Li gorî agahiyên ku xebatkarên alîkariya mirovî dan AFP’ê, di êrişê de herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîndar bûn. Ji xebatkarên alîkariyê Wai Hun Aung diyar kir ku hin cenaze dibe ku hîn jî di binê enqazê de bin.
Êriş roja Duşemê li bajarê Kyauktaw ê eyaleta Rakhineyê danê nîvro rû da ku hingî qelebalixî zêde bû. Artêşa Arakanê (AA) ku beşeke mezin a herêmê kontrol dike, piştî êrişê destpêkê ragihandibû ku 33 kes mirin û hişyarî dabû ku hejmara qurbaniyan dibe ku zêde bibe.
Rêveberiya leşkerî ya li Myanmarê jî heta niha li ser êrişê daxuyaniyek nedaye.
Eyaleta Rakhineyê ji şerê navxweyî û vir ve ku piştî darbeya leşkerî ya 2021’an rû da, yek ji eniyên herî girîng e. Artêşa Arakanê beşeke mezin a eyaletê kontrol dike. Artêşa Myanmarê hîn jî li hin bajarên herêmê ye.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji ber şer nêzî 500 hezar kes li Rakhineyê ji cih û warê xwe bûn. Saziya şopandina şer ACLED’ê jî diyar kir ku piştî darbeyê, li welêt zêdeyî 100 hezar kes hatin kuştin.

