Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, bi koma 185’an de didome.
Merasima dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyer rêz ji bo giştî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî Rêzgirtinê li ser navê koma 184’an Ehmed Ebûzêd Nêrwehî axivî.
Ehmed di destpêka axaftinên xwe de roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî destpêkê li Rêber Apo û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Rêber Apo jî dibêje, ev 50’î salin şerek hatiye meşandin. Ji ber ku êrişên qirkirin û tinekirinê li ser çand û zimanê me hebûn. Rêber Apo dibêje, êrişên li ser çand û zimanê me, ji êrişên fîzîkî wêdetire. Eger gelek bi çand û zimanê xwe neyê naskirin, ji qirkirinê xirbtire. Ji bo wê jî em hemû şehîdên ku ji bo zimanê Kurdî dewlemend bibe û li cîhanê belavbibe, jiyana xwe ji dest dane bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin. Em weke çalakvanên Mexmûr tecrîda li ser Rêber Apo bi ti şêweyan qebûl nakin. Eger aştî û xwişk-biratî pêk were, wê bi fîzîkî azadiya Rêber Apo re pêk were. Li ser vê yekê daxwaz û hêviyên me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ti deverên dinya nayê qebûlkirin ku rêberek di zindanê de be û ji bo gelê wî aştî bê xwestin. Azadiya Rêbertî ji bo me ji her tiştî girîngtire.”
Di dewama axaftinên xwe de Ehmed bilêv kir ku ew weke çalakvan xwedî li Rêbertiya xwe derdikevin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em daxwaza fîzîkî azadiya Rêber Apo dixwazin. Daxwaz dikin ku kesên xwedî wijdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe. Ev 27 salin Rêber Apo di girtîgehê de ye û wekî tevger jî 50’î salin ji bo çand, nasname û zimanê Kurdî li ber xwe dide. Gelo çima cîhan ji bo Rêber Apo ker û lale? Ew kesên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin çima ji bo Rêber Apo bêdengin? Bi vê boneyê divê roj bi roj çalakî bên zêdekirin û xwedî li Rêber Apo bê derxistin. Rêber Apo nasname, hebûn û jiyana gelê Kurde.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.

