Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û got, “Yek ji komeleyên ku salên dûr û dirêj ji bo çareseriya meseleya Kurd a bi rêyên demokratîk, rêyên li derveyî şer nêrîna xwe tîne ziman, Komeleya Mafên Mirovan e. Me têkildarî vê yekê hin çalakî û nobed dan destpêkirin. Di vê pêvajoyê de wê karekî gelekî mezin bikeve ser milê saziyên weke ÎHD’ê.
Di 27’ê Sibatê de banga ku ji Birêz Ocalan dihate hêvîkirin bi raya giştî re hate parvekirin. Di mijara çareseriya meseleya Kurd de qonaxeke nû destpê kir. Ev qonax çi ye? Dewletê zêdeyî sed sal in di mijara werirtina mafên bingehîn ên Kurdan de timî amûrek bi kar anî. Tundî, şer, bi gotina wan teror. Bi vê banga Birêz Ocalan re ev amûr ji holê hate rakirin û li gel vê yekê PKK’ê bi lez agirbest ragihand. Ji îro û pê ve divê partiyên muxalefetê, rêxistinên civakî yên sivîl ji bo serxistina vê têkoşîna aştiyê ya ji destê wan tê bikin. Ev mesele divê tenê ji wijdanê desthilatdariyê re neyê hiştin. Di mijara çareseriya pirsgirêkeke sed salî de ku 40 salên dawî di nava şerekî giran re derbas bû, divê her kes fikrê xwe bibêje bê li qada xwe dikare ji bo aştiyê çi bike û bang li desthilatdariyê û partiyên siyasî bike.”
FIRSENDEKE GELEKÎ MEZIN LI PÊŞIYA ME YE
Yilmaz diyar kir ku bi gavên erênî yên desthilatdariyê re pêvajo dikare bê biserxistin û got, “Firsendeke gelekî mezin li pêşiya me ye. Banga Birêz Ocalan, reaksiyona erênî ya ku PKK’ê da vê bangê, her wiha rol, kêfxweşî û helwesta piştevan a piraniya partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê ya ji bo vê bangê, divê ji bo avakirina aştiya mayinde bêne bikaranîn.
Di nava 10 salên dawî de bi taybetî Kurdan û derdorên muxalîf berdêlên gelekî giran dan. Ji qedexeya derketina derve heta bi hovîtiyên hatin kirin, hîn jî di bîra me de ne. Piştî OHAL’ê li girtîgehan êşkence û kiryarên xerab zêde bûn, şaredarî bi biryarnameyên di hukmê qanûnê de sê serdemên têne desteserkirin, îradeya hilbijartinê ya Kurdan ji holê tê rakirin, bersiv ji pêwîstiyên girtiyên nexweş re nayê dayin, nayên berdan û astengî li pêşiya azadiya îfadeyê hatiye danîn. Ev hemû dibin sedem ku welatî û rêxistinên civakî yên sivîl bi guman nêzî pêvajoyê bibin. Lê belê yên ku gavên ji cihê baweriyê biavêjin û vê gumanê ji holê rakin, desthilatedarî û dewlet bi xwe ye. Ji bo baqeriya mirovan a vê pêvajoyê bê zêdekirin û aştiya civakî bê civakîkirin, beriya her tiştî divê ev bîranînên neyînî ji holê bêne rakirin. Divê dewlet bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe. Divê desthilatdarî li pêşberî banga Birêz Ocalan gavên erênî biavêje, tevkariyê li pêvajoyê bike. Ji bo xisara 10 salên dawî bê bidawîkirin, divê biryarên guncaw bêne dayin.”
BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL
Yilmaz destnîşan kir ku ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde di serî de rêxistinên civakî yên sivîl û baro berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê gelek saziyan û got, “Rêxistinên civakî yên sivîl ji ber ku bi daxwazên gel baş zanin û li qadê kar dikin, divê bibin parçeyek ji vê pêvajoyê. Ji bo çareseriya vê meseleyê pêwîstî bi çavê sêyemîn heye. Eger ev pêvajo bixitime, divê ev çavê sêyemîn karibe bi rengekî serbixwe aliyên ku pêvajoyê dixitimîne rawestîne. Yek ji komên ku kare vê bike jî rêxistinên civakî yên sivîl e. Di dîroka cîhanê de rêxistinên civakî yên sivîl her tim ji bo bendewariya civakê zêde bikin wezîyeya pir, navbeynkariyê lîstine. Ji ber vê yekê em gelekî girîng dibînin ku rêxistinên civakî yên sivîl tevlî pêvajoyê bibin. Lewma ji bo rêxistinên civakî yên sivîl tevlî pêvajoyê bibin, em ê di rojên bê de wan hemûyan vexwînin Amedê û komxebatekê lidar bixin.”