Di rêze operasyonên Washingtonê yên li ser keştiyên tê îdîakirin ên bazirganên narkotîkê yên Venezuelayê ne, hate ragihandin ku yekemcar hinek sax mane.
Li gorî nûçeyên ji medya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), hêzên deryayî yên DYE’yê hefteyên dawî gelek keştiyên şer li herêmê bi cih kirin û li hemberî keştiyên ku digotin bazirganiya narkotîkê dikin, êrîşên kujer kirin.
Lê belê qenalên televîzyonê CBS, CNN û NBC ragihandin ku di êrîşa dawî ya roja Pêncşemê de hin kes sax mane û ev yek ji aliyê rayedarên DYE’yî ve hatiye piştrastkirin.
Pentagonê hîn daxuyaniyek nedaye ku çend kes sax mane û rewşa wan a tenduristiyê çi ye.
Di êrîşên bi heman rengî de yên heta niha li Karîbîkê hatin kirin, herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Caracasê Washingtonê sûcdar dike ku ji bo guhertina rejîma li Venezuelayê planekê dimeşîne.
Serokê DYE’yê Donald Trump roja Çarşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku erka meşandina operasyonên veşartî daye CIA’yê û êrîşên hewayî li ser xaka Venezuelayê dinirxînin.
Trump got, “Êdî ji ber ku me li deryayê kontroleke baş pêk anîne, em li ser operasyonên bejahî bi rengekî cidî difikirin.”
Ev daxuyanî li nerazîbûneke tund a hikumeta Venezuelayê rast hat. Rêveberiya Caracasê “Hewldanên darbeyê yên rêxistina îstîxbarata derve ya DYE’yê” şermezar kir.