Rojavayê Kurdistanê bi rojane di bin êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de ye. Ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê 15 ciwanên enternasyonalîst ji Almanyayê hatin bakurê Kurdistanê. 16 ciwanên ku ji saziyên wekî Koma Xebatên Enternasyonalîzmê ya Hannoverê, Ciwanên Çep – Solid, Ciwanên Demokratîk ên Yuna, Keçên Demokratîk ên Rozalia, Federasyona Rêxistinên Têkoşerên Çîna Civakî, Sazîbûna Komûnîst pêk dihatin di çarçoveya xebatên xwe de li Mêrdînê bûn. Fereshte Khosravî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye û tev li çalakiya ciwanan a ji bo piştgiriya Rojavayê bû.
Ciwanên Alman, dema ji Nisêbînê diçûn Mêrdînê li ser reya Qoserê ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku ciwan li ser biryara dadgehê hatine binçavkirin. Ciwan piştî hatin binçavkirin ew birin Îdareya Koçberiyê ya Bajêr a Mêrdînê. Li gorî agahiyên ku parêzeran dan derbarê ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn. Hate ragihandin ku 16 enternasyonalîst dê di nava çend saetan de bên dersînorkirin.
Navên ciwanên ku hatine binçavkirin wiha ne: Anna Marie Muller, Marlene Emma Heldmann, Hilde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathis Pfeiffer, Lea Hobbiebrunken, Laura Katharina Janku, Anjo Genow, Laura Schmid, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Mariam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler, Fereshte Khosravi.

