Sêşem, 30 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Denîz Goktaş de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji bo gundên Zaxoyê hin ‘qedexe’ anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî valakirina konteynirên li herêma erdhejê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Zîlan manîfesto ye, banga ji bo azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî Şaredariya Farqînê êrîş: Li dijî komên çetewarî pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya nobedê ya Mexmûrê de şehîd Zîlan hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla Asmîn: Armanca şehîd Zîlan jiyanek bi wate û azad bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê xewn û xeyalên jiyana azad mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin
Jin

PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

Koordînasyona PAJK'ê ji ber salvegera 27'an a komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û ji bo kombûna li dora Rêber Apo û xurtkirina xeta têkoşîna hevpar bang kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Sibat 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û got, “Em ê bi hêza xwe ya jinê ya rêxistinbûyî hêzên komploger ên navneteweyî têk bibin.” PAJK’ê got, “Bi pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd û zêdekirina dostên xwe, em ê bi têkoŞîna bênavber hebûn û azadiya xwe garantî bikin.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di ser komploya navneteweyî re 27 sal derbas bûn ku li hemberî Rêberê me hate kirin. Her roj hîn baştir tê fêhmkirin ku komploya li hemberî Rêberê me rewşeke şexsî nîne, lê di şexsê gelê Kurd de li hemberî gelên Rojhilata Navîn û dînamîkên berxwedanê hatiye kirin. Berxwedana bêhempa ya gelê Kurd ku 200 sal in di bin zexta qirkirinê de ye, nîv sed salên dawî bi kevneşopiya Apoyî re ji rastiya herêmî û xwecihî veguherî rastiyeke neteweyî. Bi saya Reberê me û têkoşîna me, Kurd yekemcar bûn xwedî aqlekî stratejîk. Bi vî aqlê stratejîk re Kurd ji rewşa hêza ji aliyê hêzên emperyal ve bê bikaranîn rizgar bû, bû xwedî nasnameyeke damezrîner, lewma bi komploya navneteweyî hewl hate dayin ku pêşî li vê pêşketinê bê girtin. Rêberê me çoyê Kurd ji destê dewletên mêtinger ên herêmî û hêzên kapîtalîst ên plansazê qirkirina Kurdan wergirt û aqil û helwesteke nejirêzê bersiv da her hewldana komployê, lîstikên qirêj ên hêzên kapîtalîst xera kir, dezavantaj veguherand avantajê û di serî de jin derfetên azadiyê da gelan û hemû bindestan.

Têkoşîna ku Rêber Apo 27 sal in li nava mercên tecrîda giran a li Îmraliyê dimeşîne bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an re derbasî qonaxeke nû kir. Banga dîrokî ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin salekê temam dike. Bi rêya vê înîsiytîfa ku bi navê gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn hate afirandin, tê xwestin ku pirsgirêkên herêmê bi pêşengiya jinan û bi perspektîfa neteweya demokratîk di nava aştiyê de bê çareserkirin. Di serî de gelê Kurd ji bo gel û jin hebûna xwe bi rengekî azad misoger bikin û karibin azadiya xwe biparêzin, Rêber Apo vê pêvajoyê bi hesasiyeteke mezin dimeşîne. Şertê bingehîn ê rêveçûna vê pêvajoyê ye ku Rêber Apo bibe xwedî derfetên meşandina pêvajoyê, bi rengekî azad bixebite, xwedî mercên azad ên jiyanê be û mafê hêviyê bikeve dewrê.

Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi paradîgmaya neteweya demokratîk û azadîpareziya jinê pûç kir. Ev paradîgma li Kurdistanê û herêma me hîn bêhtir bi pêş ve diçe û planên hêzên komploger ên navneteweyî xera dike. Xeta azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk ku ji sînorê Kurdistanê derbas dibe û herêmî û navneteweyî dibe, planên hêzên komploger ji binî ve dihejîne. Lewma komplo êdî ne tenê li hemberî tevgera me û gelê me, lê li hemberî paradîgmaya neteweya demokratîk hate kirin ku ev paradîgma li Rojhilata Navîn ji aliyê hemû cihêrengiyên etnîkî, olî û civakî ve tê qebûlkirin. Tecrûbeya li Rojava hemû cihêrengî di nava agirê Rojhilata Navîn de 14 salan bi hev re di nava aştî û aramiyê de hişt, bû mînak û belgeya piştrastiya rojane û dîrokî ya projeya neteweya demokratîk. Ya ku hêzên navneteweyî û komploger ên herêmî ji ber berjrewendiyên xwe nekarîn xwe lê rabigirin ev rêbaza jiyanê ya alternatîf e ku bû hêvî ji herêmê û cîhanê re. Lewma eşkere bû ku ev êrişên dawî yên li ser Rojava nikare tenê bi berjewendiyên rojane û polîtîk bê îzahkirin. Di rewşa heyî de eşkere bû ku komplo li hemberî paradîgmaya Rêbertî hatiye kirin ku li Rojava şênber bûye. Êrişa li ser Rojava ku şoreşeke jinê ye, li hemberî xeta azadiya jinê, li hemberî sîstema civakî ya bi pêşengiya jinê ye. Komploya ku 15’ê Sibata 1999’an ji bo tasfiyeya fîzîkî ya Rêberê me destpê kir, veguherî komployekê ku ji bo tinekirina çarenûsa gelekî destpê kir û ji wir jî li Rojhilata Navîn belav bû û li hemberî hemû hêzên têkoşer hate kirin.

