Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’
Rojane

‘Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in jiyana ku dixwazin vedibêjin’

Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk, derbarê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê de got, “Ev kar bi tunehesibandinê û ferzkirinên ji navendê nameşe” û da zanîn ku divê daxwazên Kurdan û gelên herêmê di avakirina Sûriyeya nû de esas bên girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevdîtinên dawî yên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya di bin rêveberiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de, bûn şahidê geşedanên ku dê ji nû ve şekil bidin hevsengiyên siyasî yên herêmê. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di daxuyaniyên xwe yên ji çapemeniya navneteweyî re de ragihand ku ji bo entegrasyona QSD’ê bi artêşa Sûriyeyê re, li ser “mekanîzmayeke guncaw” bi HTŞ’ê re di prensîbê de li hev kirine û pêvajo dê di nêzîk de bikeve meriyetê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk ku di bin siya van geşedanan de axivî, destnîşan kir ku divê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê bi îradeya gelan teşe be. Ozturk got, “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in nîşan didin ku jiyaneke çawa dixwazin. Vê têkoşînê didin, hewl didin vê biparêzin. Divê mirov rêz bigire” û li hemberî destwerdanên derve hişyarî da.

SEDEMA REWŞA ÎRO, DÎROKA ZORDESTKAR A SÛRIYEYÊ YE

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, di nirxandina xwe ya derbarê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, destnîşan kir ku polîtîkayên zordar ên rejîma Esed ên li hemberî gelan, sedema bingehîn a rewşa şer a îro ye. Ozturk got, “Em behsa rejîmekê dikin ku zordestî li ser hemû gelên li Sûriye kiriye û hewl dida ku heta bêhnstandinê jî kontrol bike” û diyar kir ku rejimê bi girtinan û êrîşan bersiv da daxwazên demokrasî û azadiyê. Ozturk da zanîn ku rêveberiya Esed bi têgihiştineke ku gelan bê nasname dihêle û heta mafê jiyanê jî nas nake tevgeriyaye û got, “Ji Erebê Elewî heta Sunî, ji Tirkmen heta Durzî, li hemberî hemû gelan zordarî hebû. Kurdan jî li hemberî vê bênasnamebûnê her tim têkoşîn kirin.” Ozturk bi bîr xist ku piştî sala 2011’an Kurdan li hemberî van zordariyan berxwedaneke rêxistinkirî pêş xistin û wiha got: “Ev ne tenê li dijî têgihiştineke ku tune dihesibîne, nasnameyê nas nake û hebûnê dipirse bû; ev berxwedaneke bû ku bi refleksa parastina hebûna hemû gelan û baweriyan li ser axa ku lê dijîn pêş ket.”

Ozturk, têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê wekî “berxwedaneke kêm caran di dîroka mirovahiyê de tê dîtin” bi nav kir û got, “Gelê Kurd û dostên wan têkçûneke mezin bi DAÎŞ’ê dan jiyîn, ew rawestandin. Ev têkoşîn hîn jî berdewam dike.” Ozturk destnîşan kir ku ev berxwedan ne tenê leşkerî ye, di heman demê de xwedî bingeheke îdeolojîk û paradîgmatîk e û wiha axivî: “Ev refleks ne ji ber xwe ve ye; ji têgihiştineke ku jiyana hevpar a gelan diparêze derket holê.”

BÊYÎ ZANÎNA VÊ DÎROKÊ DESTWERDAN NAYÊ KIRIN

Ozturk şêwazên destwerdana aktorên navneteweyî yên li herêmê rexne kir û got: “Bêyî zanîna vê dîrokê, ne pêkan e ku Tirkiye yan jî Îngiltere rastiya li wir nebîne û destwerdanê bike. Heman tişt ji bo Amerîkayê jî derbasdar e. Bi deh hezaran can hatin windakirin, bajar hatin hilweşandin, mirov hewl didin li Sûriyeyeke ku bûye rewşeke nayê jiyîn, bijîn. Pêwîst e ku mafê axaftinê yê kesên ku ev berdêl dane hebe.”

