Di nameyê de hate diyarkirin ku rojnamevana Elman Eva Maria Michelmann û rojnamevanê Kurd Ehmed Polad 18’ê Çileya 2026’an li Reqayê winda bûne. Hat ragihandin ku her du rojnamevan herî dawî dema êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, hatine dîtin.
Li gorî parlamenteran, piştî şer dijwar bû rojnamevanan bi sivîlan re xwe spartine avahiyekê, di dema tahliyeyê de hêzên çekdar ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi wesayîteke leşkerî ew birine. Ji wê demê ve nayê zanîn ka rojnamevan li kuderê ne û jiyan dikin yan na.
Endamên Parlamentoya Ewropayê ji Komîsyona Ewropayê û Nûneriya Bilind a Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ev daxwaz kirin:
Divê demildest aqûbeta rojnamevanan were eşkerekirin û bên berdan, derbarê kesên winda yên li Reqayê agahiyên zelal bên parvekirin û rêxistinên navneteweyî bikarin xwe bigihînin navendên binçavkirinê.
Hate ragihandin ku YE divê bi lez û bi biryar gavan bavêje.
19 parlamenteran îmze avêt bangê. Ji Keskan, Çep, Sosyalîst û koma Demokratan pêk tê.