Ji ber vê yekê em diyar dikin ku, çawa komplo ne rewşeke bi serê xwe ye, encamên azadiya fîzîkî ya Rêberê me jî dê ji bo hemû bindestan yekane nebin; ew ê azadiya hemû gelên bindest û serketina nirxên komunal ên demokratîk misoger bike. Em dibêjin ku dirûşmeya ‘Azadî ji Rêber, Statu ji bo Rojava’ ne tenê dirûşmeyeke rojane ye, ji bo hêzên modernîteya demokratîk berpirsiyariyeke dîrokî û exlaqî ye ku divê demildest were bicih anîn. Em çalakiyên ku li gelek bajarên Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya neteweyî ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya duyemîn û parastina destketiyên Rojava hatine kirin, silav dikin. Li dora şoreşa jinan a Rojava rihekî neteweyî yê xurt ava bûye û ev yek planên komkujiyê asteng kiriye. Em çalakiyên gelên demokratîk, sosyalîst, karker û bindest ên li çaraliyê cîhanê ku ji bo azadî û xwişk-biratiyê têdikoşin, silav dikin. Gelê Kurd dê bi têkoşînek bênavber, xurtkirina yekîtiya xwe ya neteweyî û zêdekirina dostên xwe, hebûn û azadiya xwe misoger bike.

Serketin û destketiyên mayînde yên dema nû ya têkoşînê ku Rêbertî wekî însiyatîfeke rûbirû pênase kiriye, bi têkoşîna domdar û bi biryar a jinan, sosyalîstan û hêzên demokratîk ve girêdayî ye. Ji bo misogerkirina şert û mercên ku Rêbertî bikaribe bi azadî bijî, bixebite û pêvajoya danûstandinan bimeşîne erkên mezin dikeve ser milên me hemûyan.

Weke jin, pêwîste em tev hêza xwe ji bo têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rola wî ya mezintir di siberoja herêmê de seferber bikin. Divê em planên hêzên komplogeran vala derbixin. 

Girêdayî vê yekê em şehîdên xwe yên leheng ên ku li dijî komploya 15’ê Sibatê bi rêya çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirine topên agir û bûne sîper û heya roja me ya îroyîn jî li zîndan, çiya û bajaran bi têkoşîna xwe bûne parçeyekî agirê ji rojê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dubare komploya navneteweyî ya ku weke rûpeleke reş derbasî dîrokê bûye û gelê me ji bîr nekiriye û tu caran jî ji bîr nake, bi nefret şermezar dikin. Em zanin ku her komploya pêşî lê neyê girtin wê rê li ber komployeke hîn mezintir vebike. Bi vê têgihiştinê, têkbirina lîstikên komplogerên navneteweyî û versiyona vê serdemê ya kujerên kastîk ên bi maske yên dîrokê, rizgarkirina cîhana me ji komplogerên kapîtalîst ku ne tenê civakîbûna mirovahiyê tine dikin, her wiha cîhana me jî anîne ber tinebûnê, bi tinekirina vê klîka komployê dibe.

Girêdayî vê yekê di serî de jin em bang li hemû gelan  û hêzên têkoşînê dikin li dora daxwaz û dirûşmeya  ‘’Ji Rêbertî re azadî’’ kom bibin û xeta têkoşîna hevpat xurt bikin.

Em ê bi hêza jinan a birêxistinkirî hêzên komploger ên navneteweyî têk bibin.  

Em ê teqez sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Desteya Tenduristiyê ya Kobanê: Dermanên me diqede
Nûçeya Pişt re Şehîd Şivan, Berxwedan û Bîrhat hatin veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Melayên Başûr: Divê em nehêlin dagirkeriya dewleta Tirk bidome

Seydayên olî bertek nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr dan û gotin: "Tu…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Em serkeftina xwe ya îro diyarî gelê xwe dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku li gundên bakurê Bendava Tişrînê bi dehan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em nahêlin axa me were dagirkirin”

Şîlan Şoreş diyar kir ku şer bi her awayî tê meşandin lê belê bi taybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emînoglû: Krîza civakî û aborî ciwanan ber bi sûc ve dehf dide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sebahat Tûncel: Hêza rêxistinbûyî ya Kurdan wê pêvajoyê diyar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê pevçûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?