Dewleta Tirk û çeteyên wê SMO bi top, abîs û çekên giran gelek gundên Cizîr û Firatê bombebaran kirin.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KANTONA CIZÎRÊ
Bajarê Zirgan û gundên Rebiat, Til El-Werid , Xirbet El-Şeîr ve Eboş bi obîsan tê topbarankirin.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KANTONA FIRATÊ
Bendava Tişrîn tevahiya rojê bi çekên giran hate bombebarankirin.
Gundê Tirweziye yê başûrê bajarokê Silûkê û gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî bi çekên giran û topan hatin bombebarankirin.
Gundê Cedê yê Kobanê bi obîsan hate topbarankirin.
Gundê El Sefawiyê yê li rojhilata Eyn Îsa ye bi çekên giran û topan hate bombebarankirin.