Êrîşên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrîşên ku qadên jiyanê yên sivîlan jî lê hedef hatin girtin, îro lig elek bajaran hatin protestokirin. Li Şirnexê di pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de daxuyanî hate kirin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tevlî daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate dayîn bûn.
Di daxuyaniya ku pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin de Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Nûrcan Alturk axivî. Alturk, anî ziman ku di êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne û got: “Bila kesên ku bi hin hincetan êrîşî gelên Rojava dikin bizanin ku em ê li dijî veguherîna vê axê ya qada şer, binpêkirina hiqûqa navnetewî û sûcên mirovahiyê qet bêdeng nemînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Li dijî şer aniha aştî” bi dawî bû.
EDENE
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê xwest li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide lê polîsan asteng kir. Li ser vê yekê li ber avahiya partiyê ya bajêr daxuyanî hate dayîn. Gelek kes tevlî daxuyaniya ku dirûşmên “Gelê Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” lê hatin berzkirin bûn.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Seyfettîn Aydemîr, êrîş weke “derveyî mirovahiyê” penase kir û got: “Rêya ber bi aştiya navxweyî ve diçe, bi bombebarankirina kurdan û qadên wan ên jiyanê nikare pêk were.”
Di daxuyaniyê de demekê gengeşî çêbû.
WAN
Li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê êrîş hatin protestokirin. Di çalakiya protestoyê de pankarta “Em aştiyeke birûmet diparêzin. Em êrîşên li dijî qadên jiyanê yên sivîl şermezar dikin” hate vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Yek ji rêveberên DBP’ê yê bajêr bertek nîşanî êrîşan da.
RIHA
Yek ji bajarên ku êrîş lê hatin protestokirin jî Riha bû. Ji bilî parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar gelek kes tevlî daxuyaniya li ber avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Mêtîngeriya xeyalî li Kurdistanê veşartî ye” , “Rojava rûmeta me ye” û “Her der Rojava her der berxwedan” hatin hilgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê Şenyaşar ê di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Bi awayekî bêserûber cih û warên sivîlan hatin bombekirin. Di êrîşên bi balafirên şer û SÎHA’yan de bi taybetî jin û zarok gelê sivîl hate qetilkirin.”
Şenyaşar, bi lêv kir ku êrîşên ji Filistînê heta Rojava bêîstîkrarbûna li Rojhilata Navîn kûrtir kir.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û çepikan bi dawî bû.