest ji rêwîtiya çiyayên azad bernade. Ji 2016’an heta şehadeta xwe jî vê rêwîtiya xwe tu dest jê berneda. Li deştan bû Çiya, li Çiyan jiyanê xweşik kir, li deştan mirovên çiyayî avakir û tu carî ji dervey Kurdistanê ji dervey Çiyayan li cihekê cuda jiyan kirin ji xwe re qebûl nekiriye. Di pêvajoya nexweşiyê de, li qada ku lê tedawî didît, heta kêliya dawiyê ferzkiriye û di xakên Kurdistanê ku aşiqê wê ye de “divê riya ku bi pirsa çawa bê jiyan kirin destpêkirî de, zanî çawa jiyan bike, DI KÛRANİYA WATEYÊ DE xwe gihand heqîqetê”.
Di sala 2021’an de perwerdeya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê dibîne û bi vê perwerdeyê re bêhtir bi felsefeya Rêber Apo re bû yek, hevrêtiya rast a bi Rêbertiyê re, ji bo ku sekna hevrêtiya azad di kesayeta xwe de ava bike, dibe xwedî tevlîbûnekê mezin. Piştî wê, ji bo ku bêhtir direfên pêş de tevlî şoreşa rojava bibe, jibo ku gel û ciwanan bi fikrê Rêber Apo perwerde bike, berê xwe dide Rojava. Li ruxmê nexweşiya xwe jî bi bê navber salên xwe yên tije tekoşîn bêy ku bi weste, bi coş û eşqek ya jiyanê karî bibe xwedî meşekê mezin
BI ENERJIYA XWE YA POZÎTÎF WEKE PÊLEKE BI COŞ HERIKÎ
Hevrê Çiya di dîroka xwe ya tekoşîna xwe ya nefes bi nefese de hevrêtiyeke bêdawî bi cih kir. Her kêlî bi wate, her kêlî bi kûrahiya wateyê jiyan kir. Li hemberî nêzîkatiyên neyênî tekoşînekê mezin meşand û ji her pratîkê terûbe derxist. Di jiyana azad ku Rêbertî avakirî de, bi gotina ‘yê ku me dide meşadin Rêbertiye û erkê ku dikeve ser mile me jî fîzîkî azadiya Rêbertî pêkanîn e’ her tim bû xwediyê tekoşînekê ku Rêberityê zêdetir hîs bike û pê re bibe yek. Ji derveyî pirtûkên Rêbertiyê pirtûk nedixwend, di hemû têkoşîn xwe û perwerdeyên ku dida de yek hedefa wê hebû ew jî dayîna fêmkirin û dayîna nasîna Rêbertiyê bû. Wekî pêşengê ciwanên Apoyî bi Rêberityê re bû xwediyê meşek ya azadiyê. Hevrê Çiya di hemû nirxandinên xwe de dide nîşankirin ku fedayîyek yê Rêber Apo ye û her tim bi guhertin û veguhertinek dayîmî re bû xwediyê seknek fedayî. Wekî navê xwe bû xwediyê seknek bi heybet û hertim ji derdora xwe re bû çavkaniya moralê.
Nirxekê mezin dida hevrêtiya xwe ya bi jinê re û di xeta azadiya jinê de kûrbûyînê ji xwe re esas digirt. Hevalê Çiya ku digot “ yek kêliya me jî divê bê tekoşîn derbas nebe.” Lewma tekoşînekê mezin jibo têkiliyê rêhevaltiyê da avakirin.
Hevrê Çiya rêgeza Rêber Apo ya ku “hevrê ew e ku eniya hevrêyên xwe digihîne stêrkan’ wek felsefeyek jiyanê di xwe de jiyanî kir, têkiliyên hevrêtiyê di tekoşînê de mezinkirina wê hertim ji xwe re esas girt. Di heya roja şehadeta xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêhevaltiya komûnalîst û jiyana komünal ji xwe re kir armac. Ji me re rêhevaltiyekê ku tu carî xilas nabe diyarî kir. Rêhevaltiya jiyanî ku dewrî me kirî, em soz didin ku bigihînin azadiya Rêber Apo.
Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên sosyalist dikin ku bi xwedî derketina li wesiyeta şehîdan re tekoşînê, bi rihê Rêheval Çiya mezin bikin. Riya bersivbûyîna ji şehîdan re xwedî li mîrasa wan derketine. Bi her kêlî tekoşîn kirin û berxwedyînê tola şehîdan rakirin, erkê me yê esasiye. Li ser vê esasê em dubare rêhevaltiya jiyana azad û fedayîtiya Şehîd Çiya Rizgar, di serî de ji malbata wî re ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, soza girêdanbûyîna xwe ya bîranîna şehîdan re nû dikin û em soz didin ku emê armancên wan yên serkeftinê pêk bînin.”
AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYA ŞEHÎD
Agahiyên li ser nasnameya şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Çiya Rizgar
Nav paşnav: Arjen Yavûz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn-Şemrex
Dayik-Bav: Ayten-Hasan
Dem û cihê tevlîbûnê: 2013 / Amed
Dema şehadetê: 25’ê Tebaxa 2025