Ozturk diyar kir ku ew destwerdana rasterast a Tirkiyeyê li Sûriyeyê rast nabîne û wiha got: “Destnîşan kirina giringiya demokrasiyê û mafên mirovan tiştekî din e; destwerdana rasterast tiştekî din e. Ev yek dibe destwerdana karûbarên navxweyî yên dewleteke din. Em destûr nadin ku kes destwerdanê li karûbarên me yên navxweyî bike. Wê demê yekî din jî dê destwerdanê li karên we bike.”

Ozturk da zanîn ku ew hevdîtinên derbarê ka dê Sûriyeya nû çawa teşe bigire erênî dibîne û got: “Nîqaşkirina pirsa ‘Em ê Sûriyeyeke çawa ava bikin?’ rast e. Piştî rejîma Esed, piştî têgihiştina Baasê, divê avahiyeke ku cudahiyan li ber çavan bigire were avakirin.” Ozturk  destnîşan kir ku divê ev pêvajo ne bi destwerdanên derve, lê bi vîna gelên Sûriyeyê bi xwe were meşandin.

DIVÊ PÊŞEROJEKE KU BI VÎNA GELAN BI XWE TEŞE BIGIRE WERE AVAKIRIN

Ozturk bal kişand ser nîqaşên li ser ne-navendîparêziyê jî û wiha got: “Raya giştî li ser navan disekine ka gelo federal e an ne-navendîparêz e. Lê pirsgirêk ne nav e. Kurd gelekî li vir dijîn, neteweyek in. Bi eşkereyî îfade dikin ku dê di nav tevahiya Sûriyeyê de wekî berê nejîn. Ev ne tenê berhema 14 salên dawî, lê sekn e ku bi berhevkirina sedsalan hatiye.”

Ozturk diyar kir ku di avakirina Sûriyeya nû de divê daxwazên Kurdan û gelên din li ber çavan bên girtin û wiha got: “Ev kar bi tunehesibandinê, bi ferzkirinên ji navendê, bi Erebkirinê, bi Tirkkirinê nameşe. Em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin; avahiyeke ku cudahiyan li ber çavan bigire, hewl nede kesî veguherîne. Ne Elewîkirin ne Sunîkirin ne Xiristiyankirin ne Misilmankirin. Sûriyeyeke ku her kes bikaribe bi nasnameya xwe, baweriya xwe û zimanê xwe hebûna xwe bidomîne.”

Ozturk destnîşan kir ku divê hikûmeta demkî û aktorên navneteweyî guh bidin daxwazên gelên herêmê û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in nîşan didin ku jiyaneke çawa dixwazin. Vê têkoşînê didin, hewl didin vê biparêzin. Divê mirov rêz bigire. Divê pêşerojeke ku ne bi destwerdanên ji derve, lê bi vîna van gelan bi xwe teşe bigire, were avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kiliç: Entegrasyona demokratîk ji veguherînên li cîhanê ne cudaye
Nûçeya Pişt re Nivîskar Îlhamî Akter: Ji bo raperîna min bê bihîstin dinivîsim
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Em ê nehêlin ku kujerên Tahîr Elçî bên veşartin’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bertek nîşanî biryara beraetê ya di Doza Tahîr Elçî…

Ji aliyê Stêrk TV

Lîderên rûhanî yên Durzî ketina hêzên Şamê li nava Suwêdayê erê kirin!

Lîderên rûhanî yên Durzî belavokek belav kirin ku destûrê didin hêzên hikumeta demkî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê ya dorpêçkirî rojane bi sedan kes ji ber ava nepaqij nexweş dikevin

Li bajarê Kobanê yê dorpêçkirî rojane herî kêm 200 kes ji ber ava nepaqij nexweş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê êrîşa li dijî pakrewangehan şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?