Sêşem, 27 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji gerîlayên YJA Starê piştgiriya berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Êrîşa li ser Rojava, komployeke berfireh a li dijî Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêzî 200 ciwanên dixwazin derbasî Rojava bibin li deriyê Sêmalka tên astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Guhbel a Şengalê ji bo Rojava meşa piştevaniyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê meşa piştevaniya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Abdî bi Bafil Talabanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
Rojane

‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

Prof Neşe Ozgen diyar kir ku ew bi kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” re armanc dikin ku dengê gelê Kurd bidin bihîstin û got ku armanc dikin di pêvajoya pêş de hemû beşên civakê beşdarî kampanyayê bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP), ji bo daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya Rêber Apo ku vîzyona xwe ya siberojê bi cîhanê re parve bike, bi navê “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya hevdîtinê de wê serlêdan li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê were kirin. Her wiha peyamên bi dîmen ên ji bo belavkirina di medyaya dijîtal de werin rêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de akademîsyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqnas, rûspî, parêzvanên mafên mirovan, aktivîst û kesên ji beşên cuda ên raya giştî ya navneteweyî serlêdanekî fermî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bikin.

Endama Koordînasyona EFFP’ê Prof Neşe Ozgun der barê kampanyayê de pirsên ANF’ê bersivand.

PLATFORMA AZADÎ Û AŞTIYÊ

Neşe Ozgun diyar kir ku Platforma Azadî û Aştiyê 6 sal in xebatê dike û got ku nêzî 300 pêkhateyên wan heye. Ozgen bilêv kir ku ew polîtîkayeke nû ya diasporayê pêş dixin û wiha got: “Em ne tenê bi bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê re bi mafên sirgûnê yên li Ewropayê û di heman demê de bi polîtîkaya demokrat a li vir re eleqeder in. Yanî em hewl didin polîtîkayên Tirkiye û Kurdistanê û yên li vir bikin yek.”

 

‘EM DIXWAZIN TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ PÊŞ BIXIN’

Ozgen bilêv kir ku ew pêşengiya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dikin û got ku komên European Leftve The Left of the European Parliament ên li Ewropayê piştgiriya kampanyayê dikin. Ozgen destnîşan kir ku ew dixwazin têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê pêş bixin û wiha got: “Em dixwazin binê van têgehan tijî bikin. Aştî çi ye? Azadî çi ye? Demokrasî ji bo kuderê? Em demokrasiyekî çawa dixwazin?”

‘ARMANCA SEREKE YA KAMPANYAYÊ AZADIYA OCALAN E’

Ozgen anî ziman ku armanca sereke ya kampanyayê azadiya Ocalan e û got ku ne tenê navên têne naskirin armanc dikin ku hemû beşên civakê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdanê bikin. Ozgen sedema kampanyayê bi gotina, “Em qala tecrîdekî giran ya 26 salan dikin” rave kir û diyar kir ku divê gel di nava pêvajoya çareseriyê de be ku li Tirkiyeyê dewam dike.

Ozgen bi bîr xist ku hevdîtinên aştiyê di navbera du aliyan de dewam dike û wiha got: “Em tenê dengê alîyekî dibihîzin. Em dengê desthilatdarî û dewletê dibihîzin. Mafê ragihandina dengê Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ji wan bixwe tê desteserkirin. Ozgen destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê ne tenê agirbest û berdana çekan e û diyar kir ku ew vê bangê wekî meseleya demokrasiyê dibîne.”

‘EGER YEK JI ME DI HEPSÊ DE BE EM HEMÛ DI HEPSÊ DE NE’

Ozgen pirsa, “Gelo di vê meseleya demokrasiyê de gel rastiyê ji ku derê hîn bibe?” kir û wiha got: “Ji nav me kesekî girtiyê siyasî be, ji mafên xwe yên nivîsandin û axaftinê bêpar be, kesek bêheq di girtîgehê de be, ev tê wateya ku em hemû di hepsê de ne. Tê wateya ku em hemû bê gotin dimînin, ji siyasetê vedikişin û nikarin avaniyekî siyasî ava bikin.”

Ozgen ragihand ku wan hashtaga “VisitOcalan” vekirine, lê ev ne tenê kampanyayekî hashtagê ye û armanc dikin ku ev mijar her di rojevê de be. Ozgen diyar kir ku kampanya bi koma wan re destpê kiriye lê bi demê re nêzî 300 pêkhateyên wan jî beşdar bibin û der barê xebatên xwe yên pêvajoya pêş ev agahî dan: “Em ê di 5’ê Tîrmehê de dîsa telekonferansekî mezin bikin. Însîyatîfên aştiyê yên cuda ên li Tirkiyeyê, aliyên hewldana civakî ya ji bo aştiyê ji bo avakirina meclîsekî dest bi xebatan kirin. Eleqeya vê bi kampanyayê re heye. Ne tenê partiyên siyasî yên ku koma wan li meclîsê heye aliyên cuda jî têkildarî vê pêvajoyê nêrînên erênî didin. Li Tirkiyeyê di 15’ê Hezîranê de konferansekî mezin were lidarxistin. Her wiha bi heman awayî di meha Îlonê de ji bo girîngiya tevgera demokrasiyê li bajarekî Ewropayê konferansekî mezin were lidarxistin. Li Tirkiyeyê bi hemwextî li çend navendan konferans werin lidarxistin û ev konferans hemû bi rêya Zoomê girêdayî hev bin. Em ê bi van konferansan re hemû aktorên têkildarî vê meseleyê yên hem derveyî welat hem jî li welat bidin axaftin.”

‘HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ WÊ TEVLÎ BIBIN’

Ozgen got ku di qonaxa ewil a kampanyayê de navên têne nasîn wê tevlî bibin û anî ziman ku ew li bendê ne ku di tevahiya mehên havînê de hemû aliyên civakê tevlî bibin û wiha berdewam kir: “Di qonaxa duyemîn a kampanyayê de em dixwazin rasterast serlêdana Wezareta Edaletê bikin û ne tenê fîgûrên siyasî, akademîsyen û rojnamevan em dixwazin serlêdana hemû kesên ku dixwazin bibin kirdeya aştî û demokrasiyê pêk bînin.”

‘EM BANGA SERLÊDANA JI BO ÎMRALIYÊ DIKIN’

Neşe Ozgen herî dawî têkildarî kampanyayê ev peyam da; “Hevdîtina rasterast a bi girtiyekî siyasî re mafê bingehîn e. Em dixwazin ji bo civaka Tirkiyeyê avaniyekî siyasî ya heqîqî ava bikin. Ji bo afirandina çarenûsa jinûve bûyîna civak, bang li her kesê dikin ku piştgirî bidin vê kampanyayê û serlêdana Wezareta Edaletê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Fedaiyên keleha berxwedanê ya Girê Cûdî: Abbas, Lorîn û Rawan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Tirkiye bûye navenda çûn û hatina tîryakê’

Her çendî desthilata Tirkiyeyê hewl da gotinên “serkeftinê” bibêje jî rapora herî dawî ya Midûriyeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê bên bîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn wê li gelek bajaran bêne…

Ji aliyê Stêrk TV

Di windakirina Gulistan Doku de bi organîzeyî tevgeriyane 

Bavê Gulistan Doku Halît Doku kurê waliyê wê demê û Zaynal Abarakov wekî berpirsiyarê windabûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Rojava rûmeta gelê Kurd e, em ê rûmeta Kurdan biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?