Parlamenterên ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di parlamenê de hate avakirin, di Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin, ji bo lêkolînkirina li ser cihê Artêşa Komara Îrlandayê (IRA) û tecrûbeya Înglandê çûn Îrlandayê.
Di nav parlamenterên ku bi vexwendina Enstîtuya Pêşketina Demokratîk (DPI) a ku navenda wê li Înglandê ye çûn Dublîn a paytexta Îrlandayê de, Cîgira Seroka Koma Partiya DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît digel Celal Firat, parlamenterê AKP’ê Abdurrahman Babacan, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Oguz Kaan Salci, ji Koma Rêya Nû Mehmet Emîn Ekmen, Mustafa Bilîcî û Bulent Kaya jî hebûn.

