Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi biryara nû ya têkildarî mafê ragihandinê û şert û mercên girtîgehê yên Rêber Apo re careke din bang li Tirkiyeyê kir ku bi berpirsyariyên xwe yên navneteweyî rabe. Lê belê vê biryarê hêvî û xeyala derdorên hiqûqî şikand.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak ev helwesta komîteyê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve nirxand.
‘BERSIV NEDA BENDEWARIYÊN HIQÛQÎ’
Serhat Çakmak anî ziman ku dema ew biryarê li gorî yên salên derbasbûyî dinirxînin, dibînin ku biryarke lawaz e û got, “Dema ku mirov ev biryar nirxand, divê bi biryara Îlona par re binirxîne. Di wê biryarê de komîteyê destê xwe bilind kiribû û diyar kiribû ku divê Tirkiye di nava salekê de guhertineke qanûnî bike. Yanî berpirsyarî yekser ji Meclîsê re hatibû şandin. Ev biryar veguherî mijareke welê ku di her periyodê de divê bê nirxandin.
Di Îlona îsal de jî bendewariya esasî ew bû ku asta vê biryarê hîn bêhtir bê bilindkirin. Dihate payin ku biryareke navberê ya hîn bi bandor bihata dayin. Ya rast ev biryar ne li gorî bendewariyên hiqûqî bû, lawaz bû. Ji aliyê mantiqê hiqûqê ve paşvegav avêtina ji asteke bilindkirî bi xwe nakokî ye. Ji yekê çûbû dudiyan, diviyabû ji dudiyan derbasî sêyan bibe, lê belê jê vegeriya, kêm kir. Bi taybetî ji ber ku mesele biryareke ku 11 sal in heye û hîn bi cih nehatiye anîn, ev biryar ji aliyê hiqûqî ve paşdemayin e.”
‘LI GORÎ HEVSENGIYA SIYASÎ HATE WERGIRTIN’
Çakmak diyar kir ku Komîteya Wezîran a ku Konseya Ewropayê û bicihanîna biryarên wê berpirsyar e, demeke dirêj e li gorî hevsengiyên siyasî tevdigere, ev nêzîkatî zerareke mezin dide mekanîzmaya hiqûqê û got, “Me timî dianîn ziman ku komîte ku saziya bicihanîna biryarên Konsey, Dadgeha Mafên Mirovan e, timî li gorî hevsengiyên siyasî tevdigere. Bi vê biryarê re jî ev îdîaya me careke din piştrast bû. Li gorî siyaseta Rojhilata Navîn a heyî û têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê, li ser van hevsengiyên siyasî ji bo têkiliyan qut neke, hevsengiyek dihate meşandin.
Ev biryar jî bi temamî li ser vê hevsengiyê hatiye avakirin û bi baweriya ji pêvajoya çareseriyê hatiye wergirtin. Li Tirkiyeyê ji bo aştiya navxweyî komîsyonek hate avakirin; lê belê ne cihekî welê bû ku ji aliyê Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran ve bi fermî weke qadeke dadgeriyê bê dîtin. Di vir de berpirsyarî yekser ji dewletê re tê hiştin. Dewlet a muxatab nabe ku berpirsyariyê ji saziyeke nava xwe re bihêle. Muxatabê komîteyê Dewleta Komara Tirkiyeyê ye; komîsyona meclîsê nîne.
Di vê biryarê de li gorî hevsengiyeke konjonkturî û demê helwest hate nîşandan. Lewma mekanîzmaya hiqûqê ya Konseyê ji aliyê cidîwergirtinê ve kete nava kêmasiyeke esasî.”
‘JI ALIYÊ SERXWEBÛNA HIQÛQÊ VE CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE’
Serhat Çakmak bi bîr xist ku saziyên Ewropayê di biryarên xwe yê beriya niha yên têkildarî Tirkiyeyê de helwestên hîn hişk nîşan dan, nermbûna di biryara Rêber Apo de hate nîşandan ji aliyê hiqûqî ve paşve gavavêtin e û got, “Têkildarî bicihanîna biryarên Demîrtaş û Kavala biryuarên navberê hate dayin ku wê li ser Tirkiyeyê pêkanînên hişk fez bike, lê belê di mijara biryarekê de ku 11 sal in heye û hîn bi cih nehatiye anîn nêzîkatiyeke nerm hate nîşandan. Ev yek ji aliyê hiqûqî ve rast nîne.
Bi salan e dema em mekanîzmayên dadgeriyê yên neteweyî û navneteweyî dinirxînin, qala serweriya hiqûqa peymanî, destûra bingehîn û serxwebûna dadgeriyê dikin. Lê belê Yekîtiya Ewropa û mekanîzmayên Konseya Ewropayê ku ji aliyê bêalîbûna dadgeriyê ve mekanîzmaya dadgeriyê ya Tirkiyeyê bi rengekî cidî rexne dikin, di nava vê serxwebûna dadgeriyê de cih negirt û weke hiqûqnasan em vê yekê rexne dikin.
Her wiha divê bê gotin, ji aliyê serxwebûna hiqûqê ve jî cihê xemgîniyê ye.”