Yekşem, 22 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Çemmişko şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em ê ti carî dest ji YPJ’ê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’Êrîşên li ser ziman û çand ji êrîşên fîzîkî xeternaktir in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin
Rojane

Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

KURDÎGEH’ê li dijî cara sêyemîn guhertina tabelaya kreşa bi navê “Perperok Mala Zarokan” ya ji aliyê qeyûm ve daxuyaniyek da û got: “Heke aştiyek çêbe, heke ev pevajo ser bikeve, divê pêşî zimanê Kurdî bê nasîn û bê misogerkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

KURDÎGEH’ê, têkildarî zarokistan a bi navê “Perperok Mala Zarokan” ku ji aliyê qeyûm ve tabelaya wê hatiye guhertin, li Kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e destê xwe jê vekişînin” hat vekirin û dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziman jiyan azadî”, “Bê kurdî jiyan nabe” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn.

Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê KURDÎGEH’ê Alî Ataman ve hat xwendin.

Rêveberê KURDÎGEH’ê Alî Ataman anî ziman ku qeyûmê faşîst li dijî zimanê Kurdî êrîşeke hov kiriye û got: “Tabelaya zarokxaneya bi navê Perperokê ku şaredariya DEM Partiyê daliqandibû, ji aliyê qeyimê faşîst ve hat rakirin. Helbet armanc û hewldana qeyûman ew e ku di çarçoveya polîtîkayên desthilatdariyê de bi rengekî hovane zimanê Kurdî li her derê ji holê rakin û zarokên Kurd bikin Tirk. Qeyimê faşîst, diz û talanker ê şaredariya bajarê mezin, bi vê kiryara xwe careke din nîşan daye ku dijminîtiya neteweya Kurd û zimanê Kurdî dike.”

‘OCALAN ZIMANÊ DAYIKÊ JI AVÊ GIRÎNGTIR DIBÎNE’

Alî Ataman bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk û wiha berdewam kir: “Rêzdar Abdullah Ocalan zimanê dayikê ji nan û avê girîngtir dibîne; ji bo aştiyeke rast, azadî, serbestî û wekheviya hemû ziman û nirxên netew û koman ên civakî û dîrokî diparêze.”

Alî Ataman destnîşan kir ku zimanê Kurdî ji bo Kurdan xeta herî sor û jêneger e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafên zimanên din çi bin mafên zimanê Kurdî jî ew in. Em careke din destnîşan dikin ku heta zimanê Kurdî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nebe xwedî statu, nebe zimanê perwerdehiyê, hemû astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya zimanê Kurdî ji holê neyên rakirin, hemû navên ku berê Kurdî bûn paşê kirine Tirkî li Kurdî neyên vegerandin, aştiyeke rast û civateke demokratîk pêk nayê.”

BANGA XWEDÎDERTÊKETINA LI KURDÎ

Ataman diyar kir ku divê têkoşîn hîn bêtir were bilindkirin û hemû sazî jî mil bidin vê têkoşînê û wiha axivî: “Banga me ji bo gelê Kurd û derdorên ji bo mafên mirovan hestiyar e; ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, di her qadê de têkoşîn û xebatên xwe zêde bikin, her derê bikin mal, kargeh, dibistan û zanîngehên Kurdî. Qadên jiyanê yên Kurdî berfireh bikin.”

‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BÊ MISOGERKIRIN’

Piştî daxuyaniyê hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal diyar kir ku heta ew bi zimanê xwe nejîn dê berxwedana wan bidome û ev tişt got: “Divê her derê Wanê bi zimanê Kurdî bê xemilandin û divê Kurdî li her qadên Wanê Kurdî bibe zimanê jiyanê. Heke aştiyek çêbe, heke ev pevajo ser bikeve, divê pêşî zimanê Kurdî bê nasîn û bê misogerkirin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şêniyên Cizîrê: Êrîşên li ser taxên Helebê sûcê mirovahiyê ye
Nûçeya Pişt re PYD: Dorpêç rê li ber karesata mirovî vedike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûrê meş û banga tevlîbûna çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang li gelê Sûrê kirin ku tevlî çalakiyên Cejna Zimanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Salîha Akkaş ya ku tevî biryara parastinê hebû hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn

Jinan ji bo karmenda meclîsê Salîha Akkaş a ku ji aliyê mêrê ku ew di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Nîjeryayê êrişa çekdarî: Herî kêm 38 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kampa Çemmişko şewat derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?