Faîk Ozgur Erol, di dema ku li Tirkiye nîqaşên çareseriya demokratîk û aştiyê didomin de, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand. Erol bal kişand ku bûyerên diqewimin bi stratejiyên herêmî û navnetewî ve girêdayî ne û got: “Ev, 15’ê Sibatek duyemîn e”. Û destnîşan kir ku ev pêvajo xwedî taybetmendiya provokasyoneke giran e.
Roportajê taybet a ku Faîk Ozgur Erol da ANF’ê wiha ye:
Li Tirkiyeyê ji aliyekî ve nîqaşên çareseriya demokratîk û aştiyê tên meşandin. Lê belê di dema ku ev nîqaş didomin de, li ser Rojavayê Kurdistanê jî didomin. Hûn van her du pêvajoyan ên hemdem çawa dinirxînin? Li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê hûn çi difikirin?
Polîtîkayên êrîşê yên li Sûriyeyê pêktên, bi guhertina dinamîkên du-sê salên dawî yên li Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Birêz Ocalan di destpêka pêvajoya hevdîtinan de ev tişt anîbû ziman. Piştî şerê Xeze yê ku di 7’ê Cotmehê de destpê kir, wî rewşa belavbûna rejîma Sûriyeyê (rejîma Baas) wekî hilweşîna sîstema Sykes-Picot binav kiribû. Ji wê demê ve gelek stratejiyên herêmî û navnetewî ketin meriyetê. Wî ev stratejiyan jî pêş xistibû. Di nav van stratejiyan de, çi bi awayê aştiyane, çi bi dostaniyê, çi jî bi dijberiyê, piraniya wan li ser Kurdan disekinin.
Ev rastiyeke eşkere ye. Ji ber ku Kurdîtî an jî qada ku Kurd cih digirin li Rojhilata Navîn, hem ji aliyê çawanî hem jî ji aliyê çendanî ve, rastiyeke ku êdî tu kes nikare înkar bike ye. Dînamîzma siyasî ya Kurdî ya mezin heye. Nifûsek Kurdî ya girîng heye. Rastiyek girîng a siyasî ya Kurdî heye. Ji ber vê yekê diyar bû ku ev yek dê bibe mijara hin polîtîka û stratejiyan. Lê belê ne tenê ev, rewşeke din a ku Birêz Ocalan wekî “xefik” binav dike jî heye, ku ev jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Ev jî ev e: Di 200 salên dawî de, ji dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî ve, li Rojhilata Navîn siyaseteke emperyal heye ku gelan bi domdarî li dijî hev radixe, bi awayekî bi hev re rû bi rû dihêle û wan di nav şer de dihêle. Di sedsala dawî de ev yek bi awayekî herî zêde li ser Kurdan hatiye pêşxistin.
Em dikarin vê yekê wekî teza “parçe bike û rêve bike” ya Churchill di Konferansa Qahîreyê de û wekî siyaseteke rêvebirina Rojhilata Navîn bi hiştina Kurdan di rewşa birîndar de binav bikin. Ev siyaseta “Kurdan birîndar bihêle û Rojhilata Navîn rêve bibe” di 100-200 salên dawî de bandorek mezin li ser herêmê kiriye. Tiştê balkêş ev e ku Kurd nayê kuştin; lê belê jiyana saxlem, di hawîrdora xwe ya xwezayî de, li ser dînamîkên xwe yên xwezayî jî bêpar tên hiştîn. Bi domdarî di nav şerê bi derdora xwe de, hem di bin bandora derdorê de û hem jî di rewşa serhildanê ya li dijî derdorê de Kurd di rewşa birîndar de tê hiştin. Ev rewş Rojhilata Navîn ji bo rêvebirinê hêsantir dike; yanî dema ku hûn van dînamîkan bi vî rengî dihêlin, aliyên ku bi hev re nakok in, her tim yên gel we. Ger ew nikaribin di nav xwe de çareseriyê bibînin, bi awayekî sîstematîk bi hêzên derve re têkilî datînin. Ez difikirim ku ev siyaseteke emperyal e ku Kurd di vê pozîsyonê de dihêle. Ji ber vê yekê, di bin xefikeke emperyal de ne, Birêz Ocalan pir berê ev dît û anî ziman.
Wateya vê pêvajoyê jî ev e ku ev xefik vala were derxistin, ev nefretên kûr ên di navbera gelan de bên rakirin. Îro alternatîfa ku derket holê ev e: Di bin vê qisqacê de dê nefretên gelan kûr bibin, yan jî dê Komara Tirkiyeyeke demokratîk an Komara Sûriyeyeke demokratîk, di bin van çarçoweyan de derfetên jiyana hevpar a gelan derkeve holê? Esas herdu mijarên ku nakok in, ev in.
