Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Nirxandina Birêz Ocalan a têkildarî jinê işaretê bi qutbûneke dîrokî dike’
Jin

‘Nirxandina Birêz Ocalan a têkildarî jinê işaretê bi qutbûneke dîrokî dike’

Ayşe Acar Başaran daxuyaniya dawî ya Rêber Apo ya li ser rola jinê ya di avakirina civaka demokratîk de nirxand û got, "Xala ku Birêz Ocalan têkildarî jinê destnîşan dike işaretê bi qutbûneke dîrokî dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a dema beriya niya ya HDP’ê û hiqûqnas Ayşe Acar Başaran tespîtên Rêber Apo yên di salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk de kir, nirxand. Ayşe Acar Başaran bi bîr xist ku Rêber Apo jin weke “Parçeyê herî azadîxwaz ê entegrasyona demokratîk û hêza dehfdanê” pênase kir û destnîşan kir ku ev pênase ji aliyê siyasî û dîrokî ve diyarker e.

Başaran diyar kir ku ne tenê daxuyaniya dawî, Rêber Apo di hemû nirxandinên xwe de destpêka dîrokî ya têkiliyên serweriyê dispêre kolekirin jinê û got, “Têkiliya bindest-serdestan, desthilatdarî û xerabûna civakî di şexsê jinê de destpê kir. Gelek tecrûbeyên şoreşgerî ji ber ku jin bi têrkerî nekirin navend, nekarîn modeleke civakî ya azadîparêz û mayinde biafirînin. Di pêvajoyên şoreşê de jin li refên herî pêş in; lê belê di pêvajoya jinûve avakirinê de tê gotin, ‘Hûn êdî vegerin malê’. Ocalan berevajî vê yekê dibêje.”

Li gorî Ayşe Başaran avakirina civaka demokratîk bi modeleke welê pêkan e ku jin hêmana wê ya esasî ne, di nava mekanîzmayên biryardanê û îradeyê de hene, naxwe wê kêm bimîne û demokrasiyeke welê derkeve holê ku nikare bê meşandin.

‘BÊYÎ JINAN AŞTÎ Û DEMOKRASÎ BI SER NAKEVE’

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku di pêvajoyên çareseriya şer de bi giranî nêzîkatiyeke bi serweriya mêr tê nîşandan û destnîşan kir ku jin ne tenê li dora maseya muzakereyê, piştre jî di pêvajoya avakirina civakî de divê diyarker bin. Ayşe Acar Başaran careke din destnîşan kir ku bêyî jinan pêvajo bi ser nakeve û got, gelekî girîng e ku Rêber Apo tundiya li nava malê û kuştina jinan weke nîşaneyên rojane yên kolekirina dîrokî pênase kir.

‘LI DIJÎ JINAN ŞEREKÎ GLOBAL HEYE’

Ayşe Acar Başaran ragihand ku dema ew bala xwe didin ser tabloya li Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê dibînin ku li hemberî jinan êrişeke pir alî heye. Başaran bi bîr xist ku li Tirkiyeyê her roj herî kêm jinek tê kuştin, tundî li dehan jinan dibe û diyar kir ku gotinên dijminatiya li jinan bi destê siyaset û medyayê jinûve tê hilberandin.

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku li Ewropayê jî jin bi newekheviyeke zayendî ya civakî ya ‘ziravkirî’ re rû bi rû ne û anî ziman ku newekheviya mûçeyan û kuştina jinan li vê derê jî pirsgirêkeke cidî ye. Her wiha ragihand ku li Rojhilata Navîn jin ji ber mafên xwe yên bingehîn û azadiya xwe dibin hedef.

Başaran got, “Ev tablo tabloyeke şer e” û destnîşan kir ku eger daxwaza veguherîna civakî tê kirin divê ev yek ji jinan destpê bike.

‘ROJAVA REWŞA ŞÊNBERBÛYÎ YA PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ YE’

Ayşe Başaran diyar kir ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê ne tenê ji bo herêmê di asta navneteweyî de xwedî wateyekê ye. Ayşe Başaran bi bîr xist ku êrişên li ser Rojava dewam dikin û got, “Paradîgmaya Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmek e; modeleke ku li Rojava bi cih hatiye anîn.”

Başaran ragihand ku yek ji rojevên bingehîn ên 8’ê Adarê wê Rojava be û got, wê bi gotina “Rojava warê jinên azad e, em ê biparêzin” dakevin qadan.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku muxatabê sereke yê pêvajoya heyî Rêber Apo ye û gelekî girîng e ku xwedî mercê azad ê jiyan û karkirinê be.

‘EM LI HER DERÊ DAKEVIN QADAN’

Ayşe Başaran bang li jinan hemûyan kir ku beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin û diyar kir ku 8’ê Adarê di heman demê de wekke amadekariya Newrozê ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 3’Ê ADARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Kurkçu: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê bi sererastkirinên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Pêwîstiya demokrasiya Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye’

Sezaî Temellî, behsa operasyonên li dijî şaredariyên CHP’ê kir û got, "Demokratîkbûna Tirkiyeyê bêyî çareserkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Pîrozbahiya Newrozê li Amedê destpê kir

Li Amedê Newroza Azadî û Demokrasiyê destpê kir, hîn jî gel tê qadê.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Silêmaniyê eleqeyeke mezin nîşanî banga Rêber Apo da

Banga Rêber Apo ya piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê hate dayîn, ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Êlek Zeran biryara çalakiyeke nû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Japonya û DYE’yê operasyona leşkerî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?