Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êzidiyên Şengalê: Ger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne!
Kurdistan

Êzidiyên Şengalê: Ger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne!

Êzidiyên Şengalê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê weke êrîşên li dijî xwe dibînin û dibêjin: ‘‘Fikrê Rêber Apo yê li Rojava û Şengalê DAÎŞ’ê binxist, niha dixwazin tola wê hilînin. Eger Rojava nemîne, wê Şengal jî nemîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Piştî ku herêma sînor a Şengalê ya bi Rojavayê Kurdistanê re ji aliyê çeteyên Colanî ve hate dagirkirin û DAÎŞ’iyên girtî derbasê Iraqê tên kirin, fikarên gel jî zêde bûne. Gelên Iraqê ji ber hatina çeteyên Colanî ya ser sînor, ne rehet in. Ji ber vê, artêşa Iraqê ji her demê zêdetir hêzên leşkerî kişandine ser sînorê navbera Rojava û Şengalê.

Şêniyên Serdeşta Çiyayê Şengalê têkildarî êrîşên li dijî Rojava û xeteriyên li ser Şengalê ji ANF’ê re axivîn û diyarkirin ku ew êrîşên li dijî Rojava weke êrîşên li dijî xwe dibînin.

 

Endama Rêveberiya TAJÊ Dayê Kinê Xidir di destpêka axaftina xwe de şehîdên Helebê û hemû şehîdên berxwedana Rojava bi bîr anî, got: ‘‘Em di şexsê Şehîd Denîz û Şehîd Ziyad de hemû şehîdên berxwedana Rojava bi bîr tînin. Ew mirin dan ber çavê xwe û gelê xwe parastin. Ji ber ku gelê me li Rojava zehmetiyê dikişîne, em gelek pê diêşin. Ev heyfa DAÎŞ’ê ji me dihilînin. Fikrê Rêber Apo DAÎŞ’ê şikand. Fikrê Serokatî li her derê li ber xwe dide.’’

‘ŞEHÎDÊN JI ROJAVA LI ŞEHÎDGEHA ŞENGALÊ NE’

Dayê Kinê îşaret bi hêz û dewletên li pişt êrîşên çeteyan kir û axaftina xwe wiha domand: ‘‘Timî vana dikin bela û her carê berdidin ser hinekan. Dibe sibe ew werin Şengalê jî. Kî Kurdî bipeyîve dikûjin û dibêjin bikûjin. Divê gelê me bizane Rojava nebe wê Şengal jî nebe. Eger Rojava nemîne wê Şengal jî nemîne. Dema fermanê yên xwedî fikrê Rêber Apo ji her derê hatin vir û parastin. Divê em ew mirovahiya li me hatiye kirin ji bîr nekin. Gelek şehîdên me yên ji Rojava niha di şehîdgeha Şengalê de hene. Divê herkes xwedî li Rojava derkeve, bes e ev zordarî û neheqî. Em dixwazin ev şer bê rawestandin.’’

‘FIKRÊ RÊBER APO LI TI CIHÎ TÊK NAÇE’

Dayê Kinê Xidir bi taybet bal kişand ser hêza fikrê Rêber Apo a di xurtbûna berxwedanê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Fikrê Rêber Apo ne li Bakur, ne li Başûr, ne li Rojava û ne jî li Rojhilat naşikê. Li Şengalê jî tu car ev fikir naşike û nakeve. Em ê her li berxwe bidin, her bijî Serokatî, her bijî Êzidî û fikrê Rêber Apo.’’

‘DIVÊ EM HEV BIGIRIN’

Hevserokê Şaredariya Gel a Serdeştê Ziyad Serdeşt jî îşaret bi girîngiya hevgirtina gelan a li dijî êrîşan kir û ev peyam da: ‘‘Em bi her awayî bi xelkê xwe yê Rojava re ne. Xelkê Rojava alîkarî ji me re şandibû. Em jî weke sazî û dezgehên Şengalê piştgirî didin Rojava. Hevgirtin û dest dayîna hev gelekî girîng e. Rojhilata Navîn îro, di rewşeke aloz de ye. Heman tişta ser Êzidiyan hat, niha li ser gelê me yê Rojava jî tê. Em piştgiriya wan dikin, serkeftinê ji şervanên şoreşê re dixwazin.’’

‘WÊ BERXWEDANA ROJAVA SERBIKEVE’

Endama TAJÊ dayê Qîmet Xwedêda jî da zanîn wê berxwedan bi ser bikeve û wiha pêde çû: ‘‘Em berxwedana gelê Rojava pîroz dikin, wê berxwedana wan bi ser bikeve. Silavê me ji hemû kesên di çeperên şer yên Rojava de ne heye. Bi taybet silav ji wan dayikên çek rakirine û keçên di çeperên pêş ên şer de şer dikin re. Em bejna xwe li ber ew şehîda ji avahiyê hate avêtin, ditewînin. Ew keç fedayî ne, ax û gelê xwe diparêzin, ji ti kesî natirsin. Tevî hemû zehmetiyan jî gelê me yê wir natirsin. Em ne şerxwaz in, aşitîxwaz in, lê şer were ber deriyê me, em ê berxwedanê jî bikin. Bi salan QSD çeteyên ku girtibû, di zîndanê de digirt, lê niha anîne Mûsilê. Çima anîne? Dibe dixwazin şerek li van herêman jî bidin destpêkirin. Xeteriyeke mezin li ser Şengalê jî heye. Ew DAÎŞ’iyên êrîşê me kiribûn di zîndanê de ne, ger derbikevin wê xeteriyê ji me re çêbikin. Em bi fikre Rêber Apo hatine perwerdekirin, em ê li berxwe bidin. Divê her kes ji bo Rojava kar bike. Divê em bi her awayekî hewl bidin vî şerî bidin rawestandin. Qanûn jî nemane, ger heba niha dê vî şerî bida sekinandin. Divê civaka Êzidî şiyar bibe, piştgiriya hêzên xwe bike. Hêvî dikim ev nexweşî hemû bibin xêr û xweşî.’’

Endamê Meclîsa Gel a Serdeştê Xalit Osman jî ji hemû Êzidiyan xwest piştgiriyê bidin Rojava û da zanîn ku mafê xelkê Rojava li ser Êzidiyan heye.

‘DIVÊ HEMÛ KURD PIŞTGIRIYA ROJAVA BIKIN!’

Hevserokê Meclîsa Gel a Serdeştê Mirad Biro jî da zanîn bi zanabûn di salvegera rizgarkirina Kobanî de êrîş dan destpêkirin û got: ‘‘Di vî şerî de jin û zarokan qetil dikin. Dîsa di salvegera rizgakirina Kobanê de êrîşê wir kirin. Jin û zarokan qetil dikin. Tişta herî kirêt çi be, wê bi mirovan dikin. Divê hemû Kurd piştgiriya Rojava bikin. Îro ev şer, şerê hebûn û nemana Kurda ye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Li Rojava û Îranê gel li dijî qirkirinê dîrokê dinivîsin
Nûçeya Pişt re ‘Êrîşên li ser Rojava ji bo astengkirina pêvajoyê ne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir

KCK'ê diyar kir ku bi rabûna PKK'ê re li Kurdistanê serdema dîroka koletî, mêtingerî û…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê Komxebata Jin û Parastinê ya Rojhilata Navîn lidar xist

YPJ’ê li Tebqayê bi tevlîbûna 500 delegeyan, Komxebata 2’yemîn a Jin û Parastinê ya Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li navçeyên Zeytînbûrnû, Kagithane, Sancaktepe û Esenler ên Stenbolê ji bo şehîdên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?