Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Gelek nûnerên partî û saziyan beşdarî çalakiya ku li ber avahiya partiyê hat lidarxistin bûn.
Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hat hildan. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen d çalakiyê de axivî û banga rawestandina êrîşan kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku gelê Kurd û gelê Rojava li dijî çeteyên weke DAÎŞ’ê li ber xwe dan û wan têk birin û got, “Çeteyên girêdayî desthilata AKP û MHP’ê 40 roj in êrîşî Rojava dikin. Em dizanin ku ev êrîş bi taybetî li dijî gelê Kurd û gelê Kurd tên meşandin. Li aliyê din jî girtin, binçavkirin û komkujiyan berdewam dikin. Divê desthilata AKP-MHP’ê vê êrîşê rawestîne. Ya ku wê Tirkiyeyê rizgar bike çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.”
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tişrînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Bi ruhê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêze” hat vekirin. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di çalakiyê de axivî û got, “Armanca kesên ku Tişrînê bombebaran kirin çi ne? Gelo Tirkiye dixwaze bi zihniyeta DAÎŞ’ê re yan jî bi yên li ser peymana civakî û peymana jinê pêk tê re bibe cîran? Bendava Tişrînê zêdeyî 40 roj in neketiye û qet nakeve. Çawa ku Çapemeniya Azad êrîşên ku li Rojava dest pê kirine ji hemû cîhanê re ragihand, îro jî vê ji cîhanê re radigihîne. Careke din em ji Mêrdînê dengê xwe ji bo Tişrînê bilinmd dikin. Bendava Tişrînê ya Rojava dilê me ye.”
Piştî daxuyaniyê ji bo şemezarkirina êrîşên li ser Rojava 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.