Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.
Destpêkê endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes, Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros bi bîr anî ku 20’ê Nîsana 2020’î şehîd bûn û destnîşan kir ku Emîne Erciyes di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de xwedî roleke gelekî girîng bû.
Evîndar Ararat bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir û got, “Di herikîna dîrokê de di navbera hêzên gerîla û delwetan de gelek hevdîtin, lihevkirin û agirbest çêbûn, lê belê ti ji wan ne weke pêvajoya niha bû ku Rêber Apo da destpêkirin. Normal çekdanîn gava herî dawî ye, lê belê Rêbertî destpêkê biryar da ku partî bê fesixkirin û şerê çekdarî bê sekinandin. Ev yek cidiyeta Rêbertî radixe pêş çavan. Lê belê li pêşberî vê nêzîkatiya stratejîk a Rêbertî, dewleta Tirk an jî desthilatdariya AKP bi heman cidiyet û nêzîkatiya stratejîk tevnagere. Li hemberî Rêbertî 4-5 salan tecrîdeke welê meşandin ku li cîhanê mînaka wê nebû. Belê, piştî banga Devlet Bahçelî heyeta dewletê hevdîtinê bi Rêbertî re dike, heyeta DEM Partiyê biçe gel Rêbertî, lê belê bi taybetî meh û nîveke dawî desthilatdarî dixwaze tecrîdê bi rêbazên cuda bimeşîne.
Mînak heyeta DEM Partiyê ji sê kesan pêk tê, mehê yan jî meh û nîvê carekê diçe Îmraliyê. Deriyê wê hucreyê her roj li ser Rêbertî tê girtin. Deriyê hucreyê jî vekirî namîne. Divê parêzer, rojnamevan, akademîsyen, partiyên siyasî, komîsyona meclîsê biçe gel Rêbertî, nêrînên Rêbertî werbigirin. Naveroka pêvajoya ku Rêbertî da destpêkirin çi ye, Rêbertî çi dixwaze, têkildarî pirsgirêka Kurd divê di nava dewletê de çi bê guhertin; kes di vê der barê de tiştekî nabihîze. Ji ber ku destûr ji kesî re nayê dayin ku biçe.
Baş e, ev pêvajo wê çawa bi rê ve biçe? Madem pêvajo bi nêta çareseriya pirsgirêka Kurd û avêtina gavê ji bo aştiyeke mayinde hate destpêkirin, hingî ev kiryar têne çi wateyê? Dewletê tecrîd bi rê û rêbazên cuda xistiye dewrê. Bi taybetî divê dewlet dest ji vê tecrîdê berde, deriyên Îmraliyê bêne vekirin.
Mijareke din jî ‘mafê hêviyê’ ye. Mînak, Konseya Ewropayê beriya 10 salan biryar da ku divê dewleta Tirk qanûnên xwe biguherîne û ‘mafê hêviyê’ bixe dewrê. ‘Mafê Hêviyê’ di şexsê Rêbertî de ji bo hezaran girtiyan derbas dibe ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn, lê belê Tirkiye vê yekê bi cih nîne.
Rêbertî di hevdîtinên dawî de got, ‘Ya rast cezayê min qediya ye’. Divê Rêbertî girtî nemîne, lê belê vê nakin. Dema ku Konseya Ewropayê da dewleta Tirk vê salê diqede. Eger Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tevnegerin wê demê divê ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne. Eger dewleta Tirk vê biryarê pêk nîne, divê pêkanînek bikeve dewrê. Niha pêvajoyeke bi vî rengî heye. Me hem di Kongreya xwe ya 12’emîn hem jî di daxuyaniyên xwe hemûyan de diyar kir ku kesê danûstandinan bike Rêber Apo ye. Ji bilî Rêbertî kes nikare pirsgirêka Kurd çareser bike, kes nikare aştiyê pêk bîne. Muzakerevanê sereke Rêbertî ye. Li aliyekî desthilatdarî heye ku dewleta Tirk temsîl dike, li aliyê din jî Rêbertî heye ku bi milyonan mirovên Kurd temsîl dike.
Gelo çawa dibe ku her roj deriyê hucreyê li ser muzakerevanê sereke tê girtin? Her kes çima nikarin biçin gel Rêbertî û bê? Eger ev tecrîda veşartî bê meşandin, Rêbertî weke muzakerevanê sereke neyê qebûlkirin, ev pêvajo wê çawa bimeşe? Divê ev rewş êdî bê guhertin. Jİ bo pêvajo bi ser bikeve, eger aştî û çareseriyeke rasteqîn tê xwestin, eger xwişk û biratiya gelan tê xwestin hingî divê Rêbertî ji Îmraliyê derkeve û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.
