Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn anî ziman ku biryara PKK’ê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî bûyereke girîng e, lê belê divê dewlet êdî gavê biavêje.
‘PÊWENDIYA DESTPÊKIRINA PÊVAJOYÊ BI ROJAVA HEYE’
Eren Keskîn diyar kir ku weke parêzvanên mafên mirovan wan her tim xwestine, meseleya Kurd bi rengekî bêçek bê çareserkirin, lewma biryarên ku di kongreyê de hatine wergirtin bi rengekî erênî pêşwazî kirine. Eren Keskîn ragihand ku meseleya Kurd ne tenê Tirkiyeyê eleqedar dike û gelek heye ku di nava çar dewletan de hatiye parçekirin û pêşketina li yek ji parçeyên vê cografyayê bandorê li yê din dike.
Eren Keskîn anî ziman ku Rojava di vê pêvajoyê de hêmaneke bingehîn e û got, “Bi dîtina min eger dewletê hîs kir ku neçar e gaveke bi vî rengî biavêje, pêwendiya vê yekê bi Rojava re heye. Ev pêvajo ne bi rengê ‘Bila Kurd bên, em li hev bikin’ destpê kir. Bandora hebûna Kurdan a Rojava ya li vê derê, rewşa Îsraîlê ku li Rojhilata Navîn bûye hêzeke mezin a şer, rewşa Emerîkayê, divê ev hemû bi hev re bêne nirxandin. Yanî ji ber bûyerên li Rojhilata Navîn pêvajoyeke bi vî rengî destpê kir. Di vê çarçoveyê de PKK’ê bi ya Ocalan kir û eşkere kir ku çek daniye. Danîna çekan erênî ye, lê belê li aliyê din divê dewlet gavê biavêje.”
‘DIVÊ HIQÛQ BI CIH BÊ ANÎN’
Eren Keskîn destnîşan kir ku gava sereke ya ku divê bê avêtin bicihanîna hiqûqê ye. Eren Keskîn got, “Hiqûqa nivîskî û bicihanîna wê ji hev bi temamî cuda ye. Li gorî Desteya Bingehîn biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo hemû saziyan derbasdar e, lê belê dadgerî vê yekê jî bi cih nîne. Lewma dewleta ku hiqûqa xwe ya navxweyî jî pêk nîne, beriya her tiştî divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinî û îfadeyê rake û li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Divê ti kes ji ber fikrê xwe neyê darizandin û neyê girtin.
Ji bilî vê yekê weke gava herî lezgîn jî divê girtiyên nexwşe bêne berdan û hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Her wiha Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bi temamî bê rakirin ku pêkanîneke hiqûqa dijminatiyê ye. Di Qanûna Ceza ya Tirk de ji xwe xalên têkildarî sûcên rêxistinî hene. Yanî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê hiqûqa dijminatiyê ye. Lewma divê ev qanûn bê rakirin.
Wekî din, bi dîtina min, weke jinekê beriya her tiştî divê îmzeya li Peymana Stenbolê ya Konseya Eworpayê bê nûkirin, careke din peyman bê îmzekirin. Yanî divê dawî li gotinên nefretê bê anîn. Ev hemû divê bêne kirin. Lê belê mixabin em hîn gelekî dûrî van hemûyan e. Girtiyên nexweş hîn nehatine berdan. Jİ ber vê jî ya destpêkê divê ev bin.”
Têkildarî banga komîsyonê ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî Eren Keskîn got, avakirina komîsyoneke bi vî rengî li meclîsê wê bibe gaveke erênî, lê belê li gel komîsysona li meclîsê pêwîstî bi avakirina ‘Komîsyonên Rûbirûbûnê û Heqîqetê’ heye.