Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn, da zanîn ku sererastkirina rêziknameya ‘mafê hêviyê’ ji aliyê Tirkiyeyê ve weke qenciyeke tê nîşandan û got ku ev yek ji rastiyê dûr e. Eren Keskîn, bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û xwezaya girêdayî ya biryarên DMME’yê qebûl dike û got, “Tirkiye di vî alî de dewletek mehkûm e. Mafê hêviyê ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo gelek girtiyên din ên di girtîgehê de jî derbasdar e. Divê ev rêzikname were pêkanîn.”
Eren Keskîn, da xuyakirin ku pêvajo ne ji aliyê dînamîkên navxweyî ve, berovajî ji aliyê zextên derve ve tê meşandin û got ku îradeya siyasî jî bêdeng dimîne.
‘TIRKIYE MECBÛRE PÊK BÎNE’
Eren Keskîn, destnîşan kir ku rêziknameya mafê hêviyê ji bo Tirkiyeyê mecbûriyetek qanûnî ye û got, “Ev rêzikname ne qenciyek e ku Tirkiyeyê bike. Tirkiye dewletek e ku biryarên DMME’yê qebûl kiriye. DMME’yê bang li welatên endam kiriye ku vî mafî nas bikin. Tirkiye hem di doza Birêz Ocalan de û hem jî di dozên din de hatiye mehkûmkirin. Ji ber vê yekê, nîqaş nikare di asta ‘divê be an na?’ de be. Divê Tirkiye vê yekê bike.”
Eren Keskîn, diyar kir ku mafê hêviyê ji bo pêşîgirtina li girtina heta hetayê ya kesekî ku wekî êşkence tê hesibandin girîng e û anî ziman ku pêkanîna vî mafî dikare bi awayên cûrbecûr be (berdan, girtina malê, berdana bi şert, hwd.) be.
Eren Keskîn, da xuyakirin ku saziyên navneteweyî ji bo armancên siyasî têne bikar anîn û got, “Saziyên Ewropayê li şûna ku zextê lê bikin, bi berdewamî dem didin Tirkiyeyê. Lê jixwe Tirkiye mecbûr e ku vê rêziknameyê bicîh bîne.”
‘BI GOTINEK BE JÎ EV RÊZIKNAME DIKARE BÊ RASTKIRIN’
Eren Keskin, bal kişand ser bêdengiya îradeya siyasî û got, “Min ne ji Wezîrê Edaletê û ne jî ji qada siyasî daxuyaniyek zelal li ser mafê hêviyê nebihîstiye. Hiqûq nikare bi siyasetê were meşandin. Ger Tirkiye aligirê mekanîzmayên navneteweyî be, divê vê yekê ji gel re rave bike. Em mecbûr in vê bikin.”
Eren Keskin, diyar kir ku sererastkirina rêziknameya mafê hêviyê pir hêsan e û got, “Bi gotinek be jî dikare were bicîhanîn. Bi pakêtek edaletî dikare were derxistin. Lê heta niha gavek wisa nehatiye avêtin.”
Eren Keskin, destnîşan kir ku pêvajo di bin zexta hêzên derve de dest pê kiriye û got ku Tirkiye hewl dide ku hebûna Kurdan li Rojava asteng bike û ev pêvajo bi rêya bazirganiya siyasî pêşve diçe.
Eren Keskin, da zanîn ku ji bo misogerkirina baweriya gel, ji bilî mafê hêviyê, divê Qanûna Dij-Terorê were betalkirin, biryarên DMME’yê werin bicîhanîn, girtiyên siyasî û nexweş werin berdan, wekhevî di qanûna ceza de were bidestxistin û Peymana Stenbolê bê vegerandin.
‘DIVÊ DI PRATÎKÊ DE EV GAV DEMILDEST BÊ AVÊTIN’
Eren Keskin axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir, “Bahçelî dewlet bi xwe ye. Ger bixwazin, dikarin vê rêziknameyê di saetekê de bicîh bînin. Ji ber vê yekê, ne gotin girîng in, pratîk girîng e. Di pratîkê de, divê ev gav demildest were avêtin.”

