Di ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo re salek derbas bû ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Sibata 2025’an de hate eşkerekirin. Di salvegera yekemîn a bangê de Rêber Apo deklarasyoneke nû eşkere kir ku weke “Qonaxa duyemîn” hate pênasekirin.
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat rêveçûna pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku banga Rêber Apo ne tenê li siyaseta Kurd bû, di heman demê de berpirsyariyên girîng dida dewletê. Serhat Eren got, “Bi rengekî şênber tê gotin, divê dewlet di nava xwe de bikeve nava guherîn û veguherînekê. Yanî tê destnîşankirin ku divê dewlet bikeve nava veguherînekê ku xwe dispêre demokrasiyê, azadiyê, welatîbûna destûra bingehîn û dewleta hiqûqê. Li şûna avaniya yekperest a dewletê pêwîste di nava Komara Tirkiyeyê de statuya Kurdan, ziman û mafên wan ên çandî bêne qebûlkirin. Tê gotin, ev hemû bi perspektîfa komara demokratîk, yanî bi demokratîkbûna komarê dikare pêk were.”
‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI ÎRADEYA YEKALÎ NAMEŞE’
Parlamenter Serhat Eren ragihand ku pêvajoyên aştî û çareseriyê li ser bingeha bawerî û îradeyê dikare bi pêş ve biçe û destnîşan kir ku ji bo vê jî girîng e garantiyên saziyî bêne afirandin. Serhat Eren got, “Ev yek divê bê gotin: Pêvajoyên Aştî û çareseriyê bi îradeya yekalî nameşe, nikare bimeşe. Aştî tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş jî ava nabe. Ji bo pêşveçûna aştiyê pêwîstî bi garantiyên saziyî heye. Li cihê ku garantiyên saziyî nîne bêbawerî derdikeve holê. Lewma eşkere ye ku gelê Kurd heta niha biryarên dîrokî daye û gavên dîrokî avêtiye. Lê belê ji ber ku dewletê heta niha gaveke şênber neavêtiye, bêbaweriyeke cidî çêbûye. Divê dawî li vê bêbaweriyê bê anîn. Ji bo vê jî divê garantiyên saziyî bêne afirandin ku baweriya civakê ya bi pêvajoyê xurt bike.”
‘DIVÊ REFORMÊN DEMOKRATÎK BÊNE KIRIN’
Eren anî ziman ku qebûlkirina siyaseta demokratîk weke rêya yekane bi veguherîna demokratîk a dewletê ve girêdayî ye, ji bo vê jî pêwîstî bi reformên berfireh heye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji bo ev pêvajo karibe bi rê ve biçe beriya her tiştî divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bêne anîn. Divê statuya heyî ya Girtîgeha Îmraliyê ji holê bê rakirin ku Birêz Ocalan lê tê ragirtin. Li gel vê yekê girîng e rêgeza aştiyê bê qebûlkirin û qanûnên aştiyê werin amadekirin. Di çarçoveya qanûnên aştiyê de gelekî girîng e ku sererastkirinên têkildarî tevlîbûna li jiyana siyasî û civakî bêne kirin.”
‘PÊWÎSTE PÊŞÎ LI TEVLÎBÛNA LI JIYANA SIYASÎ Û CIVAKÎ BÊ VEKIRIN’
Serhat Eren çarçoveya qanûnên aştiyê nirxand û ragihand ku ev qanûn divê xwedî wan sererastkirinan be ku tevlîbûna li jiyana siyasî û civakî pêk tîne. Serhat Eren got, “Mebest ji qanûnên tevlîkirina li jiyana siyasî û civakî ev e: Gerîlayên ku ragihandin ku têkoşîna çekdarî terikandine û siyaseta demokratîk tercîh kirine, divê karibin tevlî jiyana siyasî û civakî bibin û ji bo vê jî guhertineke taybet a qanûnî bê kirin. Her wiha di serî de girtiyên nexweş divê bi hezaran girtî karibin tevlî nava jiyana civakî bibin û ji bo vê jî pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye. Li gel vê yekê bi hezaran siyasetmedar hene ku ji ber karên xwe yên berê yên siyasî neçar man ku biçin derveyî welat. Ji bo ew jî karibin tevlî jiyana civakî û jiyana siyasî ya demokratîk bibin divê sererastkirin bêne kirin.”

