În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Meseleya Kurd bi nêzîkatiyên rojane çareser nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren Keskîn: Firotina tîşortên ku wêneyê Torosa Spî li ser hene, encama polîtîkaya bêcezahiştinê ye
Rojane

Eren Keskîn: Firotina tîşortên ku wêneyê Torosa Spî li ser hene, encama polîtîkaya bêcezahiştinê ye

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku firotina tîşortên ku wêneyên Torosa Spî li ser hene ya ji aliyê şîrketên weke Trendyol û Hepsîbûradayê ve encama polîtîkaya bêcezahiştinê ye û got: ‘’Em ê li ser vî karî bisekinin û dev jê bernedin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Firotina bi awayekî online ya tîşortên ku wêneyên Torosa Spî li ser hene bû sedema nerazîbûnên mezin. Ev tîşort sembola bi hezaran kuştinên failnediyar û kesên di bin çavan de hatine windakirin. Torosên Spî, bi taybetî jî weke wesayîtên ku di tarîtiya salên 90’î de di gelek 17 hezar 500 cînayetên failên wan nediyar de hatine bikaranîn, tên zanîn.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn têkildarî mijara berbehs ji ANF’ê re axivî û peyama: ‘’Çapkirina van tîşortan a li ser êşa însanan tiştekî ecêb e’’ da.

‘EV REWŞ JI ŞAXA ME YA ŞIRNEXÊ RE HATE RAGIHANDIN’

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn got: ‘’Ji şaxa me ya Şirnexê re hate ragihandin ku şîrketên bi navê Trendyol û Hepsîbûradayê tîşortên bi vî rengî difiroşin. Şaxa me ya Şirnexê jî tavilê ev yek ragihand navenda me ya giştî. Me jî tavilê daxuyaniya hewce da.’’

‘FIROTINA VAN TÎŞORTAN ENCAMA ÎNKARA SÛC E’

Eren Keskîn piştre anî ziman ku li hemberî sûcên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin heya roja îroyîn tim bêcezahiştineke mezin hebûye û destnîşan kir ku bikaranîna Torosên Spî ya bi vî rengî encameke polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Eren Keskîn da zanîn ku ev sûc di dema berdewamkirina pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji aliyekî ve îradeya siyasî dibêje ku serdema Torosên Spî serdemeke şaş e lê belê ji aliyê din ve şofêrê sereke yê Torosên Spî Mehmet Agar heya roja îroyîn qet neaxiviye. Aha ev yek polîtîkaya bêcezahiştinê mezin dike û ev yek înkara sûc e. A rastî ev tişta ku tê kirin, ev tîşortên ku tên firotin, encama înkarê ne. Ev tiştên ku rû dane, encama bêcezamana wan sûcan a heya roja îroyîn e ku ji aliyê hêzên dewletê yên tarî û JÎTEM’ê ve hatine kirin.’’

‘BI QASÎ KU BÊCEZAHIŞTIN HEBE EV QAD WÊ TIM VEKIRÎ BE’

Eren Keskîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku firotina tîşortên ku wêneyên Torosa Spî li ser hene ku sembola bi hezaran cînayetên kiryarnediyar in ya ji aliyê mezintirîn şîrketên danûstandina online ve nîşaneyeke pir xeternak e û ev yek anîn ziman: ‘’Çapkirina van tîşortan a li ser êşa însanan tiştekî pir ecêb e. Weke ÎHD’ê em ê heya dawiyê dev ji vê yekê bernedin. Tişta ku cesaretê dide vê yekê, bêcezahiştin e. Hem serlêdana sûc bikin hem jî ji hemû qadên hewce re serlêdanan bikin. Bi qasî ku bêcezahiştin hebe wê ev qad tim vekirî be; dibe ku tim sûcên bi vî rengî werin kirin. Ji ber ku hem cînayetên kontrgerîla hem jî failên kesên di bin çavan de hatine windakirin heya niha nehatine cezakirin, sûcên bi vî rengî ev qasî bi awayekî hêsan tên kirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Prof. Robinson: Abdullah Ocalan lîderê pêvajoya aştiyê ye
Nûçeya Pişt re Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin xaka xwe, wê alîkariya me bidome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hat kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bombe li wesayîteke sivîl hate barandin

Komên çekdar ên hikûmeta veguhêz li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîteke sivîl bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Coşa Newrozê li Rojava dewam dike

Gel li bajarên Hesekê, Til Temir, Çilaxa, Girkê Legê û Amûdê yên Rojava, bi meşaleyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Meseleya Kurd bi nêzîkatiyên rojane çareser nabe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?