Yek ji mezintirîn şîrketên lêkolînê yên Tirkiyeyê Şîrketa Lêkolînê ya Metropoll encama lêkolîneke xwe di destpêka meha Tebaxê de eşkere kir ku bû sedema nîqaşan. Şîrketê ragihand ku li gorî lêkolînên li tevahiya Tirkiyeyê kiriye, bandora olê ya li ser jiyana civakî kêm bûye.
Li gorî lêkolînê ji beşdarên anketê ji sedî 50.9 di wê baweriyê de ne ku bandora olê ya li ser jiyana civakî kêm bûye û wê hîn jî kêm bibe.
Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû mijar ji ANF’ê re nirxand.
Gergerlîoglû anî ziman ku ne tenê anketa Metropollê her wiha li gorî çavdêriyên wan ên civakî û gelek anketên din, ol li nava jiyana civakî ya li Tirkiyeyê lawaz dibe û got, “Ev yek rastiyeke û divê mirov pê dakevin, fêhm bikin. Ji xwe bi giştî ol ji aliyê bersivdayina li jiyana civakî bi sedan sal in di nava kêmasiyên gelekî girîng de ne û ji ber vê kêmasiyê rewşeke bi vî rengî rû da. Oldar divê bi vê mijarê daikevin û li gorî pêwîstiyên serdemê bersivên guncaw bidin pêwîstiyên jiyana civakî. Di heman demê de li nava civakeke modern têkiliya mirovan bi hestên manewî qut dibe. Pêwendiya vê rewşê ne tenê bi ol ve heye. Mirov di nava gengeşiya jiyana rojane de zêde wextê nabînin ku bi hestên manewî re eleqedar bibin. Bi dîtina min rola vê yekê jî heye. Cîhaneke mekanîk û materyalîst heye û dibe ku ji ber vê yekê jî rewşeke bi vî rengî rû da be.”
Parlamenter Farûk Gergerlîoglû işaret bi desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê kir ku olê bi kar tîne û got, “Hikumeteke ku dîmen, sembol û armancên olî da pêş û bi vî rengî bû desthilatdar, li Tirkiyeyê zerareke mezin da ol. Ji ber ku bi bikaranîna sembol û gotinên Îslamê xençerek li ruhê ol xist, naveroka wê vala kir. Gotinên ne ji dil derketin pêş. Hestên exlaq, edalet û rehmê yên ku divê xwe ji olê xwedî bikin, hatin binpêkirin.
Ol exlaqê bedew diafirîne û ewlaqê bedew jî olê bi pêş ve dibe. Rêveçûneke bi vî rengî heye. Weke desthilatdariyek eger hûn şaşitiyên mezin têkildarî nirxên exlaqî bikin, nebaşiyên herî mezin bikin û ji bo desthilatdariya xwe nirxên manewî binpê bikin, hingî wê ev yek bandorê li olê jî bike. Hingî wê ol nikaribe exlaqê bedew xwedî bike û mirov jî ji nirxên exlaqî dûr bikevin. Mirovên ku xwe weke ‘Misilman’ pênase dike wê exlaqa mirovbûyînê winda bike.”
Gergerlîoglû diyar kir ku Misilmanê li gorî pîvanên exlaqî tevnegere ti qîmetê wî nîne û got, “Rojê pênc caran nimêjê jî bike, her roj rojiyê bigire û îbadetên din bike jî bi esasî wijdanê xwe winda kiriye. Ji ber ku exlaqê bedew her wiha wijdan jî xwedî dike. Mirov an jî civakeke ku wijdanê xwe winda kiribe tevkariya li ol li aliyekî, wê zerareke mezin bide ol. Mîna mînakeke nebaş ti mînak li cîhanê nîne. Li Tirkiyeyê desthilatdariyê mohra xwe danî binê şaşitiyên gelekî mezin û kir ku mirov ji ol sar bibe. Ev yek rastiyeke. Niha dîmenekî welê heye ku yên ji ber nixumandinê zilm li wan dihate kirin bû desthilatdar û niha bi xwe zilmê li mirovan dike. Ev yek cihê aciziyê ye, civakê bi temamî aciz dike. Mirovên serê xwe dinixumînin ên ku dixwazin bi rastî jî bi ola xwe bijîn ji vê yekê aciz in. Ji ber van kiryarên desthilatdariyê mirov aciz in, lê belê her tim partiyên navendî û partiyên xurt ev yek nixumandine. Ji ber vê yekê jî mirov ji rexnedayinê xwe didin alî, li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin.”
Gergerlîoglû anî ziman ku hin dibistanên olî, kursên Quranê têne vekirin û got, “Tê gotin, ‘Em zerarê nedin vê yekê’. Lê belê ev rewş bi xwe zerara herî mezin dide ol. Ji ber ku dibistan û saziyên ku ji aliyê desthilatdariyeke dûrî exlaqê hatine vekirin, dibin sedem ku mirov ji ol sar bibin.”
Gergerlîoglû got, “Cihê xemgîniyê ye ku desthilatdarî bi bikaranîna olê zerara herî mezin dide olê. Yên ku pêşî li vê bigirin oldarên rasteqîn in. Yên ku xwe weke Misilmanên bi exlaq pênase dikin divê li ber vê rêveçûna desthilatdariyê rabin, ji ber ku wekî din kesek vê nabîne û nikare bisekinîne. Ev rastiyeke. Misilmanên bi exlaq divê li dijî vê qirêjiyê têkoşîneke mezin bimeşînin.”