Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Beştaş: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîn: Aktîvîteyên fîzîkî ji mêran behtir bi kêrî jinan tê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > FEDA: Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji qirkeran distînin
Rojane

FEDA: Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji qirkeran distînin

FEDA'yê bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan û got: ‘’Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji zîhniyeta qirkeran û komkujiyan distînin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Adar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) daxuyaniyeke nivîski weşand û di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Nezanê bi navê Mûrat Belge ku xwe weke rewşenbîr dizane, baweriya me ya pîroz weke ensest pênase kiriye. Ew kesê bi navê Ozkan Çelîk ku qaşo xwe weke hunermend dide nasîn, hewl daye ku henekên xwe bi Elewîtiyê bike. Her wiha Huda Parê li Dersimê namzet derxistiye û seredana pîrê me Seyît Riza kiriye û daxuyaniyek daye. Helbet hewce ye em bersiva van hemûyan bidin. Mûrat Belge qaşo weke rewşenbîrê vî welatî tê zanîn. Di pirtûkeke wergerê de navê Qizilbaşiyê weke ensest wergerandiye. Tenê ev yek têrê dike ku em bibêjin ev kes xwendeyekî nezan e. Nabe ku pênasekirina  Elewîtiyê ya bi vî rengî weke xeletiyeke biçûk bê qebûlkirin. Ev rasterast helwesta qirkeran e.

Bêexlaqiyeke din jî ji aliyê kesê bi navê Ozkan Çelîk ku qaşo ew jî xwe weke hunermed dizane, hatiye kirin. Demekê beriya ev kesê nezan û bêexlaq henekên xwe bi baweriya me ya pîroz kirine. Tiştê ecêb ew e ku vî kesî jî huner ji bo vî karê xwe yê qirêj bi kar aniye.

Mijareke din a girîng a ku hewce ye em bi raya giştî re parve bikin ew e ku Huda Parê li Dersimê ji bo hilbijartinên xwecihî namzetê xwe derxistiye û çûye seredana peykerê pîrê me Seyît Riza. Hewce ye bi zelalî bê eşkerekirin ku ev yek li dijî Elewîtiyê û bi taybetî jî li dijî Elewîtiya Rêya Heq êrîşeke adî ye. Hewcehiya pîrê me Seyît Riza bi seredana nûnerên zîhniyeteke weke Huda Parê ku hemû hebûna xwe li ser dijminahiya Elewiyan ava kiriye, tune ye. Tu Elewî qebûl nakin ku Pîr Seyît Riza bi vî awayî were biçûkxistin.

Di nava hefteyekê de ev her sê bûyerên qirêj pêk hatin. Kirdarên her sê bûyeran jî hêza xwe ji heman cihî distînin. Çavkaniya van hersêyan jî zîhniyeta qirker a Tirk e ku dixwaze Elewîtiyê tune bike.

Weke FEDA’yê erka me ye ku em li her derê li dijî vê pergala zilmê li ber xwe bidin. Ji ber wê jî em ê li dijî hemû êrîşên li ser Elewîtî û Elewiyan dengê xwe bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MAK’ê li Nisêbînê ‘hevkarekî faşîst’ hedef girt
Nûçeya Pişt re Di êrîşa Îsraîlê de berpirsyarekî Hîzbûllah hat kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên 2 kesên ku tê gotin HPG’î ne anîn morga Mêrdînê

Hat hînkirin ku cenazeyên 2 kesên ku tê gotin HPG’î ne, ji bejahiya Kerboranê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

NY: Li Xezeyê xelaya bi qestî û xirab heye

Serokê Ajansa Penaberan a Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini bertek nîşanî “xelaya bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşa ji bo piştgiriya QSD’ê

Xelkê Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca piştgirî dayîna berxwedana QSD’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

KNK a Rojava: Parastina destkeftiyên Kobanê erka neteweyî ya hemû Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

‘Ji bo aştiyeke ekolojîk divê polîtîkayên ku xwezayê û civakê wêran dikin bi dawî bibin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?