Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Eniya Jinan: Em Şengalê bi sîstema rêveberiya xweser jinûve ava bikin
Jin

Eniya Jinan: Em Şengalê bi sîstema rêveberiya xweser jinûve ava bikin

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê di salvegera fermana Şengalê de ji bo rizgarkirina jinan û jinûve avakirina Şengalê, bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate ragihandin:

“Komkujî yan fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan hate kirin, di dîrokê de bû cara 74’an, ku Êzîdî li herêm û erdnîgariyên cuda ji aliyê desthilatdar û hêzên tundrew ve li dijî wan hatin kirin. Bi hezaran jinên Êzidî bûn qurbanî. Tevî hemû hewldanan ji bo dîtin û rizgarkirina wan, hîna çarenivîsa wan ne diyare. Li gel vê jî bi hezaran jin û zarokên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin û di bazaran de dihatin firotin, ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatin azadkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Zîhniyeta paşverû û kevneperest a DAÎŞ’ê û avakerên wê armanc kir ku li ser hesabê gelê Êzidî zirarê bide ziman, rûmet, çand, erdnîgarî, huner û hebûna resen a Kurdan û li ser navê olê wan dagir bike û bigihêje armancên xwe yên qirêj. Lê weke ku tê dîtin, xewna DAÎŞ’ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê ve hatibû afirandin, ji aliyê azadîxwazên Kurd û mirovatiyê ve hat têkbirin. Heta niha jî li dijî Êzdiyan û her destkeftiyên wan ev êriş berdewamin. Ji bo wê pêwîste hem wek jin hem jî wek her Kurdekê, bi wijdanî û bi awayekî cidî piştgirî û hevkariyê ji bo avakirin û nujenkirina Şengalek xwedî sîstema xwerêveberiyê û dûrî destwerdanên herêmî û derve, bikin. Ji ber ku avakirina vê sîstemê derbeyeke din a li ser armancên dijminane ku Tirkiye û dardestên wî yên li Başûrê Kurdistanê di rêza yekem dene. Ev piştgirî heman demê de rêzgirtina li êş û têkoşîna kesên ku ji destpêka komkujiyê ve bûne hewara gelê Êzidî ye. Ew bi êş û xwîna xwe li pêşiya mezinbûna komkujiyê rawestiyan.

Em wek jin ji bo avakirina Şengaleke nû û civakeke Êzidî ya bi hêz û xwebawer xwerêxistinkirina jinê pêwîstiyeke girîng dibînin. Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî her hêzeke ku armanca êrişa li ser ast û pêgeha jinê dike, xebatên xwe yên birêxistinkirin û avakirina îrade û xwebaweriyê bixin pratîkê. Ji ber ku em jinên ji heman neteweyê (Kurd) û hemû jinên cîhanê li hêviya pêşketina civaka Êzidî ne ku jin tê de pêşengin, xwedî helwest, biryar û hêza parastina hebûn û cewherê xwe ne.

Berxwedan û îstîkrara Êzidiyan a li ser esasên xwe yên netewî û olî, hemû hewldan û planên dijminan ên deh salan yên li dijî civaka Êzidî li Şengalê têk bir. Her wiha ji ber hebûna Hêzên Parastina Êzidxanê û ji ber ku dilxwaziya xelkê Êzidî û teslîm nebû, ev hewldan û planên dijminan têk çûn.

Em ji bo piştgirî û hevkariyeke zêdetir bang li avakirina lobî û eniyeke xurt a jinan dikin, da ku bikarin vê karesatê weke jenosîd bidin naskirin û rewş û azarên jinên Êzidî yên ji destê DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û yên nehatine rizgarkirin, li ser asta cîhanê û civaka navneteweyî bidin ragihandin.

Ji ber ku em êş û azarên Êzidiyan bi taybet jinan dihesin, her wiha ji ber berpirsyariya xwe ya li hember vê mijarê, li gel şermezarkirina kirdar û hevkarên wan, soz didin ku em ê li pirsgirêk û destkeftiyên civaka Êzidî bi taybet jinan xwedî derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Desteya Jîngehê şewitandina xwezaya Efrînê şermezar kir
Nûçeya Pişt re Rêveberiya Xweser: Komkujiya Şengalê weke qirkirin nas bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xelfetiyê meş: Dê qeyûm biçin em ê bimînin

Gelê ku li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê nobetê digirin, heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Dê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê bi dawî bû

Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê, qasî saetek û 50 deqe dewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Trump dibetiya hêza bejayî li Îranê red nekir

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku ew dibetiya bicihkirina leşkerên Amerîkî li ser xaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Giliyê birîna daran a li Gabar û Bestayê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li DYE’yê generalekî payebilind ji wezîfeyê hate dûrxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?