Eniya Têkoşîna Demokrasiyê li ofîsa xwe ya bajarê Kerkûkê, li dijî biryara Dîwana Dadweriya Iraqê ya ji bo girtina partiya wan, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Daxuyaniya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê ji aliyê Fahim Cemal ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
Eniya Têkoşîna Demokrasiyê partiyeke ji nav gelê zehmetkeş û bindest ê vî welatî derketiye û şanaziyê bi peywendiya bi gelê xwe re dike. Em di dil û hişê xwe de xwediyê projeyeke mezin yên netewî ne, ku armanca wê pêşketin û bexteweriya hemû welatiyên welatê me ye. Em ji bo serkeftina bingehên yekrêziya netewî û têkoşîna li dijî wan projeyên ku ji bo têkdana civakê dixebitîn.
Em bawer dikin ku pêkve jiyan û aştî heye. Baweriya me bi azadiya jinê heye. Ji ber ku azadiya jinê tê wateya azadiya hemû civakê. Her wiha em ji bo belavbûna çanda demokratîk ya rastîn û ruhê beşdarbûnê di navbera hemû komên xelkê me de, dixebitin. Em hêvîdar in ku Hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federal ya Iraqê wê lêkolînê li ser hêzên rastîn yên li pişt vê biryarê bikin ku ew biryar ji ber helwesta me ya nîştimanî hate dayîn ku cudahiya netewî red dike wekhevî û dadperweriyê dixwaze.
Ji bilî hin hewldanên pûç û vala yên ji bo xirabkirina hêz û îradeya me ya bi armanca xizmetkirina gel û welatê me, tişteke din nîne. Ji vir em bang li hemû welatiyan dikin ku li gel me li dijî wan planên ku li dijî gelê me hatine çêkirin, rawestin.
Em dîsa dubat dikin ku bi hemû rêyên yasayî yên li ber destê me ne û em ê li dijî vê biryara nerewa têbikoşin. Her wiha em girêdayî prensîbên û armancên xwe yên bilind in. Di çarçoveya destûr û yasaya di meriyetê de, Eniya Têkoşîna Demokrasiyê wê di xurtkirin û pêkanîna projeya demokratîk û pêkvejiyana aştiyane de têkoşîn û xebata xwe bidomîne. Her wiha Eniya Têkoşîna
Tevî ew zexta ku li ser me tê kirin, emê heta dawiyê li ser vê rêbaza têkoşînê berdewam bin. Her wiha em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê biryara girtinê û belgeya ku rastiya helwestên me li her du aliyên destûrî û yasayî piştrast dike, bidomînin.”