Di 6’ê Sibata 2026’an de di operasyoneke li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de 81 kes hatibûn binçavkirin û girtin. Di nav wan de nûçegihanên Etkîn Haber Ajansi (ETHA) Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz, Elif Bayburt û Muslum Koyun jî hene.
Parêzvana Mafên Mirovan Eren Keskîn, diyar kir ku wê di 18’ê Sibatê de serdana sê rojnamevanên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kiriye û rewşê ji ANF’ê re parve kir.
Eren Keskîn got ku di serdegirtinên malan de, tevî ku rojnamevanan digotin ku ew ê derî vekin jî, derî ji hêla polîsan ve hatine şikandin; di bin çavdêriya polîsan de zext li Pinar Gayip hatiye kirin ku cilên xwe biguherîne û hewl hatiye dayîn ku ew bi tena serê xwe neçe destavê. Eren Keskîn, ragihand ku rojnamevanan hem li malê û hem jî li ber deriyê girtîgehê lêgerîna tazî ya bi zorê red kirine.
Eren Keskîn da xuyakirin ku moral û tenduristiya rojnamevanan baş e û got, “Ew jixwe dizanin armanca operasyonê dûrî aqil e. Ew difikirin ku hewl tê dayîn ku pêşî li piştevaniya bi gelê Kurd re bê girtin. Girîngiyek mezin didin hevgirtina li derve û dibêjin ew hêzek mezin ji vê hevgirtinê digirin. Xwestin ev hevgirtin bidome.”
Eren Keskîn her wiha destnîşan kir ku girtina rojnamevanan ji ber xebatên wan ên pîşeyî nayê qebûlkirin û diyar kir ku di demên dawî de fermanên girtinê pir bi hêsanî hatine dayîn, ku ev yek ji bo azadiya ramanê pirsgirêkek cidî ye.