Êrîşên li Sûriyeyê piştî roja peymana Parîsê destpê kirin û ev tesaduf nîn e. Birêz Ocalan gotibû: “Başûrê Sûriyeyê girtin; Sûweyda û Golanê girtin. Navbera Dîcle û Firatê jî ji van re soz dan.” Yanî wî gotibû ku çi ji rejîma Şamê re soz dane. Bi vê yekê re pêvajoyeke şer hate pêşxistin. Ev bi operasyona Îranê ya ku hefteya borî dihat gotin, lê paş xistin re jî têkildar e. Bi amadekariyên mudaxaleyê yên li ser Îranê ve girêdayî ye. Di qonaxa pêş de jî bi Iraqê ve girêdayî ye. Bi hemû hêzên li wir ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ev wekî encama pêvajoyeke demdirêj tê dîtin.
Di girtekên Meclisê yên rojên borî de Abdullah Ocalan dibêje: “Daxwazên statûyê yên Kurdan ne cudaxwaz in; ew mafê xwerêvebirina xwe ya di hundirê destûra bingehîn de, demokratîk e.” Di vê çarçoveyê de balê dikişîne ser “şertê rêveberiyên herêmî û xweseriyê”. Hûn dikarin vê hinekî vekin?
Yanî pêşniyara çareseriyê ya Birêz Ocalan ji bo Sûriyeyê ji destpêkê ve ev bû; di vê çarçoveyê de bû. Divê em vê qebûl bikin ku di navbera 10-12 salên pêvajoya çareseriyê ya berê û îro de, di mijara vebûna meqesê de herî zêde Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû. Her kes vê yekê dizanibû û ferq dikir. Birêz Ocalan jî ev dianî ziman: Nêzîkatiya li vê mijarê hêj jî pir eşkere vekirî bû. Lê belê bi awayê herî zêde li ser formûlên ku aqilê hevpar û diyalogê pêş bixin difikirî. Teza bingehîn a wî ev bû: Divê têkiliya navend û herêmê bi awayekî hevseng were avakirin. Ji ber ku ger navend hevsengiyê çêneke, yan dê li ser herêmê hêzeke serdest bistîne yan jî herêm dê rola hilweşîner a li ser navendê bigire. Li ser formûlekê dixebitî ku ev her du jî neqewimin û teza bingehîn a wî formûla demokrasiya herêmî bû. Bi formûla demokrasiya herêmî, gelek tişt dikarin bên pêşxistin, lê bingeh ev e ku rêveberiyên herêmî xurtkirî bin. Ev adaptasyona Şerta Xweseriyê yê Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ye, li gorî şertên welatê xwe hatiye dagirtin. Ev rêbazê ku piraniya netew û welatên serkeftî li cîhanê pêk anîne û encam girtine û ber bi vê ve diçin. Dema ku tu nîqaş an sepandina vê yekê asteng tune bûn, em hatin xalekê ku her tişt ber bi tiştekî din ve çû. Hem siyaseteke êrîşê û hem jî bi vê siyasetê re biryareke wezîrî hate weşandin. Di vê biryarê de ji Kurdan re hate gotin: “Em we wekî hemwelatî qebûl dikin.” Her tim çîrokeke wiha heye: Li Sûriyeyê berê ji Kurdan re hemwelatîbûn jî nedihat dayîn. Îro tê gotin ku ev daxwaza serdema nû ye? Yan jî bi gotina “berê hûn hemwelatî jî nebûn” îro bi statûya hemwelatîbûnê gelêk tê xapandin? Pirsgirêk ev e: Hemwelatîtî an jî hemwelatîbûn bi peymana civakî pêk tê. Divê peymaneke civakî û hiqûqî hebe ku hemwelatiya we bi dewletê ve girê dide, yanî destûreke bingehîn hebe.
Li Sûriyeyê îro destûreke bingehîn tune ye. Di welatekî ku destûr û peymana civakî tune de hûn ê kîjan girêdana hemwelatîbûnê çêbikin? Nêzî salekê ye ku li Sûriyeyê hikûmet û rejîm guheriye. Di salekê de destpê nekirin ku destûreke bingehîn bê nivîsandin. Lê di vê demê de, ji Dûrzî, Elewî, Kurd bigire heta hemû komên din re êrîş nekirin nemaye. Yanî pêşîniyên wan cuda ne. Yanî yên ku şîret didin an rêvedibin cuda ne. Welatekî ku niyeteke wî ya avakirina rêkûpêkbûnek demokratîk û hemwelatiyên xwe bi vî rengî ve girêdan hebe, divê ya herî pêşî komîteyeke nivîsandina destûrê ava bike, bingeha destûrê deyne, bi hemû aliyên têkildar re biaxive û vê yekê re girê bide. Lê rewşa li Sûriyeyê nîşan dide ku ev niyet tune ye.
Pirsgirêk û meseleya li vir ev e ku divê mesele tenê li ser Kurdan neyê daxistin. Yanî ne tenê Kurd dê çawa beşdarî rejîma Sûriyeyê bibin, dê çawa li Sûriyeyê bijîn. Dûrzî, Tirkmen, Xiristiyan û Elewî dê çawa bi hev re bijîn û maf û hiqûqên wan dê çawa bên rêxistinkirin, rejîmeke hiqûqî nehatiye avakirin. Li wir rejîmeke hiqûqî tune be, rejîmeke demokratîk an jî zemîneke demokratîk dernakeve holê. Meseleya esas ev bû. Birêz Ocalan jî her tim vê yekê destnîşan dikir.
