Di van kêliyan de çekdarên girêdayî “Bedo Benî Xalil”, ya bi navê koma “Ewlad Etiye El Mûsa” êrîşî taxa Muhacîrîn a Dahiya El Basil a Humsê dikin.
Li gorî agahiyên şêniyan parve kirine, çekdar li nava kolanan digerin, welatiyan gulebaran dikin, bi ser malan de digirin, kargehan talan dikin.
Vê yekê di navbera şêniyên herêmê de tirs, fikar çêkir. Li hemberê jî aliyên ewlehiyê yên li herêmê bê deng in.

