Hevdîtinên dawî yên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya di bin rêveberiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de, bûn şahidê geşedanên ku dê ji nû ve şekil bidin hevsengiyên siyasî yên herêmê. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di daxuyaniyên xwe yên ji çapemeniya navneteweyî re de ragihand ku ji bo entegrasyona QSD’ê bi artêşa Sûriyeyê re, li ser “mekanîzmayeke guncaw” bi HTŞ’ê re di prensîbê de li hev kirine û pêvajo dê di nêzîk de bikeve meriyetê. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk ku di bin siya van geşedanan de axivî, destnîşan kir ku divê pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê bi îradeya gelan teşe be. Ozturk got, “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in nîşan didin ku jiyaneke çawa dixwazin. Vê têkoşînê didin, hewl didin vê biparêzin. Divê mirov rêz bigire” û li hemberî destwerdanên derve hişyarî da.
SEDEMA REWŞA ÎRO, DÎROKA ZORDESTKAR A SÛRIYEYÊ YE
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, di nirxandina xwe ya derbarê geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, destnîşan kir ku polîtîkayên zordar ên rejîma Esed ên li hemberî gelan, sedema bingehîn a rewşa şer a îro ye. Ozturk got, “Em behsa rejîmekê dikin ku zordestî li ser hemû gelên li Sûriye kiriye û hewl dida ku heta bêhnstandinê jî kontrol bike” û diyar kir ku rejimê bi girtinan û êrîşan bersiv da daxwazên demokrasî û azadiyê. Ozturk da zanîn ku rêveberiya Esed bi têgihiştineke ku gelan bê nasname dihêle û heta mafê jiyanê jî nas nake tevgeriyaye û got, “Ji Erebê Elewî heta Sunî, ji Tirkmen heta Durzî, li hemberî hemû gelan zordarî hebû. Kurdan jî li hemberî vê bênasnamebûnê her tim têkoşîn kirin.” Ozturk bi bîr xist ku piştî sala 2011’an Kurdan li hemberî van zordariyan berxwedaneke rêxistinkirî pêş xistin û wiha got: “Ev ne tenê li dijî têgihiştineke ku tune dihesibîne, nasnameyê nas nake û hebûnê dipirse bû; ev berxwedaneke bû ku bi refleksa parastina hebûna hemû gelan û baweriyan li ser axa ku lê dijîn pêş ket.”
Ozturk, têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê wekî “berxwedaneke kêm caran di dîroka mirovahiyê de tê dîtin” bi nav kir û got, “Gelê Kurd û dostên wan têkçûneke mezin bi DAÎŞ’ê dan jiyîn, ew rawestandin. Ev têkoşîn hîn jî berdewam dike.” Ozturk destnîşan kir ku ev berxwedan ne tenê leşkerî ye, di heman demê de xwedî bingeheke îdeolojîk û paradîgmatîk e û wiha axivî: “Ev refleks ne ji ber xwe ve ye; ji têgihiştineke ku jiyana hevpar a gelan diparêze derket holê.”
BÊYÎ ZANÎNA VÊ DÎROKÊ DESTWERDAN NAYÊ KIRIN
Ozturk şêwazên destwerdana aktorên navneteweyî yên li herêmê rexne kir û got: “Bêyî zanîna vê dîrokê, ne pêkan e ku Tirkiye yan jî Îngiltere rastiya li wir nebîne û destwerdanê bike. Heman tişt ji bo Amerîkayê jî derbasdar e. Bi deh hezaran can hatin windakirin, bajar hatin hilweşandin, mirov hewl didin li Sûriyeyeke ku bûye rewşeke nayê jiyîn, bijîn. Pêwîst e ku mafê axaftinê yê kesên ku ev berdêl dane hebe.”
Ozturk diyar kir ku ew destwerdana rasterast a Tirkiyeyê li Sûriyeyê rast nabîne û wiha got: “Destnîşan kirina giringiya demokrasiyê û mafên mirovan tiştekî din e; destwerdana rasterast tiştekî din e. Ev yek dibe destwerdana karûbarên navxweyî yên dewleteke din. Em destûr nadin ku kes destwerdanê li karûbarên me yên navxweyî bike. Wê demê yekî din jî dê destwerdanê li karên we bike.”
Ozturk da zanîn ku ew hevdîtinên derbarê ka dê Sûriyeya nû çawa teşe bigire erênî dibîne û got: “Nîqaşkirina pirsa ‘Em ê Sûriyeyeke çawa ava bikin?’ rast e. Piştî rejîma Esed, piştî têgihiştina Baasê, divê avahiyeke ku cudahiyan li ber çavan bigire were avakirin.” Ozturk destnîşan kir ku divê ev pêvajo ne bi destwerdanên derve, lê bi vîna gelên Sûriyeyê bi xwe were meşandin.
DIVÊ PÊŞEROJEKE KU BI VÎNA GELAN BI XWE TEŞE BIGIRE WERE AVAKIRIN
Ozturk bal kişand ser nîqaşên li ser ne-navendîparêziyê jî û wiha got: “Raya giştî li ser navan disekine ka gelo federal e an ne-navendîparêz e. Lê pirsgirêk ne nav e. Kurd gelekî li vir dijîn, neteweyek in. Bi eşkereyî îfade dikin ku dê di nav tevahiya Sûriyeyê de wekî berê nejîn. Ev ne tenê berhema 14 salên dawî, lê sekn e ku bi berhevkirina sedsalan hatiye.”
Ozturk diyar kir ku di avakirina Sûriyeya nû de divê daxwazên Kurdan û gelên din li ber çavan bên girtin û wiha got: “Ev kar bi tunehesibandinê, bi ferzkirinên ji navendê, bi Erebkirinê, bi Tirkkirinê nameşe. Em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin; avahiyeke ku cudahiyan li ber çavan bigire, hewl nede kesî veguherîne. Ne Elewîkirin ne Sunîkirin ne Xiristiyankirin ne Misilmankirin. Sûriyeyeke ku her kes bikaribe bi nasnameya xwe, baweriya xwe û zimanê xwe hebûna xwe bidomîne.”
Ozturk destnîşan kir ku divê hikûmeta demkî û aktorên navneteweyî guh bidin daxwazên gelên herêmê û got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 14 sal in nîşan didin ku jiyaneke çawa dixwazin. Vê têkoşînê didin, hewl didin vê biparêzin. Divê mirov rêz bigire. Divê pêşerojeke ku ne bi destwerdanên ji derve, lê bi vîna van gelan bi xwe teşe bigire, were avakirin.”