Dewleta Tirk weke me, weke Rêbertî bi rengekî stratejîk nêzîk nabe. Eger desthilatdarî ji bo zêdekirina dengên xwe di hilblijartinê de serî li vê rê û rêbazê dide, ew ê careke din winda bike. Em winda nakin. Rêbertî jî vê dibêje. Ne ku em gelekî lawaz an jî mecbûr bûn ku Rêbertî ev gav avêt. Qonaxa heyî ya Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê li Rojhilata Navîn hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo herêmê metirsiyeke mezin e. Rêbertî jî ev yek dît. Şer jî êdî ji aliyê herdu aliyan ve gihîştiye asta xitimandinê. Wê demê neçar e ku rêyeke çareseriyê peyda bike. Eger ev nebe wê şer hîn giran bibe.
Eger nêta dewleta Tirk çareserî be, wê demê divê navê pirsgirêkê lê bie. Hîn jî dibêjin, ‘Tirkiyeya bê teror’. Car carna daxuyaniyên çewt dikin. Hinek ji wan weke ku nêta wan a çareseriyê heye daxuyaniyan didin, hinek jî daxuyaniyên hîn hişk didin. Weke ku bi zanebûn bi vî rengî tevdigerin. Ya bi rengê lihevkirî vê siyasetê dimeşînin yan jî nakokî di nava wan de heye. Bi taybetî desthilatdarî divê êdî biryarê bide; nêta xwe çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina aştî û demokrasiyê ye, yan jî dixwaze temenê desthilatdariya xwe dirêj bike? Tişta ku Tirkiyeyê rizgar bike ew e ku bi rengekî cidî û samîmî pêvajoyê bimeşîne.”
Evîndar Ararat li ser rol û mîsyona Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê jî got, “Komîsyon li ser israr û pêşniyara Rêbertî ava bû. Nûnerên hemû partiyan li hev kom bûn, lê belê rê û rêbaza ku komîsyon niha li ser dimeşe tenê pêvajoyê dirêj dike. Cidiyeteke xwe nîne. Eger bi rastî jî bi cidî nêzîk bibûna, komîsyon wê li ser zemîneke hiqûqî ya li meclîsê bihata rûniştandin, diviyabû qanûnek bihata derxistin. Eger Erdogan rabe bibêje ez komsîyonê fesix dikim, wê karibe bike. Ji ber ku zemîneke xwe ya qanûnî nîne. Temam, komîsyon li her kesî guhdarî dike, ev rê û rêbaz baş e lê belê nîqaş li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd nayê meşandin. Li ser bingeha çekdanînê û bêçekkirina endamên PKK’ê hevdîtinan dikin. Qanûnên ku komîsyon bi vî mejî pêşkêşî meclîsê bike jî wê li ser bingeha çekdanînê be. Li ser vê mijarê gelek nîqaş hatin meşandin, lê belê ez dixwazim balê bikişînim ser vê nuqteyê: Mînak astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê ya li meclîsê bi xwe nêta komîsyonê radixe pêş çavan. Baş e, ev şer çima destpê kir, çek çima hatin bikaranîn, çima ji herdu aliyan ve ewqas berdêl hatin dayin?
Ji bo neteweya Kurd bê qebûlkirin, di destûra bingehîn de gelê Kurd bi rengekî fermî bê naskirin, karibin bi zimanê xwe yê dayikê, çand û kevneşopiya xwe bijîn, ji bo hemû mafên xwe bi dest bixin ev şer 50 salî hate meşandin. Eger hûn hîn nikaribin xwe li Kurdî jî rabigirin, hûn ê çawa gelê Kurd qebûl bikin? Vî şerî da qebûlkirin. Êdî nabêjin ‘Yên bi eslê xwe Kurd’, dibêjin ‘Kurd’, baş e. Weke neteweyekê qebûl kirin lê belê hîn jî nikarin xwe li zimanê dayikê rabigirin. Ev rêbazên komîsyonê, nêzîkatiyên dirêjkirina pêvajoyê nayên qebûlkirin. Divê komîsyon cidî be. Divê li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk tevbigere. Divê komîsyon koman ava bike û ev kom jî bi her beşên ji gelên Tirkiyeyê hevdîtinan bike, qala pêvajoyê bike, pêşniyaran werbigire. Pêkhateyên heyî yên komîsyonê jî divê rûnên li ser qanûnên bêne derxistin nîqaşê bikin. Pirsgirêka Kurd wê çawa bê çareserkirin, divê nîqaşê li ser vê bike. Ji bo vê jî divê biçin gel Rêbertî. Ne hevdîtineke ji çend saetan a sembolîk, komîsyon divê bi rêk û pêk bi Rêbertî re kar bike. Divê pêşnûme qanûnên çareseriyê pêşkêşî meclîsê bike.”