Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan doh li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê derbasî Hewlêrê bû û ji aliyê Mesrûr û Nêçirvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin li Qesra Serokatiya Hikumetê ya Herêma Kurdistanê li çapemeniyê girtî pêk hat. Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî beşdarî hevdîtinê bû.