Bi êrîşên li ser Rojava re, bi taybetî hedefgirtina sembolên şervanên jin, jiyana ji aliyê jin ve hatî avakirin û ji bo jinên cîhanê ava kiriye jî tê hedefgirtin.
Endama Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê, nivîskar Hatice Kavran, diyar kir ku jin di berxwedana Rojava de di refa pêş de ne û bi taybetî hedefgirtina temsiliyeta jinê bi awayekî hişmendiya hovitiye ye.
Hatice Kavran bal kişand ser vê yekê ku qutkirina porê şervaneke YPJ’ê ya ku li deverên şer ên bakur-rojhilatê Sûriyê dîl ketiye û wekî ‘ganîmet’ nîşandanê wê di wicdana mirovahiyê de şikestineke kûr çêkiriye û vê zihniyeta hov ku bi navê baweriyê tê pêşkêşkirin şermezar kir.
Hatice Kavran got, “Bi taybetî kirina vê yekê bi îdiaya nasnameyeke Îslamî, berî rûmeta mirovahiyê baweriyê qetil dike. Bi vê yekê têkoşîna jinê tê hedefgirtin û jiyana nû ya ku jin ava kirine dixwazin ji holê rakin” Û diyar kir ku jin ji ber ku li hemberî pergala civakî ya kevneşopî, olperest û zayenda civakî derdikevin hedef tên girtin.
Hatice Kavran got ku xwediyên vê zihniyetê tevgerên jinê ji bo xwe wekî metirsiyê dibînin û wiha domand: “Ji bo ku têkoşîna jinê ya ku wekî metirsiyê dibînin ji holê rakin li hemberî wê radiwestin. Lê argumanên ku bi kar tînin ji gotin û kirinên paşverû, zordar, bêaqil û bêvicdan pêk tên.”
Hatice Kavran wiha berdewam kir: “Di qada ramana de jinên ku nikarin têk bibin, bi muameleyên mirovî yên hovane dixwazin bi tirsê wan ji têkoşînê dûr bixin. Lê daxwaza jinê tenê ev e: Avakirina civakeke alternatîf. Yanî di her qada jiyanê de wekî şexs bi mafên wekhev ên mêr re hebin. Lê dema jin tê rojevê, mirovbûna wê datînin kêlêkê û bi zayendiya wê re hem li şexsê jinê hem jî li rûmet û exlaqê civakê êrîşên ku nayên qebûlkirin tên kirin û ev êrîş li rûmeta mirovahiyê ye.
Sedema sereke ya hedefgirtina jinê helwesta wan a li hemberî pergala patriyarkal a heyî ye ku ev zihniyet temsîl dike. Jina ku li hemberî pergala heyî nasekîne, di van pergalan de wekî ‘jina maqûl’ tê dîtin û kirîn û firotina wê an kuştina wê nayê nîqaşkirin. Lê îfadeya azadiya jinê di van hawîrdorên zihniyeta patriyarkal de tê nîqaşkirin, ji tecawiz, kirîn û firotin û kuştina jinê xirabtir tê fêmkirin û ev jî delîla wê yekê ye ku ev zihniyet çiqas paşverû û hov e. Bi hin gotinên çewt re têkoşîna mafên jinê wekî sûc an xerabiyekê tê nîşandan. Îradeya jinê tê înkar kirin.”
‘NE SÛCÊ ŞER E, SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
Hatice Kavran diyar kir ku êrîşên çeteyên DAİŞ-HTŞ’ê û yên wekî wan ên ku ferqa sivîl-leşker nakin sûcê şer in; her cure muameleya rûmetşikandin li ser sivîl û girtiyan jî di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de ne û bal kişand ser bêdengiya saziyên navnetewî ya ku pêşiya van êrîşan vedike.
Hatice Kavran got: “Bêdengiya yên ku îro di cihê berpirsiyariyê de ne, berhema vicdaneke ku xwe dixewîne ye. Ev bêdengî krediyeke eşkere ye ku ji zihniyeta paşverû û hov a li Rojava re tê pêşkêşkirin.”
‘YÊN KU JI BO XEZEYÊ RADIBIN LI KU DERÊ NE?’
Hatice Kavran bal kişand ser ‘hesasiya hilbijartî’ ya li hemberî krîzên mirovî yên Rojhilata Navîn û bêdengiya derdorên ku ji bo Xezeyê radibin li hemberî qirkirina sîstematîk a jinê wekî ‘xirabûna wicdanî’ nirxand.
Hatice Kavran wiha got: “Dema Xezeyê hate rûxandin bi awayekî rast bertek derketin holê, seferberiya alîkariyê çêbû. Lê li Rojava li hemberî miletekî bêdewlet, ji hêza ne wekhev wêdetir ‘sûîkasta rûmetê’ tê kirin. Tu leşkerê Îsraîlî jinên Filîstînî nedizî û li bazarên koleyan nefirot, vê trajediyê bi awayekî bêexlaqî neda medyayê. Bêdengmayîna li hemberî vê hovîtiya paşverû a li Rojava, dev ji rûmeta mirovahiyê berdan e.”
Hatice Kavran di dawiyê de got ku modela civakeke alternatîf a ku jin di her qada jiyanê de bi mafên wekhev hene, ji bo pêkhateyên statûkoperest û patriyarkal metirsiya herî mezin e û wiha domand:
“Jinên Kurd ne tenê li eniyê, di hucreya jiyana civakî de jî şaristaniyeke nû ava kirin. Mêrên ku xwediyê zihniyeta herî xerab û tarî ya cîhanê ne, ji aliyê jinên herî wêrek û ronahiyên cîhanê ve hatin têkbirin. Ev ne tenê wekî serkeftineke leşkerî ket dîrokê; wekî di qada ramana de têkçûna wê zihniyeta paşverû ya ku îradeya jinê înkar dike ye jî.”