Bi rastî jî tevî hemû xebatên Abdullah Ocalan û tevgera Kurd, li gelek qadan înkar û êrîş didomin. Ji aliyekî ve înkar û êrîş, ji aliyê din ve nîqaşên pêvajoya aştiyê didomin. Li gorî xem û bêhêviya li Tirkiyeyê, ev pêvajo dê ber bi ku ve biçe?
Em ê bi hev re bibînin ku pêvajo dê ber bi ku ve biçe; ez difikirim ku Birêz Ocalan hê jî li ser pozîsyona xwe ya destpêkê ya vê pêvajoyê ye. Di hevdîtina me ya dawî de rewşên li Rojavayê Kurdistanê hêj ew qas mezin nebûn. Hê roja şemiyê êrîşeke li taxa Der-Hafir hebû û dihat gotin ku dê êrîş bi sînorê rojavayê Firatê ve sînordar be. Birêz Ocalan di destpêka hevdîtinê de got ku ew naxwaze tu mijareke din biaxive. Mînak, di meha borî de gelek serdana partiyên siyasî û encamên wan hebûn; ew jî naxwest bibihîze. Ji ber ku ew van tiştan li hemberî bûyerên qewimîn bêwate didît, ji ber ku ew van wekî provokasyoneke rastîn dinirxand. Û got ku ev provokasyon ne tenê li Sûriyeyê Kurd û Ereban li dijî hev bine, di qonaxa pêş de dê Kurd û Tirk jî li dijî hev bine; ev komployeke navnetewî ye û tew ew bi 15’ê Sibatê ve şiband û got: “Ev 15’ê Sibatek duyemîn e.”
Ji vir ve wî dizanibû ku ev rewş potansiyela jehrîkirina demekê dirêj digire nav xwe û hewldanên wî ew bû ku pêşiya vê yekê bigire. Rêya pêşîgirtinê çi bû? Birêz Ocalan bi salan e dema ku rastiya Kurd vedibêje, mirovê herî zelal rewşa dramatîk vedibêje. 15-16 sal berê di paraznameyên xwe de gotibû “Gelekî di qisqaca qirkirinê de”, ne wisa? Yanî ew di pozîsyoneke wiha eşkere de bû. Bi salan e ji wir şerê xwe yê li dijî vê yekê, stratejî û stratejiya jiyana hevpar a aştiyane didomîne. Îro jî ez dibînim ku ew vê têkoşînê didomîne. Ew ê ji dev ji vê yekê bernede. Rêya pêşîgirtinê ew e ku aqilê hevpar were pêşxistin da ku kûrbûna vê şerê qewimî bê astengkirin.
Divê aqilê hevpar bi muzakere û diyalogê were pêşxistin. Bi vî awayî ji hemû gelan re, tevî Kurdan jî, qada jiyanê were afirandin. Kurd dê li ku bijîn, gelên din dê li ku bijîn? Gelo tiştekî wiha heye? Ji bo pêşxistina qada jiyanê divê aqilê hevpar were afirandin û li gorî wê çareserî were hilberandin. Wekî din her tişt dê di nav fanatîzma kûr a hemû komên civakî de winda bibe. Wateyeke din nîne.
Modela ku li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî pratîk dixebite û di bin êrîşan de ye, berhema paradîgmaya ku Abdullah Ocalan 25 sal e diparêze ye. Çima ev paradîgma her dem bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewlet û çeteyan ve tê hedefgirtin?
Sedema bingehîn a ku ev paradîgma di bin êrîşan de ye ew e ku xizmetê berjewendiya ev hêz û saziyên ku êrîş dikin nake. Ev qas hêsan e. Ji destpêkê ve me got: Piştî belavbûna rejîma Sykes-Picot li Rojhilata Navîn gelek hêzên cîhanî û herêmî stratejiyên xwe pêş xistin. Lê li hemberî vê, stratejiyeke din a ji gelan re, ku bi stratejiyên emperyal ve ne girêdayî ye hebû: Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan. Ev pêngav, li hemberî mudaxale û rewşa kaotîk a li Rojhilata Navîn, beyana hamleyeke ji gelan re bû. Êrîşên ku îro li ser Kurdan bi navê Rojavayê Kurdistanê tên kirin, bersiva vê pêngavê ne. Divê ev rast were xwendin; hem ji aliyê Kurdan, hem ji aliyê Tirkan, hem jî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve divê ev rast were xwendin.
Mudaxaleya li vir, armanc dike ku pêşiya aştiya muhtemel a Tirk-Kurd û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, û bandora vê aştiyê li ser Rojhilata Navîn bigire û hê jî ev armanc tê meşandin.

