Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên vê dawiyê yên şaneyên terorîst ên DAÎŞ’ê de daxuyaniyek da û got: “Hêzên me wê hemû hêza xwe ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê bixebitînin.”
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me, bi taybet li dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê didomîne. Ev êrîşên binkeftî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi lehengî bi piştgiriya gelê me bersiva wan didin, rê li ber şaneyên terorîst ên DAÎŞˋê vedikin ku êrîşên xwe li herêmê ji nû ve aktîv bikin. Ji ber ku ev şane hewl didin bi rêya êrîşên navxweyî yên li ser rêbendên me yên ewlehiyê piştgirî bidin van êrîşan.
Di vê çarçoveyê de li bajarokê Sebhe yê gundewarê Dêrezorê şaneyên DAÎŞˋê rêbendeke kontrolê ya hêzên me kir armanc. Lê belê hişyariya hêzên me ev hewldan pûç kirin û li herêmê dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Ev êrîş piştî çend demjimêran ji hedefgirtina rêbenda kontrolê ya Wadî El Remlê ya li El Erîşa ya li gundewarê başûrê Hesekê pêk hat. Her wiha hedefgirtinên ku şaneyên terorîst pêk tînin gihişte bajarê Reqayê jî ku herî dawî rêbenda Camîa ya li herêma Kesratê hedef girtibûn.
Em weke Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gelê xwe re piştrast dikin ku kiryarên bi vî rengî yên tirsonek dê me ji berdewamkirina têkoşînê û parastina xaka xwe bi dûr nexe. Hêzên me wê bibin mertala parastinê ku aramî û ewlehiya herêmên biparêze û dê hemû hêza xwe ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê bixebitînin.”