Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Sîncanê berdana bi şert a 12 girtiyên jin tê astengkirin
Rojane

Li Sîncanê berdana bi şert a 12 girtiyên jin tê astengkirin

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku berdana bi şert a 12 girtiyên jin bi biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê tê astengkirin, ji sala 2021’ê û vir ve ti ji girtiyên siyasî yên jin nehatine berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, ji ber nirxandinên ‘halê baş’ ên Desteya Çavdêriyê ya Îdrayê, mafê berdana bi şert a girtiyên jin tê astengkirin.

Ji Çileya 2021’ê û vir ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê ti ji girtiyên ku dema wan a berdana bi şert hatiye, nehatin berdan. Têkildarî ti girtiyan nirxandina ‘halê baş’ nehate kirin û destûr nehate dayin ku mafê berdana bi şert bi kar bînin.

Di halê hazir de berdana bi şert a 12 girtiyên jin tê astengkirin. Pênc ji wan 30 sal in girtî ne.

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê detayeke din a girîng jî ew e ku nirxandin normal sê, şeş an jî neh mehan carekê tê kirin, lê belê ji bo hin girtiyan dema nirxandinê piştî salekê hatiye dayin.

Ji Komeleya Hiqûqnasan a Azadîparêz (OHD) Parêzer Sîpan Cîzrelî bûyerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nirxand.

‘JI SALA 2021’Ê Û VIR VE BERDANA BI ŞERT PÊK NEHATIYE’

Sîpan Cîzrelî anî ziman ku di sala 2020’î de bi şewba Covid-19 re guhertinên di Qanûna Înfazê de hatin kirin, bûn sedem ku di nirxandina ‘halê baş’ de cihêkarî bê kirin û got, “Di sala 2020’î de di qanûna înfazê de guhertinek hate kirin. Vê guhertinê di nirxandina halê baş de rê li ber hin cihêkariyê vekir. Du xalên qanûnê hatin guhertin, piştre jî biryarên Desteya Çavdêriyê ya Îdareyê bûn esas.

Bi vê guhertinê re ji Çileya 2021’ê û vir ve bi biryara Desteya Çavdêriya Îdareyê ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ti ji mehkûmên ku dema wan a berdana bi şert hatiye, nehatiye berdan. Li gel ku ji aliyê Desteya Çavdêriya Îdareyê ve halê baş hatiye nirxandin jî têkildarî ti mehkûman nirxandineke bi esasî halê baş nehate kirin û destûr nehate dayin ku mafê xwe yê berdana bi şert bi kar bînin.

Di asta heyî de me 24 jin tespît kirin ku li gel dema wan a berdana bi şert hatiye, nehatine berdan. 12 ji wan cezayê wan piştî ku cezayê wan bi temamî qediya karîbûn ji girtîgehê derkevin.

Di halê hazir de berdana bi şert a 12 mehkûmên jin, bi nirxandinên periyodîk ên Desteya Çavdêriya Îdareyê tê astengkirin. Dema taloqkirinê ya desteyê bi giranî bi sê, şeş an jî neh mehan tê destnîşankirin, lê belê herî dawî ji bo 2 mehkûmên jin piştî salekê dem hate dayin. Yanî nirxandineke din wê karibe piştî salekê bê kirin.

Niha pênc ji jinan 12 jê bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, yke jî Sermîn Demîrdag e ku ketiye sala 34’an a girtîmayinê.”

Sîpan Cîzrelî diyar kir ku li hin girtîgehan (Weke Bolû) berdan hatibe kirin jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di vê mijarê de paşve gav nehatiye avêtin û ev pêvajo bi temamî kêfî ye.

Sîpan Cîzrelî got, “Agahî li ber destê me hene ku li 1-2 girtîgehan girtî hatine berdan, li çapemeniyê jî belav bû; lê belê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di vê mijarê de paşve gav nayê avêtin. Bi temamî pêkanîneke kêfî heye. Weke min got, ti pîvaneke biryarên Desteya Çavdêriya Îdareyê nîne. Ev deste li hev kom dibe û hin nirxandinên subjektîf dike. Gotinên weke hev timî dubare dikin û heman biryarê didin.

Dawiya dawî berdana 12 girtiyan hate astengkirin; pênc ji wan 30 sal in li girtîgehê ne û 33-34 sal tijî kirine. Her wiha gelek ji van jinan li girtîgehê bi gelek nexweşiyan ketin.”

GIRTIYÊN JIN ÊN BERDANA WAN A BI ŞERT TÊ ASTENGKIRIN

1. Nedime Yaklav (30 sal): Berdana wê 6 caran hate taloqkirin. Nirxandina di dorê de piştî salekê ye.

2. ⁠Sermin Demirdağ (30 sal): Berdana wê 6 caran hate taloqkirin.

3. ⁠Nuriye Adet (30 sakl): Berdana wê 5 caran hate astengkirin. Nirxandina di dorê de piştî salekê ye.

4. ⁠Gülşan Adet (30 sal): Berdana wê 5 caran hate taloqkirin.

5. ⁠Hicran Binici (30 sal): Berdana wê 4 caran hate taloqkirin.

6. ⁠Zeliha Ustabaşı: Berdana wê 3 caran hate talqokirin.

7. ⁠Elif Çetinbaş: Berdana wê 2 caran hate taloqkirin.

8. ⁠Melike Göksu: Berdana wê 2 caran hate taloqkirin.

9. Esra Soyaktaş: Berdana wê 2 caran hate taloqkirin.

10. ⁠Fatma Aslan: Berdana wê carekê hate astengkirin.

11. ⁠Süheyla Taş: Berdana wê carekê hate taloqkirin.

12. ⁠Emine Abiş: Berdana wê carekê hate taloqkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ev biryar ji aliyê hiqûqî ve paşketî û lawaz e’
Nûçeya Pişt re Şêniyên Amedê: Em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa li ser gundên Amêdiyê de şewat derket, mal bi temamî şewitîn

Piştî bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Fonên ji bo cihêrengiya biyo bi milyaran dolarî kêm e

Rapora nû ya Meclîsa Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî raxist pêş çavan ku fonên navneteweyî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê ADARA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li gundewarê Qamişloyê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê ji destpêka 2026’an ve 257 kes hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?