Eniya Piştgiriya Gel ya Başûrê Kurdistanê îro êvarê li avahiya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Silêmaniyê, têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Endamê Desteya Rêveber ya Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Silêmaniyê Fethullah Huseyn ragihand ku armanca sereke ya dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e û wiha got; “Eger bajarê Helebê were dagirkirin, dê bibe heştemîn bajarê Kurdî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê dagirkirin. Ev nîşan dide ku dijminatiyeke mezin a dewleta Tirk li hemberî me heye. Em ji vir radigihînin ku gelê me yê Rojava rûbirûye êrîşên dagirkerî û gefên tunekirinê ye. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku li dijî êrîşên çeteyan û dijmintiya dewleta Tirk helwestekê bigirin. Gelê Kurd yê Kantona Efrîn, Şehba û bajarê Helebê di bin gefên mezin de ne. Ji ber vê yekê em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin ku dengê xwe bilind bikin û helwest bigirin.”
Huseyn bi berdewamî wiha got: “Ez bang li aliyên peywendîdar dikim ku Deriyê Fîşxabûr û Sêmalka were vekirin da ku em bikaribin alîkarî û piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê bigihînin Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku pêwîstiya me bi helwesteke netewî û yekdengiyê heye.”
Endamê Eniya Piştgiriya Gel Bextiyar Mistefa jî di civîna çapemeniyê de axivî û got; “Gelê me di bin gefan de ye. Ji ber vê yekê em weke Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bang li Netewên Yekbûyî û hemû navend û rêxistinên qada demokrasî û mafên mirovan dikin ku li hemberî vê kuştin û dagirkeriyê helwest bigirin û asteng bikin. Her wiha rêyek ji bo wan welatiyên ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin, bibînin.”